Sunday, November 1, 2009

Roj TV: Parlementera Swêd Kakebawe: Divê Tirkiye mafê mirovan biparêze

Parlementera Swêd Kakebawe: Divê Tirkiye mafê mirovan biparêze
Parlementera Partiya Çepgir ya Swêdê Emîne Kakebawe, derbarê hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd û şandina komên aşitiyê de diyar kir ku divê Tirkiye mafê mirovan biparêze.

Endama Parlementera Swêdê ya Partiya Çepgir Emîne Kakebawe, di hatina Herêma Kurdistana Federal derbarê çareseriya pirsgirêka kurd û şandina komên aşitiyê de nerînên xwe ji ajansa me DÎHA’yê re vegot. Kakebawe, ji Tirkiye’yê xwest ku mafên mirovan binpê neke û diyar kir ku ketina Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiye û YE'ê pir girîng dît. Kakebawe, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye mafê mirovan binpê dike nikare têkeve YE'ê û wiha got: "Binpêkirina mafê mirovan li pêşiya Tirkiyeyê dibe astengiya ketina YE'yê. Tirkiye herî zêde mafê gelê kurd binpê dike. Ne tenê mafê kurdan, her wiha nêzîkî milyonek ermenî kuştin. Hem dike û hem jî kirina xwe înkar dike. Hemû mafê kurdan binpê dike. Hemû mafê kurdan ên wekî çand, ziman, perwerde û hwd înkar dike."

‘Tirkiye di nava hewildanên xapandina kurdan deye'

Parlementera Swêdê Kakebawe ku eslê xwe kurd e, bal kişand ser girîngiya pirsgirêka kurd û anî ku rayedarên Tirkiye di çareseriya pirsgirêka kurd de ne durist in. Kakebawe, da zanîn ku her çendî pirsigirêka kurd pirsgirêkekî çandî, siyasî û navneteweyî ye jî, dîsa rayedarên dewleta Tirkiyeyê dixwazin bi vekirina televîzyon û rojnameyên kurdî kurdan bixapîne. Kakebawe, derbirî ku pirsgirêka kurd pirsgirêkekî pir mezin û berfirehe û wiha dom kir: "Tirkiye dixwaze pirsgirêka kurd bi televîzyon û çareser bike û kurdan ji hemû mafê wan ên din dûr bixe."

‘Mafê kurdan li Îran û Sûriyeyê jî têne binpêkirin’

Kakebawe, têkildarî pirsgirêka kurd a Îran û Sûriyeyê jî axivî û destnîşan kir ku li Sûriye û Îranê jî mafê kurdan tê binpêkirin. Kakebave, bibîrxist ku her çiqas li Tirkiyeyê hemû mafê kurdan tê binpêkirin jî kurd heta dawî doza mafê xwe dikin. Kakebawe bal kişand ser zagonên Tirkiyeyê û anî ziman ku zagonê Tirkiyeyê yek nasname, yek ziman û yek çandê diparêze. Kakebave wiha axivî: "Di zagona Tirkiyeyê de tenê tirk derbas dibe. Yeknîjadî tê parastin û kurd, tune têne hesibandin. Mafê kurdan tê binpêkirin. Her wiha mafê kurên Îran û Suriyeyê jî têne binpê kirin."

‘Guleya ku li Ceylana 12 salî ket ji asîman daneket’

Parlementer Emîne Kakebawe bal kişand ser şandina komên aştiyê û derbiri ku PKK'ê heta niha gelek çaran agirbest îlan kiriye, lê Tirkiyeyê agirbest bê bersiv hiştine. Kakebave, wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK'ê gelek çaran yekalî agirbest îlan kir. Lê dîsa jî rayedarên Tirkiyeyê gelê kurd ê hejar û cotyar di bin bombabaranê de hişt. Çend hefte berê li Amedê Ceylana 12 salî qetil kirin. Guleya li Ceylana 12 salî ket ji asîmanan daneket. Ligel mafê kurdan tê binpêkirin, kurd dîsa aştiyê dixwazin. Dîsa 34 kesên bi salane ji bo mafên gelê xwe têdikoşin, xwe birçî dihêlin û di nava hemû zehmetiyan de dijîn, ji bo aştiyek mayinde hatin Tirkiyeyê. Ev pêngaveke pir girînge. Li hemberî vê yekê gelo Tirkiye çi kir?"

No comments:

Post a Comment