AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Ev çend rojin ji ber barîna barana xûrt li Kurdistanê jiyan xetimî. Li aliyekî din de jî belav bûna Şewba berazan jiyana rojaneya Kurdan hê betir dixe tengasiyê.
Heta niha li bakûrê Kurdistanê 6 û li başûrê Kurdistanê jî 8 kes ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan.
Li Amed, Sêrt, Batman û Colemêrgê gelek xanî û kargeh di bin avê de man.
Li Mêrdînê jî barana zêde bû sedema mirina sê zarokan. Du xuşk li ber lehiyê çûn û xeniqîn. Cesedên Sadiye Aslan a 11 salî û Mewlude Aslan a 13 salî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya dewletê ya bajêr. Herwiha zarokeke 3 salî yê bi navê Mehmet Nezîr Nezîr Aksak jî li ber ava lehiyê çû û xeniqî. Li Sêrtê jî, ji ber barana ku ev 3 roj in dibare maşîneke mamosteyan kete ber ava lehiyê.
Mamosteyê bi navê Arîf Yaşar yê di maşînê de li ber lehiyê çû û cenazeyê wî 3 kîlometroyan dûrî cihê bûyerê hat dîtin. Herwiha ava baranê da ser 50 kargeh û xaniyan.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî, avê da ser 32 xanî û kargehan
Xemseriya dewleta Tirk ku pewîstiyên binêsaziya bajarên bakûrê Kurdistanê pêk nayînê di barîna baraneke normal de jî bajarên Kurdan di bin avê dimîne û kurd jiyana xwe ji dest didin.
Heman îxmalkari di rêvebriya Kurdistana Federal de jî heye û ji ber ku karên bajarvanî baş nayê kirin ji ber baranê Kurd jiyana xwe ji dest didin.
Li Soranê ji ber lehiyê 2 kesî canê xwe ji dest da
Ji ber baranbarîneke pir û çêbûna lehiyê li herdu nahiyeyên Pîran ,Goretuyê û gundên wan, ziyana canî û madî pêk hatiye.
Çavkaniyeke haydar ji navçeyê ragihand ku pêleke bihêza baranbarînê li navçeyê dest pê kiriye û di encamê de jineke 30 salî û zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn, her weha ziyaneke madî jî gihaye xanî,dukan û navmala welatiyan.
Piştî lehiyê jî waliyê Hewlêrê û şandeyeke hukmî gihişte sinor û digel qaymiqamên Soran û Mêrgesorê serdana lêqewmiyên lehiyê kirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, tevî rûxana xanî,dukanên welatiyan , xerabbûna rêyên hatûçûnê, zêdetir ji 200 malbat zerermend bûne.
Hêjay gotinê ye du sal berê li sinorê qazaya Soran û Çomanê ji ber lehiyeke heman şêwe de 14 welatî miribûn.
J.Biden ji ber qurbanên lehiya li Kurdistanê serxweşî li serok Barzanî kir
Duhî di têkiliyeke telefonî de cîgirê serokê Amerîkayê Joseph Biden ji ber qurbanên lehiya çend rojî ya li çend navçeyên herêma Kurdistanê serxweşî li serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Biden di têkiliya telefonî de hemxemiya xwe jî ji bo malbatên qurban û lêqewmiyan û gelê Kurdistanê der birî.
Di vê têkiliyên de her weha serok Barzanî û Biden gotbêj li ser hilbijartina dahatû ya parlamentoya Iraqê kirin û tekîdî li ser wê çendê kirin ku ji bo ku hilbijartina dahatû di dema xwe de bê pêkanîn, divê mekanîzmeyeke guncan bê dîtin. (HAWAR NET.com / ajansan)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment