| |
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- STevgara Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) têkildarî nîqaşên derbarê pirsgirêka kurd û ji bo kurdî bibe yê perwerdehiyê civînek çapameniyê li dar xist û west ku gel piştgiriyê bide çalakiyên TZPKurdî yên ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Tevgara Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) têkildarî nîqaşên rojên dawî yên derbarê pirsgirêka kurd û zimanê kurdî li avahiya Navenda KURDÎ-DER'ê civîna çapameniyê li dar xist. Berdevka TZPKurdî Xecê Şen û Endamê Koordînasyona TZPKurdî, Serokê KURDÎ DER'ê Remzî Azîzoglu û endamên komeleyê beşdarî civînê bûn. Li ser navê komê Azîzoglu, daxuyand ku li Tirkiyeyê ji aliyekî ve nîqaşên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd tên kirin lê li aliyê din jî operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin. Azîzoglu, diyar kir ku di van mercan de nîqaşêk din jî a derbarê zimanê kurdî de ye û wiha got: "Gelê kurd daxwaza xwe ya fermîbûn û perwerdehiya kurdî aşkere kiriye. Sala par di pêşengiya TZPKurdî de bi hezaran kes bi dirûşmeya "Êdî bes e! Em perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî Dixwazin!" daketibûn kolanan."
'Rayedarên dewletê hewldidin rengê bişaftinê biguherin'
Azîzoglu, da zanîn ku ji bo daxwazên gelê kurd ên derbarê qebûlkirina kudî, lazime makeqanûn bêguhertin û hebûna kurdan bikeve bin ewlehiya makeqanûnî û destûr were dayîn ku kurd pergala xwe ya demokratîk ava bikin ango divê xweseriya demokratîk pêk bê. Azîzoglu, derbirî ku hîna jî rayedarên dewletê dest ji ji polîtîkayên red û înkarê nekişandine û li şûna ku dest ji polîtîkayên pişaftinê bikêşin, hewl didin bi rengê pişaftinê biguhêrin û wiha axivî: "Gelê kurd vê yekê tu carî qebûl nake. Divê serê pêşîn makeqanûna heyî ji binî ve were guhartin, makeqanûneke sivîl û demokratîk were pejirandin. Di vê makeqanûnê de divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were mîsogerkirin."
Azîzoglu, anî ziman ku wekî TZPKurdî bang li rayedarên dewletê û hikumetê dikin ku dev ji van polîtîkayên xapînok û demborî berdin. Azîzoglu banga li gel kir ku ji van polîtîkayên du rû ya înkar û îmhakirina kurdan re bibêjin "Êdî bes e!", li ziman û çanda xwe xwedî derkeve û ev tişt gotin: "Em bang li gel dikin ku piştgiryê bidin pêngava TZPKurdî ku ji bo daxwaznameyan mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê daye destpêkirin."
TZPKurdî daxwazên xwe wiha rêz kirin:
1- Mafê zimên, mafê herî xwezayî û gerdûnî ye. Divê dewlet vî mafî bi awayekî fermî binase û ji bo çareseriyê bi kurdan bişêwire.
2 -Ji ber ku zimanê kurdî ne zimanekî biyanî ye, divê perwerdehiya bi zimanê kurdî, ji pêşdibistanê heta zanîngehê were dayîn.
3 -Divê naveroka perwerdehiyê demokratîk bibe û têkoşîna gelê kurd a dused salî wekî parçeyekî têkoşîna demokratîk a Tirkiyeyê bikeve pirtûkên perwerdehiyê.
4 -Li zanîngeha, li şûna "beşa zimanên zindî" di peymangehên perwerdehiyê de divê beşa mamostetiya zimanê kurdî, girêdayî peymangehên ziman û wêjeyê jî, beşa ziman û wêjeya kurdî werin vekirin. Her wiha divê deriyê hemû peymangehan ji kurdî re were vekirin ji ber ku hemû kadroyên ku diçin herêma kurdan divê karibin bi gel re bi kurdî danûstandinê bikin.
5 -Her zimanî dengên xwe yên xweser û wekî nîşaneyên dengan jî, alfabeyeke xwe heye, zimanê kurdî jî xwediyê alfabeyeke xweser e. Kurd ji sala 1932'yan vir de alfabeya latînî ya kurdî bi kar tînin. Em dixwazin ku ev alfabe bi awayekî fermî were pejirandin û hemû navên kurdî bi vê alfabeyê werin nivîsandin.
6 - Divê navên gund, bajar, çiya û çemên kurdan ên ku hatine guhartin, werin îadekirin û navên wan ên orîjînal di qeydên fermî de werin sererastkirin.
7 -Divê ji bo kurdên ku bi tirkî nizanin, li hemû sazî û dezgehên dewletê (yên mîna nexweşxane, adliye, wilayet, qaymeqamî û şaredariyan) personelên kurdîzan jî werin bicihkirin.
8 - Li herêmên ku bipiranî kurd lê dijîn, divê kurdî bibe zimanê fermî..”
Anonsa Kurdî qebûl nekirin
Daxwaziya Parlementerê Sêrtê yê DTP’ê Osman Ozçelik xwest di seferên balafiran yên bajarên kurdan de anonsên bi kurdhi werin kirin. Lê belê ev daxwazî bi hinceta ku ne li gor rêzikname û pîvana ye hate redkirin.
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclhisa Tirkiyeyê de budçeya sala 2010’an a Wezareta Ragihandinê hate guftogokirin. Di komîsyonê de parlementerê DTP’ê Osman Ozçelîk pêşniyar kir ku di balafiran de anonsa bi kurdî jî were kirin. Wezîrê Ragihandinê Bînalî Yildirim ev daxwazhi mîne daxwaziyeke ne mafdar binav kir. Her wisa Muduriteya Giştî ya Rêyên Hawayî ya Sivîl û THY îdîa kirin ku anonsa bi kurdî ya di balafiran de ne li gor rêziknameyê ye.
Parlementer Osman Ozçelik di pêşniyara xwe ya ji bo anonsa kurdî de bibîr xist ku di balafiran de tenê bi îngîlîzî û tirkî anons tê kirin, hata di balafirên ku biyaniyekî bi tenê jî tûne ye de jî bi îngîlîzî onons tê kirin û pêşniyara xwe wisa formule kir: “Di balafirên diçin bajarên kudan de divê anonsa kurdî were kirin. Gelek kes hene bi tirkî nizanin û di dema rewşê lezgîn de nizanin çawa tev bigerin.” (Dîha)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment