|
WAN, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- SŞeredariya Wanê, li Taxa Suphanê, Parqa Zarokan ku ji 5 hezar metre kareyî pêk tê vekir û navê Ceylan Onkol a 12 salî lêkir. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, amîrên yekîneyên şaredariyê, endamên Meclîsa Şaredariyê û zarok jî di nav de komek qelebalix beşdarî merasîma vekirinê bûn. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, diyar kir ku Taxa Suphanê di warê binesaziyê, çêkirina cihên şînkayî û parqên zarokan de, cihekî bêpar hetiya hiştin û da zanîn ku yekemcar e li taxê parqek zarokan tê çêkirin.
Sezen Aksu bo Ceylan Önkol stran çêkir
Sezen Aksu, bo Ceylan Önkola ku li mezraya Pêkûy a Licê bi hewanê jiyana xwe ji dest dabû stranek nivîsand.
Hunermanda navdara dengê Sezen Aksu, bo Ceylan Önkola 12 salî ku, di dema çêrandina pez de li mezraya Pêkûy a Licê bi hewane ku ji bargehek leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû stranek nivîsand.
Stran wisaye;
,Ji bir sedemek ez ji SN Muzîkê Sibel Algan geriyabûm, nebêje li gel Aksuyê bûye. Got, ‘dixwaze merhebayek bide we’ û telefon da wê. Hinek hal û xatir, hinek esprî û bi piranî kena hurehur û ji nişkeva got, ‘Min duhî şev bo Ceylanê stranek nivîsand. Ez dixwazim ji we re bixwînim.’ û xwend jî. ‘Li kêleka min a rast de ji serî heta binî Mezopotamya, kêleka çep de lawijên Rûmelî diteqin…’
Wek mixkiri li cihê xwe cemidîm! Laşê parçekirî yê Ceylanê dilê me hemûyan peramparçe kir. Lê paş wê, tenê hunermendek wek Sezen Aksu ku, dilê wê bo hemû mirovên cihanê davêje dikarîbû binivîse. Rewşa herî tund ê vê dinyayê gule û bombe, tenê bi Sezen dikarîbû ewqas bi xemgînî û însanî bihata ziman.” (ajansan)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment