AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Cenazeyên Endamên HPG'ê Hacî Yuce (Hamza Derîk) û Erdal Yildizoz (Bager Andok) ên li Çewlîkê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. Wekîlê Serokê Koma DTP'ê ya Parlementoyê û Parlementerê DTP'ê yê Amedê Salahattîn Demîrtaş, diyar kir ku hewildana AKP'ê hewildana vekirina goran e û got: "Kesên wateyê nede kêfa kurdan, nikarin êş û azara kurdan jî fam bikin."
Cenazeyên Endamên HPG'ê Hacî Yuce (Hamza Derîk) û Erdal Yildizoz (Bager Andok) ên li Çewlîkê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. Wekîlê Serokê Koma DTP'ê ya Parlementoyê û Parlementerê DTP'ê yê Amedê Salahattîn Demîrtaş, diyar kir ku hewildana AKP'ê hewildana vekirina goran e û got: "Kesên wateyê nede kêfa kurdan, nikarin êş û azara kurdan jî fam bikin."
Malbatên Yuce û Yildizoz, cenazeyên Endamên HPG'ê Hacî Yuce (Hamza Derîk) û Erdal Yildizoz (Bager Andok) ên li gel 3 HPG'iyên din di operasyona leşkerî ya 24'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn ji Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê gittin û anîn Amedê. Malatên Yuce û Yildizoz, piştî cenazeyên zarokên xwe ji Elezîzê girtin anîn Goristana Yenîkoy û ji aliyê hezaran kesî ve definkirin. Di merasima cenazeyan de wêneyên 5 endamên HPG'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin rakirin. Di torena ku bi hezaran kes beşdar bibûn de Parlementerê DTP'ê yê Amedê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel û gelek nûnerên saziyên sivîl jî amade bûn. Girseyê piştî li Mizgefta Yenîkoy nimêja cenaze kirin darbestên Yuce û Yildizoz bi rengê kesk, sor û zer pêçan û heta goristana Yenîkoy li ser milê xwe hilgirtin. Girseyê, di meşê de dirûşmeya "Şehîd Namirin", "Tolhildan, tolhildan", "Bijî Serok Apo" û "Ey Şehît riya we riya me ye" berz kirin. Girseyê, piştî cenaze definkirin ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.
'Hewildana AKP'ê ya vekirina goran e'
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli, diyar kir ku dîsa dayikên kurd digrîn û wiha got: "Hefteyek berê 100 hezar mirov qasidên aştiyê pêşwazî kirin û peyama aştiyê dan. Me hatina qasidên aştiyê wekî mizgîniya aştiyê hevî kir. Lê mixabin piştî qasidên aştiyê dîsa operasyonan dest pê kir. Mixabin gotina Erdogan a "Bila dayik negirîn tenê ji bo dayikên Tirk bû. Ev 6 mehe PKK'ê agirbest îlan kiriye. Bi dehan gerîlla şehît ketin. Niha bi hezaran di riya wan de dimeşin."
Parlementerê DTP'ê yê Amedê û Wekîlê Serokê Koma DTP'ê ya Parlementoyê Salahattîn Demîrtaş jî helwesta Hikûmeta AKP'ê rexne kir û anî ziman ku hewildana AKP'ê ya çareseriya pirsgirêka kurd, ji kurdan re vekirina goran e.
Demîrtaş, wiha axivî: "Ev vekirina çiye? Kesên kêfa kurdan fam nekin, dê çawa êş û azara kurdan fam bikin? Em ji bo şehîd û hogirên xwe soz didin. Heta ku aştî û azadî were em dê têbikoşin."
Bavê Yildizoz Eyup Yildizoz jî diyar kir ku kurê wî şehîdê kurdistanê ye û got: "Bila serê kurdan sax be."
Malbatên Yuce û Yildizoz, dê sibê li Malên Sersaxiyê yên Dicle ya Dîrekxaneya Baglarê ziyaretan qebûl bikin.
Diya Şervan: Şervanekî min çû 15 hezar şervan hene
Endamê HPG'ê Şerafet Arşiment (Şervan Partîzan) ê di pevçûna li coltarê Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da, li Navçeya Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Diya Arşîment Layîha Arşîment, xwest ku şer bi dawî bibe û wiha got: "Şervanekî min çû lê li çiyayan 15 hezar Şervanên min hene."
