HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Wezîrê Karên Derveyê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu û Wezîrê Bazirganiya Derve Çağlayan hatin başûrê Kurdistanê.
Davutoğlu û Çağlayan hatin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li vir dê tevli Foruma Kar yê karsazên her du aliyan bibin. Çavlirêyê ku, wezîr dê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Berhem Salih û hinek wezîran re werin ba hev.
Li gorî agahiyan vekirina konsulxaneya Hewlêr, pêşvekirina pirsa kurd, bi Herêma Kurdistanê re Sîstema Karanîna Hevpar bikaranîn, bi tevli bûna karsazên her du aliyên sînor “Herêma Bazirganiya Hevpar” avakirin, xwesteka vekirina hinek şûbeyên bankayan tirk û pêşxistina bazirganî bi du alî heye.
Wezîr dê bi 70 karsazan re bêne Herêma Kurdistanê û çavlirêye ku, roja Şemî bo vekirina konsulxaneya Musilê derbasî Musilê bibin.
B.Salih:"Em amade ne bi her awayî hevkariya rêlibervekirina kurdî bikin"
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih ragihand ku serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoxlû ya bo Hewlêrê rûdaneke dîrokî ye.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih ji Ajansa Nûçeyan ya Cîhanê re got:” Bi vê serdanê, dê rê li ber rêkeftinên mezin vebe. Serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê yê bo Hewlêrê rûdaneke mezin e, girîngiyeke wê pir mezin heye. Emê vî di asteke bilind de pêşwazî li wî bikin. Hatina Davûtoxlû dê rê li ber morkirina rêkeftinên girîng veke. Serdana dê bibe sedem pêşveçûna têkiliyên navbeyna herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, bo nimûne dê têkiliyên aborî yên navbeyna herdu aliyan zêdetir pêş ve biçin.”
Salih got:” Serokê herêmê birêz Mesûd Barzanî bi xwe jî pûte bi vê serdanê dide. Jixwe ew bi xwe jî di vê mijarê de axiviye. Min di merasîma destbikarkirina kabîneya şeşê ya hikûmeta herêmê de qala girîngiya xurtkirina têkiliyên herdu aliyan kir. Divê têkiliyên me bên bihêzkirin.”
Salih derbarê “rêlibervekirina kurdî li Tirkiyeyê” de got:” Hikûmeta Tirkiyeyê di vê mijarê de gelek rê biriye, rêlibervekirian kurdî karekî pir girîng e. Ev bûyereke mezin e. Ev proses di berjewendiya herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn deye. Em piştgirî li vê prosesê dikin û em amade ne bi her awayî hevkariya vê prosesê bikin.”
Hêjayê gotinê ye: wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoxlû dê sibê tevî şandeyeke bilind ku 70 karsaz jî tê de hene, serdana Hewlêra paytexta Kurdistanê bikin. (ajansan)
No comments:
Post a Comment