22/11/2009 |
|
Xwezaya delal, dîrok û dîmenên balkêş di vî gundî de tên xuyakirin. Taxik bi ser navçeya Elbaka Wanê ye. 110 km dûrî bajarî Wanê ye. Gundê Taxikê ji bo ger û geştê cihekî bijarte ye. Dîmena herî balkêş jî tiravertenên (tîjik- peri baca) rojhilatê gund in. Li gorî lêkolînan pênc hezar sal berî niha, teqîna wolkanîk a çiyayê Herewil ev tîjik derxistiye holê. Lêkolînerên zanîngeha Wanê dibêjin ev der di serdema navîn de navenda jiyana mirovan bûye. Rûspî û dîrokzanên herêmê yên wekî Hesenê Xoşevî (70) der barê gundê Taxikê de wiha dibêje: “Me çîroka Taxikê ji bav û kalên xwe bihîstiye. Dema ku leşkerên ereban ji bo belavkirina ola îslamê herêm dagir kirine, kurdên êzidî li Taxikê demeke dirêj ber xwe dane. Li vir keleha xwezayî parastine. Lê dawiyê jî ji ber ku ji êzdayetiya xwe neborîne ji aliyê ereban ve hatine qirkirin. Gundî dibêjin niha jî derdora kelehê û navbera tiravertenan da (gundî jê re dibêjin TÎJIK) komên hestiyên mirovan tên dîtin. Lewre ev jî nîşan dide li vir komkujiyên mezin qevimîne. Li gor agahiyan ev keleha xwezayî navendek ola kurdên êzidî bûye. Gundiyên Taxikê dibêjin ku gund ji ber dîrok û xwezaya xwe ji aliyê turîstan ve eleqeyeke mezin dibîne û her sal bi hezaran turîst tên vir. Li gorî nêrînên gundiyan, turîst li dijî van dîmenan matmayî dimînin. Ku rayedar li vir xwedî derkevin, lêkolîn bên kirin dê gelek tiştên dîrokî derkevin holê û Taxik dê bibe navendeke turîzmê. Nişteciyên gund bi xwedîkirina sewalan û bazirganiya Kurdistana rojhilat re debara xwe dikin, Taxik û gundên Kurdistana rojhilat wek cîranan in navbera wan tenê 10 km ye. © Azadiya Welat |
Sunday, November 22, 2009
Xweza, dîrok û Taxik
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment