Sunday, November 1, 2009

Roj TV: Parlementera DTP'ê Bayindir: Kesên xwînmij destûr nadin aştiyê

Parlementera DTP'ê Bayindir: Kesên xwînmij destûr nadin aştiyê
Parlementera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, di konsera di çarocaveya 1'emîn Mihrîcana Zeytûnan ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve hate lidarxistin de diyar kir ku kesên xwînmij destûr nadin aştiyê û wiha got: "Ew winda û kuştinên faîlên wan ne diyar fam nakin. Ew tenê kuştina Ugur, Ceylan û zarokên din fam dikin.

Di çarçoveya 1'emîn Mihrîcana Zeytûnan a ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve pêk tê bi konserê dom kir. Di konsera ku li ber Dibistana Barbaras pêk hat de ligel Parlementera DTP'ê sevahîr Bayindir, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel û rêveberên DTP'ê nêzî 2 hezar kesî amade bûn. Di konserê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Konfederalîzma Demokatîk hatin rakirin û dirûşmeya "Bijî serok Apo" hate berz kirin. Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel axaftina vekirinê kir û diyar kir ku yekem care li Dêrikê mihrîcana zeytûnan pêk tînin. Demîrel, anî ziman ku dibe heta niha xebatek gelek mezin nekiribe, lê berî her tiştî nava navçeyê paqij kirine.

'Em dê bi şitla zeytûnê aştiyê li her derê belav bikin'

Parlementera DTP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir jî axaftinek kir û diyar kir ku ew dê bi şitla zeytûnê destê xwe yê aştiyê dirêjî her derê bikin û aştiyê li her derê belav bikin. Bayirdir, anî ziman ku li Tirkiyeyê kesên xwînmij destûrê nadin ku rê li pêşiya aştiyê vebe û wiha got: "Komên aştiyê ji aliyê kurdan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin, lê mixabin CHP'ê û partiyên din ev yek tehamul nekirin û aştî nexwestin. Ew winda û kuştinên faîlên wan nediyar nas nakin. Ew tenê kuştina Uguran û Ceylanan zanin.

'Ji bo hûn vî gelî bikujin we çend îmze avêtiye?'

Bayindir, bang li hikûmetê jî kir û anî ziman ku ji bo gelê kurd tune bikin her tim di nava hewildanan dene. Baydemîr wiha axivî: "Em ji hikûmetê dipirsin heta niha ji bo hûn gelê kurd tune bikin we çend îmze kom kirine. Em dibêjin hişê xwe bidin serê xwe. Em dibêjin ji bo biratî û aştiyê têbikoşin. Bila AKP û CHP vî gelî fam bike. Bila guh bidin daxwazên wan û bi wan re rûnên. Gel dibêje vîna min Brêz Abdullah Ocalan e. Dibêje qasitê aştiyê li Îmralî ye."

Mihrîcanê bi konsera hunermend Mehmet Atli û Seyda Perînçek heta saet derengê şevê dom kir.

No comments:

Post a Comment