22/11/2009 |
|
Şaredariya Lîceyê dê di 28'ê mijdarê de bi dirûşma "Em bi Ruhê Vejînê di Berbanga Azadiyê de bi Rojê re digihêjin hev" 1'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê pêk bînin û Cejna Qurbanê pîroz bikin. Şaredariya Lîceyê dê yekem car li Gundê Fîsê ku PKK'ê civîna xwe ya yekem li wir çêkiribû û sazkirina PKK'ê îlan kiribû, dê di 28'ê mijdarê de bi dirûşma "Em bi Ruhê Vejînê di Berbanga Azadiyê de bi Rojê re digihêjin hev" 1'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê pêk bîne. Di mîhrîcana ku ji hemû gund, navçe û bajarên derdorê beşdar bibin de bi boneya Cejna Qurbanê dê qurban bên dayîn û cejn bê pîrozkirin. Li bendê ye ku ligel parlamenter, rêveber û endamên DTP'ê nêzî 50 hezar kesî beşdarî mîhrîcanê bibin. Şaredariyê ji bo mîhrîcanê serlêdan kirin û dest bi amadekariyê kirin. Têkildarî mîhrîcana îsal a dawî Şaredara Lîcê Fîkriye Aytîn, diyar kir ku ji bo ew mêvanê xwe bi awayekî herî baş pêşwazî bikin, demeke dirêj e amadekariyan dikin û wiha got: "Lîce bi her awayî navçeyek gelek girîng e. Li aliyekî navçeya erdhejê ye. Li aliyekî navçe hate şewitandin û valakirin. Dîsa gelek mirov hatin revandin û hatin kuştin. Herî dawî Ceylan Onkol a 12 salî hat qetilkirin. Em dixwazin girîngiya wê ya dîrokî derxin holê." Li dîrokê xwedî derdikevin Şaredara Licê Fîkriye Aytîn bilêv kir ku dê bi lidarxistina mîhrîcanê Licê bigihînin gundê Fîsê ku di dîroka kurdan de xwedî cihekî girîng e ji ber wê ev gund hatiye bijartin. Aytîn destnîşan kir ku dê bi vê mîhrîcanê li dîroka Licê xwedî derkevin. Şaredar Aytîn diyar kir ku dê ji bo mêvanên ku bên gund konan vedin û ji bo pêwîstiya xwarinê ya mêvanên mîhrîcanê bi cih bînin dê standên xwarinên herêmî vekin. Mîhrîcan dê 28’ê mijdarê dest pê bike û rojekê bidome û di çarçoveya mîhrîcanê de dê xîmê parka jinan ku ji aliyê şaredariya Licê tê çêkirin bê avêtin. Aytîn anî ziman ku ev park ji bo bîranîna Ceylan Onkola 12’ê salî tê çêkirin. Aytîn der barê mijarê de ev tişt gotin: “Mîhrîcan dê ji bo bibîranîna Ceylan Onkolê bi merasîma xîmavêtina 'Parqa Jinê ya Ceylan Onkol' dest pê bike. Piştre dê mêvan biçin Şikeftên Biriqlen û Eshabê Keyf ziyaret bikin. Saet di 11.00'an de dê li gundê Fîsê bigihêjin hev û bibin şahidê dîroka gundê Fîsê. ” PKK li vî gundî hat avakirin 26 û 27’ê mijdara 1978’an komeke 22 kesî bi serokatiya Abdullah Ocalan li bakurê Kurdistanê, bajarê Amedê, navçeya Lîcê, gundê Fîsê, li mala Îsmet Zogurlu li hev dicivin û yekemîn kongreya partiyê tê lidarxistin. Bi vê kongreyê re Partiya Karkerên Kurdistanê PKK tê sazkirin. Biryar tê dayîn ku 24 endamên pêşeng ên Apocî tevlî civîna li Fîsê bibin, lê belê ji ber ku wê çaxê Mehmet Karasungur têkoşîna li Hîlwanê koordîne dike û Kemal Pîr jî ji ber ku girtî bûye, nikarîne tevlî civînê bibin. Lewre kongre bi beşdariya 22 kesan pêk tê, ew jî ev in: Abdullah Ocalan Mehmet Hayri Durmuş Mezlûm Dogan Seyfettin Zogurlu Abdullah Kumral Cemîl Bayik Duran Kalkan Ali Haydar Kaytan Sakine Cansiz Baki Karer Kesire Yildirim Ali Gunduz Husên Topguder Ali Çetiner Abbas Goktaş Faruk Ozdemir Ferzende Tahaç Mehmet Cahit Şener Mehmet Turan Şahin Donmez Resul Altinok Suphi Karakuş Bernameya mîhrîcanê Mîhrîcan dê bi axaftina şaredar Fikriye Aytîn dest pê bike û piştî axaftinan bi mijara dîroka Licê panelek bê lidarxistin. AMED © Azadiya Welat |
Sunday, November 22, 2009
Li Fîsê cejna kurdan e
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment