Sunday, November 22, 2009

Rojev çi bû û çi hat?



22/11/2009

Bi hatina qasidên aştiyê, li Kurdistan û Tirkiyeyê rojev bûbû çareseriya pirsgirêka kurd. Li her alî rêbazên çareseriyê dihatin axaftin. CHP û MHP ji aliyekî ve, di civînên xwe de, li Meclîsê û di çapemeniyê de xwestin pêşî li vê bigirin, lê nehat girtin û rojevê xwe domand.
Piştre rayedar û siyasetmedarên Tirkiyeyê yên taybetmendiya wan li jorê me da; diyar kirin, hizirîn û bi dûvê Altan Oymen ve hêkek kirin. Bi gotina ku der barê qirkirina Dêrsimê de got, tu rojev mojev li holê nema.
Niha gelek kes dibêjin, `Baş bû niyeta CHP'ê derket holê!' Wey li hiş û mejiyê we be! Ma yê ku ev qirkirin pêk anîbû ne CHP bi xwe bû? Ma ne di dema Mustefa Kemal û Ismet Înonu de pêk hat? CHP ev 80 sal in, bi dehan caran bûye şiyandar ka di Meclîsê re ji bo aramiya kurdan çi zagon derbas kiriye? Heta çûna ser gelê Kibrîsê ma dîsa ne di dema CHP'ê de bû?
Kurdên me dîroka xwe naşopînin, piştre ku yek tiştekî dibêje, nû pê dihisin. Bi salan e gelê me yê elewî desteka herî mezin dan CHP'ê. Ma CHP ne qesasê dapîr û bapîrên wan bû?
Ev trajediyeke kurdan bû. Dilketina qesasê bavê xwe! Piştî qirkirinên li Kurdistanê dewleta Tirkiyeyê wisa bi serê kurdan kir ku bibin dildarên qesasên dê û bavên xwe. Te newêrîbû ji yekî elewî re bigota CHP xerab e; dikaribû ji bo vê te bikuşta. Niha bi gotineke Altan Oymen, nû hişê wan hatiye serê wan.
Lê li gorî min Altan Oymen ev hêk bi zanîn kir. Rojev da guhertin. Ji çareseriya pirsgirêka kurd daxist çareseriya pirsgirêka qirkirinekê. Dizane ku piştî demeke din wê ev yek were jibîrkirin. Lê bi vê yekê dem rizgar kir; li gorî xwe. Ji bo wan tişta girîng ew bû ku di van rojan de pirsgirêka kurd ji mijara gengeşeyan hatiba derxistin û bi rastî mêrik bi ser jî ket. Niha her kes dibêje `Elodîno di kaniya gund de rîtiye!` Kes tiştekî din naaxive.
Divê were zanîn ku pirsgirêka qirkirinan tenê parçeyek ji pirsgirêka kurd e. Xelekên van qirkirinan digihîjin hev, nû pirsgirêka kurd dertê holê. Îro dewleta Tirkiyeyê bipejirîne ku li Dêrsimê qirkirin pêk aniye çi ye û nepejirîne çi ye? Jixwe di roja me de jî her roj firokeyên artêşa tirk li Alîbogazî bi tonan bombeyan berdidin. Ma ev ne qirkirin e?
Ma her roj firokeyên tirk gundên Dêrsimê, çiyayên wê nadin ber bombeyan, bi deh hezaran leşker li ser pîkoliyê nakin? Rojane li Dêrsimê û li her aliyê welêt qirkirin didomin, kuştinên bêhesab didomin. Hîn pêncsed hezar leşkerên artêşa Tirkiyeyê di her bost xaka Kurdistanê de tevî tanq û topên xwe bicihbûyî ye.
Her roj li Kurdistanê mirov tên qirkirin. Gund tên sotin. Maf tên binpêkirin. Li hemberî van kirinan gotina Altan Oymen bi qasî rîtina Elodîno yan tê yan nayê. Wî jî li gorî xwe çû di kaniya gund de rît. Niha wê hinek derkevin kaniyê bimalin û ew jî di bîranînan de bimîne. Lê qirkirina kurdan û binpêkirina mafan wê her bidome.
Ma rojane kurd di warê çand, wêje, ziman, hest, mejî, dîrok û her tiştî de nayên qirkirin? Ka ji Dêrsimê kîjan zaza dizane bi zazakî kîjan kurmanc dizane bi kurmancî biaxive?
Ma ev ne qirkirin e? Divê mirov li hemberî vê xwedî helwest be. Kurdê pozê wî/wê ji vê yekê bişewite, wê yek peyva tirkî ji devê xwe dernexîne. Wê bêje dijminekî ku zimanê min, çanda min, gelê min qir kiriye, heta lêborînê nexwaze ez bi zimanê wî naaxivim. Lê mixabin gelekan zimanê dijmin di devê xwe de kiriye benîşt û bi bikaranîna wê xwe serbilind dibînin. Qirkirina herî mezin ev bi xwe ye.
Tişta din ya talî ye. Dewleta Tirk tevî bandora Ewropa û Amerîkayê, hîn jî qirkirina li ser serê gelê ermenî daye meşandin napejirîne. Nahêle ku termê Aram Tîgran were welêt. Wê çawa qirkirina Dêrsim, ya Hanî, ya Licê, ya Geliyê Zîlan, ya Agirî û Koçgiriyê bipejirîne? Ew dibêje, `Me li hemberî xwe 29 îsyan temirandin!` Ew nabêje; `Me 29 caran kurd qir kirin`.
Divê em vê yekê zanibin. Ew qirkirina me ji xwe re maf dibîne û bi salan e vê dibêje. Kîjan Serokwezîr an fermandarê tirkan negotiye, `Me 29 îsyan temirandin`.
Tevan gotiye û di televizyonan de me bi dehan caran guhdarî kiriye. Çi cudahiya vê gotinê û ya Elodîno ji hev heye? Tenê Elodîno rojev guhert, ên din nikaribûn biguhertana.
Ji bo vê hişyarî girîng e. Divê bala me her dem li ser çareseriya pirsgirêka kurd be. Em bi ya esasî mijûl bibin ne bi ya talî. Roja ku pirsgirêka kurd bi awayekî dadmendî were çareserkirin, wê demê wê dewleta tirk hesabê Dêrsimê jî bide, yê Zîlan jî û yê 28'ên din jî…

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment