Operasyonên artêşa tirk jî, nîşan didin ku armanca dewleta tirk neçareserî, tesfiye û tinekirin e.
Artêşa tirk ji 14'ê Nîsanê û pê ve, ji roja biryara bêçalakîtiya leşkerî ya HPG'ê ve, naveber neda operasyonên xwe.
Bîlançoya Cotmehê ya HPG'ê jî, vê yekê piştrast dike.
Tevî ku HPG'ê ti çalakî pêk neanî jî, artêşa tirk li dijî gerîlayan 35 operasyon pêk anîn.
Di van operasyonan de, 13 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
ARTÊŞA TIRK DI COTMEHÊ DE 35 OPERASYON PÊK ANÎN
13 GERÎLAYÊN HPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Gerîlayên HPG'ê ji ber biryara Tevgera Azadiya Kurd, ji 14'ê Adarê û vir ve, derbasî pozîsyona bêçalakîtiya leşkerî bûne.
KCK'ê ji bo alîkariya nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd bike, gelek caran biryara bêçalakîtiya leşkerî dirêj kir.
Lê belê Artêşa tirk di van 7 mehan de, hîç navber neda operasyonên xwe.
Bîlançoya şer ya Cotmehê ya HPG'ê eşkere kirî jî, vê rastiyê piştrast dike.
Li gorî vê bîlançoyê, artêşa tirk di Cotmehê de, 35 operasyonên tinekirinê pêk anîn.
Gerîlayên HPG'ê tevî ku bi hestiyarî tevgeriyan jî, li 4 deveran neçar man şer bikin.
Di encama van şeran de, 13 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Dîsa di Cotmehê de, hêzên artêşên Tirk û Îranê li herêma sînor 2 kurdistanî qetil kirin.
HPG'ê jî, di meha cotmehê de çalakî pêk neanîn.
Lê belê artêşa tirk, li Colemêrg, Dêrsim û Çewligê 7 êrîşên hawanî pêk anîn.
5 ji 27 êrîşên bi topên obus û hawanê jî li Colemergê, 1 jê li Şirnexê, 14 jê li Zapê, 4 jê li Heftanînê û 3 jê jî li Zagrosê pêk hatin.
Ji ber êrîşên hewayî, êrîşên bi topên obus û hawanê di Cotmehê de, zirar li kesên sivîl jî bû û bi dehan heywan telef bûn û li gelek deveran jî agir bi daristanan ket.
Ji ber mayinên artêşa tirk jî, sivîlek birîndar bû.
Li aliyê din, ji artêş tirk vê mehê jî, fîraran dewam kir.
Leşkerekî li Qibrisê ji artêşa tirk re eskerî dikir, ji yekîneya xwe fîrar kir û tevlî nav refên gerîla bû.
EKRANA YAZILABİLİR AMA TOPLU DEGİL HABERDE OKUNAN CÜMLEYE GÖRE ONLA İLGİLİ OLAN BİLGİ VERİLEBİLİR... MONTAJCI BENİ GÖRSÜN........
OPERASYON: 35
ŞER: 4
HEJMARA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎ: 13
HEJMARA SIVÎLÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎ: 2
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ: 7
ÊRÎŞÊN BI TOPÊN OBUS Û HEWANÊ: 27
LI BEJAHIYA MÛŞÊ OPERASYONEKE
BERFIREH DEST PÊ KIR
Artêşa tirk li bejahiya Mûşê dest bi operasyoneke berfireh kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî operasyon li herêma Şenyayla li deverên Çiyayê Serê Spî, Kerengan, Hovît, Zovang û Reyîlê dest pê kiriye.
Gelek helîkopter jî çûn herêma operasyonê û veguhestina eskeran jî dewam dike.
Leşkerên tirk, çûyina zozanan jî qedexe kirin û bi gotina, "eger biçin, ji tiştên biqewimin, wê gundî bi xwe berpirsyar bin" jî gef li gundiyan xwarin.
GERÎLAYÊ HPG'Ê ÎZZETTÎN AKTAŞ
MALBATA AKTAŞ JI BO CENAZEYÊ KURÊ
XWE BIGIRE ÇÛ ROJHILATÊ KURDISTANÊ
HPG'ê dabû zanîn ku di 16'ê Cotmehê de li herêma sînorê Îranê şereke qewimîbû, 3 gerîla û welatparêzekî jiyana xwe ji dest daye.
Ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dabûn, yek ji wan jî Îzzetîn Aktaş bi navê kod Erdal Botan bû.
Malbata Aktaş jî piştî girtina agahiyê, ji bo cenaze bigire kete nava tevgerê.
Malbata Aktaş a li gundê Şirnexê Qesrikê dijî, ji bo cenaze bigire, çû bajarê Rojhilatê Kurdistan Urmiyeyê.
No comments:
Post a Comment