
Rûdaw – Taybet: Serokê Bizava Goran Noşîrwan Mistefa rexne li awayê pêkanîna kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girt ku bi heman sîstema siyasî ya kabîneya pêncem hatiye danîn û got: "Bawer nakim kabîneya nû bi tevahî bikaribe erkên xwe cîbicîh bike."
Noşîrwan Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê behsa şêwazê pêkanîna kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku hefteya borî bi serokatiya Dr. Berhem Salih hat ragehandin kir û got ji dêlva kesê rasipardî bo pêkanîna hikûmetê bi xwe wezîrên xwe destnîşan bikin, herdû polîtburo yên YNK û PDKê pêşwext wezîr amade kiribûn: "Vê carê jî wek carên berê herdû polîtburoyan navê wezîran amade kirine û dane serok û cîgirê serokê hikûmetê. Ev heman sîstema siyasî yê berê ye, loma bi guman im kabîneya nû bikaribe kar û erkên xwe bi tevahî cîbicîh bike."
Herwiha Noşîrwan Mistefa ragihand ku pêwist e ne polîtburo lê parlamen û Encûmenê Wezîran cihê derxistina biryarên siyasî bin: "Bi baweriya min asayî ye ku hemû wezîr hizbî bin, qet ne girîng e teknokrat bin yan na lê divê siyasî û xwediyê desthilata biryardayînê bin lewre divê ji niha û pêde biryarên siyasî ji aliyê Encûmenê Wezîran ve bên sitandin ne ji aliyê polîtburoyan ve."
Li gor Noşîrwan Mistefa, diva bû kesên bihêztir tevî hikûmetê bibûna: "Pêwîst bû ewên dixwazin beşdariyê di biryara siyasî de bikin, bi xwe di parlamen û hikûmetê de jî beşdariyê bikin."
Derbarê hilbijartinan de jî, Serokê Bizava Goran Noşîrwan Mistefa daxwiyand ku Bizava Goran wê bi lîsteke serbixwe tevî hilbijartinên Kerkûkê bibe. Herwiha derheqê awayê birêveçûna hilbijartinên dahatû yên Parlamenê Iraqê ku biryar e di 16.01.2010an de bên kirin û bûne sedemê germbûna gotûbêjan nemaze liser yasaya hilbijartinan, rewşa Kerkûkê, lîsta vekirî yan daxistî û gelo Iraq wê wek berê hemû wek yek bazin bê jimartin yan her parêzgehek wê bazinek be, Noşîrwan Mistefa bo Rûdawê daxwiyand: " Di hilbijartinên Iraqê de em li gel lîsta vekirî û firebaziniyê ne yanî her parêzgeheke Iraqê lîsta xwe ya taybet hebe."
Wek tê zanîn PDK û YNK li gel lîsta daxistî û kirina Iraqê wek yek bazinê ne.
No comments:
Post a Comment