Li Cizîrê ji bo kuştina zarokê 18 mehî çalakiya rûniştinê pêk hat
Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Cizîrê, bi boneya kuştina zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ku ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê hate kuştin şermezar bikin çalakiya rûniştinê li dar xist.
Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Cizîrê, bi armanca kuştina zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ku di çalakiya 9'ê cotmehê de li balkona mala xwe di hembêza diya xwe de bi bombeya gazê ya polîsan hate kuştin şermezar bikin, bi ber avahiya DTP'ê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de Wekilê Şaredarê Cizîrê Ahmet Dalmiş, Endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên reş ku wêneyên Ceylan Onkol û Mehmet Uytun hebû a "Bila kujer bêne darizandin" û "Em qatîlên încekar şermezar dikin" hatin vekirin. Komê di çalakiyê de dovîzên "Di şer de israr, hovîtiya li dijî mirovahiyê ye", "Terora dewletê zarokên me dikije", "Em hişmendiya zarokên me dikujin şermezar dikin" rakirin. Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê Yahya Dalmiş, axaftinek kir û diyar kir ku ew ligel her tiştî aştiyê dixwazin, lê şerxwaz dîsa di şer de israr dikin û zarokên kurdan dikujin. Dalmiş, bal kişand ser kuştina Ceylan Onkol, Mehmet Uytun û Resul Îlçîn û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê kesên demokrasî û aştiyê naxwazin, dest bi terorê kirine. Hêzên ewlehiyê yên dewletê êrîşî ser zarokên kurdan dikin. Ev yek xizmetê ji aştiyê û biratiyê ne nake."
Çalakî piştî axaftinê bi dirûşmeya "Êrîş me têk nabe bi dawî bû."

No comments:
Post a Comment