Sunday, November 22, 2009

Koçera kej


22/11/2009

Pexşan: Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payîzê bi hev re di ser min de tê bi bayê ecem re. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bê par û bê xeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bîra xwîdana te dikim. Çend sal in te nabînim? Nizanim gelo ez qet dikevime bîra te an na? Gelo tu jî qet bîra min dikî an na?
Payîzeke sar bû. Cot û cobar xelas bûbûn.
Zom daketibûn deştê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn ber bi welatê jêrê ve diçûn. Wê demê bi kesereke giran koça min jî bar kiribû koçera min a kej. Dema malbavên te konê xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pişt sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min bi te re ketin xurca li ser pişta hêstira we ya boz û bi te re li çol û mexela geriya. Nizanim te li çend waran danî. Dibe ku te qet ji ser pişta hêstirê jî daneynî.
Dema we tevn û teşiyên xwe, col û cobarên xwe, tevş û berên xwe, kergît û pîjên xwe li ser pişta ker û hêstiran girêda te jî hêviya min xiste nava carcima ku bavê te li ser nimêj dikir, pêça û da terkiya xwe û tu li kera we ya ku em bi hev re lê siwar dibûn û tu birê ketî te tenê carekê ji tirsa bavê xwe newêribû serê xwe vegerînî û li min binihêrî. Lê dîsa jî ez revîm û hatim cem bavê te, min got; ”Xalê Elî, barê vê kera ku Aso lê siwar e rind nehatiye şidandin” û ez hatim min destê te girt û bi dizîka ve quricand û hûn bi rê ketin çûn.
Em hêj zarok bûn. Tu sêzdeh ez çardeh salî bûm. Min xeyalên saleke din dikir. Tê saleke din dîsa bi koça mala bavê xwe re bihatayî. Koça we dê li zozanê me daniya. Dîsa em ê bi hev re biçûna çolê, em ê li nava gul û sosinan bilîstana. Min ê te bi qesta kerengan ji zomê dûr bixista. Em ê li nava mêrg û zeviyan bigeriyana. Min ê guleke sor mîna her car jê bikira û di ber biskên te re bikira. Paşê min ê ji şelepûkê ji te re kofiyek çêkira. Kulîlkên zerê jê de mîna qolên zêran berjêr bibûna.
Me yê lîstika xwe ya ku min te dixwest lê mala bavê te digotin na û min te diravand, bileyîsta. Em ê di devê kendalekî de rûniştina mîna her car min ê destê xwe di stûyê te re bibira. Te hembêz bikira. Me yê ji xwe re behsa salên pêş xwe bikira.
Te tim digot: “Ku tu min bixwazî, ez ê ji vê rizaletê xilas bibim.” Heta wê demê xaniyekî mala bavê te tune bû. Pênc hezar pezê bavê te hebûn lê xaniyekî wî tune bû. Konê herî mezin di êla we de konê bavê te bû lê xaniyê wî tune bû. Ev yek ji te re giran dihat. Tu hesreta xewa xaniyên me bûyî. Çar kevir yan jî du kerpîç qet ji te re ferq nedikir. Te di got bila du dar di ser de bin û hinek pûş û çend bêr jî xwelî li ser hebe, bes e.
Ew sal hûn çûn lê te dilê min jî bi xwe re bir.
