
Rûdawnet – Taybet: Serokê Konseya Serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragehand ku bi awayekî erênî berê xwe dide daxwiyaniyên Nêçîrvan Barzanî û derbarê serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê de jî herçiqas wek ‘’gorankariyeke baş’’ pênase kir lê got: ‘’Mebesta wê serdanê xapandina Kurd û veqetandina Kerkûkê ye ji Herêma Kurdistanê.’’
Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî dema karê wî biqede bi dû rojan wek Serokwezîrê Kurdistanê daxwiyaniyek da Rûdawê û di çarçoveya ‘’Vebûna Demokratîk’’, qebulkirina Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd de piştîvaniya xwe bo pêngavên Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê pêşan da.
Barzanî, şandina Grubên Aştiyê ji aliyê PKKê ve bo Tirkiyê (19.10.2009) wek ‘’pêngaveke girîng û pîroz’’ nirxand, lê rexne li wan Kurdan girtin ku bûn sedema hejandina raya giştî ya Tirkiyê û guşara şovenîstan li ser Hikûmeta Tirkiyê û daxwaz ji PKKê kir dest ji kirdarên provaktîf berde ku dikevin xizmeta dijminên wê pêvajoyê.
Daxwiyaniya Barzanî di medya Tirk û ya cîhanê de jî gelekî deng veda. Karayilan di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê diyar kir ku bi awayekî erênî berê xwe dide daxwiyaniyên Nêçîrvan Barzanî û got daxwiyanî ‘’baş’’ bûn, lê medya Tirkiyê destkarî di daxwiyaniyên Barzanî de kir.
Karayilan pêdagirî li ser wê yekê kir ku mebesta wan bi avêtina wê pêngavê bo derbaskirina rewşa sekinî û nermkirina wê bûye lê ‘’di encam de rewş hesastir bû’’ û got; ‘’Niha tengaviyek çêbûye û em hewl didin çareseriyekê jê re bibînin. Bi rastî hîç amadekarî û planeke me nebû bo wêya sedan hezar kes ji Silopî heta bi Diyarbekirê werin pêşwaziya wan herdû gruban. Herwiha planeke wiha ya DTPê jî nebû. Divabû zêdetir em bi dîqat bûna. Ji bo têkneçûna zemîneya aştiyê ji wan 8 gerîllayên me şandine yek ji wan jî tevî şer nebûne.’’
Murat Karayilan da zanîn ku di mesela şandina grubên aştiyê de bandora Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî hebûye û domand: ‘’Ew jî agahdar bû. Wî em pal dan û got ew pêngaveke baş bû. Navbirî da xwiyakirin ku ew çar nameyên bi Grubên Aştiyê re şandine ji Serokkomar, Parlamen, Hikûmet û Artêşa Tirkiyê re, gihane destên wan.
Piştî girtina Abdullah Ocalan di sala 1999an de, Karayilan di nav PKKê de wek kesê yekem tê naskirin. Karayilan li baregehê partiya xwe li Qendîlê behsa serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir ku di 30.10.2009an de giha Herêma Kurdistanê û got: ‘’Prensîbên berê yên Tirkiyê, di siyaseta Davutoglu de nînin. Wate ew dikare were Hewlêr û herwiha dikare were Qendîlê jî, ger ji MHPê netirse.’’
Karayilan da zanîn ku ev gorankariyeke ‘’baş’’ e û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Tirkiye dixwaze konsolxanê li Hewlêr û Kerkûkê jî veke û wê ji Kurdistanê veqetîne. Davutoglu dixwaze ji Kurdan re bibêje dest ji Kerkûkê berdin.’’
No comments:
Post a Comment