
Rûdawnet – Taybet: Ji 19 wezîrên kabîneya nû tenê yek jin bûye wezîr. Serokê Fraksyona Goran vêna wek vegera bipaş de pênase dike, lê di daxwiyaniyekê de bo Rûdawnetê Serokê Hikûmeta Kurdistanê soz dide di postên din ên hikûmetê de tola vêna bistîne û wan bêbeş neke.
Piştî zedekirina jimara jinan li Parlamenê Kurdistanê, dihat çaverêkirin di kabîneya nû ya hikûmetê de jî jimara jinan bê zêdekirin, lê belê tenê yek wezîr giha wan û bû sedema gelek nerazîbûnan.
Di vê derbarê de Seroka Fraksyona Goran Kwêstan Mihemed bo Rûdawnetê daxwiyand ku kabîneya pêncem bo jinan û hinek pirsên din jî ji vê kabîneyê baştir bû û got: ‘’Di warê karnamê de, karnameya kabîneya pêncem bihêztir û baştir bû. Ev kabîneya niha gelekî ber bipaş de vegeriya ye û dilê jinên Kurdistanê şikand.’’
Seroka Fraksyona Kurdsitanê Sozan Şehab jî derbarê jimara kêm a jinan di kabîneya nû de wiha dibêje: ‘’Emê gilehî û gazinên xwe bighînin polîtburoyên PDK û YNKê û herwiha hikûmetê jî.’’
Çalakvanên biwarê jinan jî rexne li kabîneya Dr. Berhem digrin û dibên kabîneya nû pir ber bi paş de vegeriya ye. Çalakvanê biwarê mafê jinan Ala Kemal, da zanîn ku kabîneya şeşem jin piştgweh xistine û domand: ‘’Dr. Berhem di yekem pêngav de nikarî karnameya xwe cîbicîh bike, derket ku Nêçîrvan Barzanî zêdetir ji Dr. Berhem girîngî bi pirsa jinan dida.’’
Derbarê rêjeya kêm a jinan di kabîneya nû de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih di daxwiyaniyeke taybet de bo Rûdawnetê got: ‘’Em dikarin di nav hikûmetê de û di gelek warên din de desthilateke zêdetir bidin jinan.’’
Di kabîneya pêncem de sê jin wezîr bûn, lê di kabîneya nû de tenê yek jin wezîr e û ew jî berendama Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
No comments:
Post a Comment