Monday, November 2, 2009

Seydaoglu: Tirk Hatin Ser Xeta Kurdan


02-11-2009

Rûdawnet - EuroKurd News:

Parlementerê berê yê Partiya Dayika Niştimanî (ANAP) yê Diyarbekirê Sebgetullah Seydaoglu di bernameya Bergehê ya ASOsat TV de bi birêvebiriya Rojnamevan Cemal Batun, diyarkir ku piştî bi dehên salan Tirk hatine ser xeta Kurdan û Herêma Federe ya Kurdistanê bi awayekî fermî qebûlkirin e û ev yek wek serkeftin û serfiraziya Kurdistanê binavkir. Ev rûdana dîrokî li Kurdan pîroz kir... Di bernameya Bergeh de amadekar û birêvebir rojnamevan Cemal Batun li gel panelîstê Bergehê rojnamevan Abit Gurses buyerên girîng ên hefteya derbasbûyî li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin. Hevdîtina Serokwezîr Erdogan û Serfermandarê Eskerî Ilker Başbug girtin destan û rewşa dijber a ku niha di navbera desthilata siyasî ya AK Partî û hewldana têkdanên eskeran a jiyana siyasî û herweha bêdengiya mixalefeta Tirk şîrove kirin. Batun û Gurses herweha seredana Wezîrê Derve yê Tirkiye Ahmed Davutoglu a paytexta Kurdistanê Hewlêrê, hevdîtinên wî li pêş ala rengîn a Kurd li gel Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, li gel Serokwezîr Dr. Berhem Salih û Serokwezîrê kevn Nêcîrvan Barzanî wek bûyerên dîrokî li qelem dan. Parlementerê kevn ê Diyarbekirê Sebgetullah Seydaoglu bi rêya telefonê beşdarî bernameya Bergehê bû û mesajên girîng dan. Seydaoglu da eşkerekirin ku "Siyaseta AK Partî di pirsa Kurd de ji hikûmetên berê yên Tirkiye cuda ye. AK Partî di hewldanên xwe de samîmî ye, dixwaze dawiyê ji tradisyona eskerî-desthilatî ya Tirkiye re bîne, doza Ergenekonê, têkiliyên li gel Kurdistanê, pêvajoya vebûna demokratîk gavên berbicav ên vê pêvajoyê ne. Seydaoglu herweha got ku esaleta Kurdan û ya Tirkan ne wekî hevdû ye. Tirk tevlî cepên xwe xwedî tradisyonek êrîşkar, dagîrker, nîjadperest û perwerdeyeke hov a kevnare ne. Kurd miletek mezlûm e û daxwaza mafên xwe yên rewa û demokrasiyê dike. Bi ser vê yekê de, pêşwaziya grubên aştiyê yên Mexmûrê û Qandilê heta deriyê Xaburê rast, lê ji deriyê xabur heta Diyarbekrê wekî mibalexe û şow binavkir. Gerek Kurd pêvajoya aştiyê gelek zanyar, zîrekane bikar bînin. Hatina gruba 34 kesan, wekî ku serfiraziyek gelek mezin bidest ketiye nenirxînin. Hîn tu tiştek destkeftî gava nehatiye dîtin, divê mibalexe neyête kirin... Herweha Seydaoglu di pêkanîna yekîtiyek Kurd de kiryarên DTP ne gelek erênî nirxand. Seydaoglu got ku, gava ez wekî kesayetiyek ku parlementerî kirî, di pirsa Kurd de gelek aktîv, di hilbijartin dawiyê bi xwe de ji 10 hezaran zêdetir deng wekî kandîtek serbixwe girtî neyêm vexwendinên civînên DTP organîze dike, cawa ew dikarin bibêjin em Kurdan li derdora xwe kom dikin. Rast e pirsa Kurd, pirsek mezin e-pirsa 30 milyon Kurd, 10 milyon hilbijêr tenê li Bakurê Kurdistanê ye-ji DTP gelek mezintir e. Di vê carcoweyê de ez carek din dibêjim Kurdistan dozek rewa ye, Kurd miletek demokrasiyê dixwaze û dê serbikevin. Seredana Davutoglu a Kurdistanê nîşana vê yekê ye. Piştî 10 salan înkar, piştî 10 salan nizanim xetên sor, nizanim neqbûlî va ye rastî li ber cavan e. Kurdistan bi awayek fermî hatiye qebûlkirin. Davutoglu ne tenê wekî wezîrek cû paytext Hewlêrê, li pêş ala rengîn wekî nunerê hukimetê, wekî nunerê dewletê, wekî nunerê Mili Guvenlik Kurulu beşdar bû. Ev serkeftina Kurdistanê ye- Em divê siyaseta kek Mesud Barzanî wekî roniya cavên xwe biparêzin, Kurdistanê wekî roniya cavê xwe biparêzin... Ez wê serkeftinê li Kurdistanê û Kurdan pîroz dikim..." Di bernameya Bergehê de ji Kurdistanê siyasetmedar Dara Bilek jî bi rêya telefonê amadeyî kir. Bilek diyarkir ku seredana Davutoglu ya Kurdistanê îflasa siyaseta Tirkiye ya înkar a Kurdistanê bû ye. Herweha ev bûyer di eslê xwe de ji Tirkiye re jî, ji Kurdistanê re jî wekî pêngavek bixêr binav kir. Bilek got ku vebûna Kurd di hefteyên pêşya me de dê zêdetir zelal bibe û siyaseta AK Partî jî di vê derbareyê de baştir bête zanîn...

No comments:

Post a Comment