Endamê HPG'ê Şerafet Arşîment (Şervan Partîzan) ê di operasyona li coltarên navbera Navçeya Pilemûriyê ya Dêrsîmê û Navçeyên Çêrme Gêxî ya Çewlêkê de li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê hezaran kesî ve hate definkirin. Malbatê piştî cenazeyê Arşîmet ji morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hilgirtin anîn Navçeya Ferqînê ya Amedê. Cenazeyê Arşimed li Navçeya Farqînê ji aliyê konvoya ji sedan wesayîtan pêk dihat hate pêşwazîkirin. Piştre cenaze bi konvoyê birin Mizgefta Karabehlûlbeyê. Di merasima cenaze de esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtîn û tevlî merasima cenaze bûn . Piştî vecîbeyên dînî li mizgeftê xilas kirin cenaze bi 5 hezar kesan ve ber bi Goristana Ferîdonê ve dest bi meşê kir. Girseyê di meşê de gelek posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê, KCK'ê û HPG'ê hatin vekirin û diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehît Namirin", "Em dê derkevîn çiya hesap bipirsin", "PKK gele gel li vire" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" berz kirin.
Cenazeyê Arşîment bi diruşme û lorîkan li Goristana Ferîdonê hate definkirin. Di mersima cenaze de diya Endamê HPG'ê Arşîment Layîha Arşîment, axaftinek kir û diyar kir ku ew bi kurê xwe gelek serbilind û bexteware. Lahiya Arşimet, xwest şer bi dawî bibe û hestên xwe wiha anîn ziman: "Şervanê min gelek bi qîmet bû. Xwazî şervanê min ne 4 mehan, 4 salan ji bo gelê xwe xizmet kiriba. Ev yek tacekî zêre ji bo hemû kesîn nabe nesîp. Îro di serê şehîdê min û malbata min daye. Ez bi Şervanê xwe gelek bi rumetim. Êdî bila şervanê mîn şehîdê dawî be bila êdî xwîn nerije. Îro dehweta şervanê min e. Şervanê min şervanê azadiyê ye. Ji bo gelê xwe canê xwe fida kir. Şervanekî min çû lê belê li çiyayan 15 hezar şervanên min hene. Ez giriyam lê bila dayîkên din negirîn. Dewleta tirk xayîne. Êdî bila ne dayîkên leşkeran ne jî dayîkên gerîllayan bigirîn. "Bavê Endamê HPG'ê Arşîment, Ahmet Arşîment jî wiha got: "Kurê min şehîdê gelê xwe ye. Gel li şehidê xwe xwedî derketiye. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe di tewînin. Hêvîdarim ku ev dê şehîdê dawiyê be." Ziyaretê şînê ya ji bo Endamê HPG'ê Şerafet Arşîment li Mala Sersaxiyê ya Baglarê dê bê qebûl kirin.
Esnafên Kopê dikanên xwe venekirin
Esnafên Navçeya Kopê ya Mûşê, bi boneya hatina cenazeyê Endamê HPG'ê Ziyaddîn Çayir (Çiya Zinar) dikanên xwe venekirin. Welatî ji bo cenaze bê definkirin, ber bi Gundê Kanîsipiyê ve ketin rê.
Malbata Endamê HPG'ê Ziyaddîn Çayir (Çiya Zinar) cenazeyê kurê xwe Çinar ku di oprasyona 24'ê cotmehê de li Çewlîkê li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Elezizê girtin û birin Mûşê. Malbata Çayir, piştî Cenazeyê kurê xwe Çayir birin Navçeya Kopê ya Mûşê dê bi girseyî defin bikin.
Esnafên navçeyê bi boneya hatina cenaze serê sibê dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan hatin girtin û esnafên li Rêxistina DTP'ê ya Kopê kom bûn. Girseya ku li Rêxistina DTP'ê kom bibûn piştî cenazeyê Çayir ji mizgeftê girtin ji bo definkirinê cenaze birin Gundê Kanîsipiyê.
Ji ber israra artêş û hukûmeta Tirk di operasyonên tinekirinê de, hêrsa gelê Kurd radibe..
Şevê din li Edenê li dijî operasyon û zextên li ser gelê Kurd, meşeke protestoyî hat lidarxistin...
Meş li navçeya Seyhanê li taxa Şakirpaşayê pêk hat... Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, israra dewletê ya di operasyonan de ku herî dawî li Çewlikê rê li ber mirina 5 ciwanên Kurd vekir, nerazîbûneke tûnd nîşan dan... Çalakgeran her weha diyar kir ku rayedarên dewletê yên xwe li coşa pêşwazîkirina komên aştiyê ranegirtin, zextên li dijî gelê Kurd zêde bûn. (dîha)
No comments:
Post a Comment