Sunday, November 1, 2009

Roj TV : 'Platforma Kedkarî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd' hate avakirin

'Platforma Kedkarî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd' hate avakirin
Li Edeneyê bi boneya piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, Platforma Kedkarî ya Çareseriya Pirsgirêka Kurd, hate avakirin. Platform ji bo xwe bi raya giştî bide naskirin, ji Qada 5 Ocak heta Parqa Înonu meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de endam û rêveberên sasî û rêxistinên KESK, DÎSK, TMMOB, ÎHD, PSAKD, Malên Gel, Ked û Azadî, AKADER, TOP, ESP, Rastiya Tirkiyeyê, Hewildana DÎP'ê, SP, EMEP, DTP, ODP û SFK amade bûn. Girseyê di meşê de pankarta "Em ji çareseriya pirsgirêka kurd re çareseriya kedkarî dixwazin" vekirin û bênavber dirûşmeya "Bijî biratîya gelan", "Bijî biratiya gelan", "Ji şer re na, aştî hema niha", "Ne ji şer re, ji kedkaran re butçe" berz kirin. Li ser navê platformê Berdevkê Demê yê KESK'ê Mehmet Antmen daxuyanî xwend. Antmen, bal kişand ser hatina komên aştiyê û diyar kir ku pêşwazîkirina gelê kurd a komên aştiyê gelek derdor aciz kirine û wiha got: "Bi vê hewildana kurdan a aştiyê re êrîşên li ser DTP'ê û hêzên demokrasiyê zêde bûn. Bi komên aştiyê re êrîşên CHP'ê û MHP'ê jî zêde bûne."

'Divê dawî li operasyonan bê'

Artmen, anî ziman ku ji bo aştiyek mayinde pêk were divê berî her tiştî dawî li operasyona bê û hêza kedê mezin û xurt bibe. Antmen, destnîşan kur ji bo hêza kedê xurt bibe jî pêdivî bi razemenî û butçeyê heye û xwest dewlet li şûna operasyonan li qada kedê razemeniyê bike. Artmen daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Divê operasyon bi dawî bibin. Divê riya aştî û diyalogê vebe. Divê êrîşa li ser ziman, çand û nasnameya kurd bi dawî bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê nûnerên kurd wekî muhatab bêne qebûl kirin. Divê makezagonek demokratîk û azad bê sazkirin. Divê mafê kurdan ên siyasî û demokratîk ji aliyê zagonan ve bê parastin.

No comments:

Post a Comment