Wê salê zivistana me gelekî zehmet derbas bû. Xewên şeva li min herimîn. Bihar mîna xewneke nedîtî wisa dûr mabû. Zivistan xilas nedibû, bihar nedihat. Bihar ku nehata tu jî nedihatî. Zivistan çiqas dirêj dikir tu jî ew qas dûr diketî. Zivistan çiqas sar dibû tu jî ew qas ji min bêpar dibûyî. Gelo bihar wê kengê bihata. Ku bihar bihata wê Aso jî bihata. Ku Aso nehata bihar jî nehatibû. Carekê bavê min û cîranên me bi xwe re xeber didan. Bavê min got: “Îsal bihar nayê”. Min jî got qey dibêje 'Aso nayê'. Min xwe avête ortê û min got: “Belê ku mamê Elî were Aso jî wê were.” Her kesî li min nihêrî. Min jî serê xwe xist ber xwe û ez çûm. Hê jî diçim.
Ew sal bihar dereng hat lê tu bi biharê re nehatî. Bihar xilas bû tu nehatî, havîn xelas bû tu nehatî. Pawîz hat dîsa tu nehatî.
Gelo çi bû?
Çend bihar derbasbûn, tu nehatî. Çend payîz hatin lê tu tune yî. Hemû salan bihar li min bûn hêvî lê te hêviya min reş kir. Ez her bihar li devê riyan sekinîm tu tune bûyî. Kesî tu salixek ji êla we hilneda.
Sal derbas bûn ji emrê me hildan û em mezin bûn. Min te ji bîr kir û nekir ez hê jî nizanim. Lewre her bihar ez pir şad dibim û her payîz jî xemgîn dibim û serê dilê min diêşê heta ku daran tevan pelgên xwe weşandin. Ku şilî dibare paşê êşa ilê min hinekî datîne. Ev çi jibîrkirin e, nizanim.
Piştî salên dirêj rojekê riya min bi xerîbiyê ket. Ez bûm koçberê ser rê û dirban. Bûme rêwiyê riya hesretkêşan. Li derî û dertolan hewce û belengaz bûm. Ji xwe û ji hemû hezkiriyên xwe dûr... ji te dûr.
Ez bûme kelkeleyê ku bê ba, ji ber pêjna mirovan dixişike û diçe. Ez wisa bêhêz û bêtaqet mam li çolên biyanî. Her der û her tişt bi ser min de tê. Ez bûme xerîbê welatan. Mîna feqîrên derdora Medînê. Lê ez destên xwe venakim û recûyê naxwazim. Ez destên xwe bilind dikim û gazî Xwedê dikim, lê ez pere û pol naxwazim. Tenê dibêjim, “ya Rebbî ger ku dengê min tê Te û Tu jî guh didî min û ku tu dijminatiya Te bi min ra tunebe, Tu hima hemwelatiyekî baş rastî min bînî. Ger tu dikarî bila hezkiriyekî/ke min be.” Nizanim wê çawa be.
Mîna dînan, di kolanên bajarekî mezin de dimeşim. Ew bînayên mezin tev bi ser min de tên. Aniha na aniha wê bikevin. Tirsa min ji mirinê nîn e. Tirsa min ji bêxwedîbûnê ye. Xerîbî ji mirinê zortir tê ji min re.
Çend salên di zîndanê de qet nayên bîra min. Ew sal jî salên gelekî dijwar bûn lê belê bi qasî xerîbiyê zor nebûn. Xerîbî jî bi qasî windabûna te zor nîn e. Lê dîtina te hêj pirtir zor e.
Çend roj berê ez di kolanekê re derbas dibûm. Dilê min tijî bûbû ji kul û kederên dinyayê. Ez ji dinyayê û ji her tiştî têr, serê min di ber min de bi rê ve diçûm. Carekê min nihêrî zarokek ji min derbas bû. Direviya. Hem digiriya û hem jî direviya. Zarokekî zerîn û lawîn. Çavên wî şîn. Dema çavên min bi wî sebiyî ket dinya li dora min zivirî. Gelo min şaş dît an xewn bû. Na rast bû. Mirov digot qey biçûktiya te ye. Wisa dişibiya te, wisa bedew bû mirov jê têr nedibû.
