
Rûdawnet – Diyarbekir: Hevseroka DTPê Emîne Ayna, di civîna Serokên rêxistinên DTP'ê yên bajar û şaredaran de ragehand, ku gel bi pêşwazîkirina Grubên Aştiyê pêvajoya tasviyekirinê vala derxist û got: ‘’CHP û MHP li gor hesasiyetên Tirkiyê tevnagerin. Divê wan malbatên di şerê 30 salî de zarokên xwe wenda kirine neêşînin.’’
Civîna serokên rêxistinên DTP'ê yên bajar û şaredaran li Hola Civînê ya Şeradariya Baglarê hat lidarxistin. Di civînê de hatina Grubên Aştiyê yên ji Qandîl û Maxmûrê û plansaziyên di pêşerojê de hatin gotûbêjkirin. Di civînê de Hevseroka DTPê Emîne Ayna axivî û da zanîn ku bendewariyên dewletê ji Grubên Aştiyê hebûn lewra mîsyon da DTPê.
Ayna wiha axifî: ‘’Daxwaz û bendewariyên dewletê yên li hemberî Grubên Aştiyê vala derketin. Dewletê bi armanca tevgera Kurd perçe bike girîngî da gruban. Hemû bendewariyên dewletê vala derketin. Loma hikûmetê ji Kurdan û cîhanê re got 'Binêrin em wan nagrin. Ên dixwazin bila werin mala xwe'. Lê ne wiha bû. Di serî de 29 kes berdan û xwestin 5 kesan bigrin. Lê piştre nema jinav derket. Lê ji ber gel bi girseyeke mezin grup pêşwazî kirin û li Grubên Aştiyê xwedî derketin, ev daxwaza wan pêk nehat."
Ayna, da zanîn ku pêvajo li gor daxwaza Kurdan pêş ket û ji ber vê yekê bîrdoziya kevneperest ev pêşketin tehamûl nekir: ‘’Em tevgereke siyasî ne û têkoşîna parastina maf û azadiyan dimeşînin. Hatina Grubên Aştiyê ne ji rêzê bû. Gel hinel tişt şikandin. Di bîrdoziya fermî û kevneperest de şikestinek çêbû. Ev encama tekoşîna şerê 30 salî ye. Dibêjin li hemberî bîrdoziya fermî hesas bin. Ji xwe em li dijî vê bîrdoziyê ne. Ev bîrdozî faşîst û nîjadperest e. Em dê çawa li hemberî vê bîrdoziyê tevbigerin. Ev ne mimkun e. Em li hemberî malbatên ku di vî şerê 30 salî de zarokên xwe winda kirine hesas in. Emê heta dawî jî i hemberî van malbatan hesas tevbigerin.’’
Emîne Ayna, rexne li helwêsta CHP û MHPê jî girtin û axaftina xwe wiha qedand: "Ne me ev tarvma han afiranbdiye. Dema ev travma li Tirkiyê heye û zêde dibe sedem sîstem e. Dewletê ev travma afirandiye. Kurd mexdûrê dewletê ne. Pêvajoya aştiyê pêvajoyek dijwar e. Hinek kesên ku dixwazin vê pêvajoyê tevlihev bikin hene. CHP û MHP li ser şer xwe didin jiyandin. CHPê desthilata xwe winda dike û ji ber vê yekê jî har bûye û bi dora xwe dikeve.’’
No comments:
Post a Comment