Piştre dengek hat. Dengê jinekê. Navê min hilda û got; “Sîwan... Sîwan... Sîwan.” ez zivirîm, tu hatî ji min derbasbûyî û te wiha got; “Neçe ez qurban. Bavê te wê te bibe.” Bi zimanekî biyanî te xeber dida. Piştre mêrê te hat derbas bû. Te Sîwanê xwe girt, rûyê wî maç kir lê te agir bi dilê min xist. Te dilê min ê ku temenê wî ber bi çilî ve diçe û hê jî ji bo te ji tu kesî hez nekiriye, peritand. Mêrê te hat gihîşte te, we hev maç kir Sîwan hilda û bir, tu jî vegeriyayî û hatî.
Ez li benda vegera te mabûm li serê riya te. Ez bîst û şeş sal berê li devê çemê binya malên li gund li benda vegera te bûm, tê bihatayî. Ez bîst û şeş sal şûnde dîsa li benda vegera te me. Tu hatî.
Xwezî tu qet nehatibûyayî. Xwezî tu tim wisa mîna serpêhatiyeke xweşik di dilê min da bimayî. Xwezî te ez ji wê xewna xweş ranekirama û serê min li kevirê mirinê nexistiba. Xwezî te dîsa riya çûyînê nedabûya pêşiya min. Ez ê ji vî bajarî jî herim. Çawa hebe ez hînê koçberiyê bûme.
Ez li benda te bûm, tu vegeriyayî. Rengê te hê mîna berê xweşik bû. Çavên te hê xweşiktir bûbûn. Cotek guharên pir xweşik û paye buha di guhên te de bûn. Milên te tijî bazin bûn. Fîstanê te heta ser çokên te dihat. Singê te heta ser çiçikan vekirî bû. Porê te wisa xweşik çêkirî bû, mirov qêmîş nedikir lê binihêre. Tu pir xweşik bûbûyî lê tu ya min nebûyî.
Min li nava çavên te dinihêrî. Tew haya te ji min tunebû. Te kurê xwe şandibû dibistanê, mêrê te jî çûbû karxanê ser karê xwe, tu jî diçûyî mala xwe. Êdî maleke te jî hebû. Hem jî maleke ku du heb berdestî tê de dixebitîn. Te ji xwe re mêrekî zengîn û maleke sergirtî dîtibû, ez ê ji ku bihatama bîra te? Dema tu nêzîkê min bûyî min dît ku di sitûyê te de moriyeke şîn heye. Wê çaxê min teze zanîbû ku tu hê ji min hez dikî.
Ew moriya şîn min dabû te. Ew moriya şîn min ji nav moriyên sitûyê hespê bavê xwe derxistibû. Hespekî bavê min ê kumeytê kapreş hebû. Bavê min bi qasî zarên xwe jê hez dikir. Rojekê ji bajêr jê re moriyên şîn anîbûn. Dema ku di ben re dikir min yek jê dizî. Waxte ku hejmart yek kêm bû. Pirsî, kesî nedîtibû. Ji bo wê moriyê min ji bavê xwe şîmaqek jî xwar lê min morî nedayê. Dema berxbirê bû. Ez hatim biniya konê we, min gazî te kir û tu hatî. Min ji te re got: “Çavên xwe bigire” te çavên xwe girtin, min morî xiste destê te.
Ew morî hê jî di sitûyê te de ye. Tu di ber min re derbas bûyî, te di bin çavan re li min nihêrî, te serê xwe li ba kir. Mîna ku te jî ez nas kiribim. Lê tu ne bawer bûyî. Tu çûyî... ez mam. Piştî bêhneke kurt ez vegeriyam, min dît tu tune yî. Tu ketibûyî mala xwe.
Ez niha li vî bajarî bêkes li te digerim. Xerîbê vî welatî, vî bajarî û xerîbê vî miletî me. Têm heta ber taxa we lê nizanim kolana we kîjan e. Li serê taxê disekinim, dibêm belkî bêhna te were lê ew jî nayê. Bêhnên celeb celeb tên tenê bêhna xwîdana te nayê.
Ez ê ji vî bajarî biçûma lê ji bo moriya xwe ya şîn naçim.
Dizanim ku ez li vî bajarî bimirim jî yek heye ku bêje min ew wextekî nas dikir. (serhed.org)

No comments:

Post a Comment