Sunday, November 1, 2009

Hawar Net: Tehdîta Şewba Berazan gihêşt asteke xeter

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Şewba Berezan li Kurdistanê canek girt. Li cîhan û Kurdistanê vîrûsa şewba berzan bi hatina zivistina bi lêzî belav dibe.

Li bakûrê Kurdistanê di gelek bajaran de bi qasê 600 kes nexweşiya bi Şewba Berzan ketin.

Li Amedê kesekê di encama nexweşiya şewba berazan de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya ji Wezareta Tenduristiyê hate kirin de hate derbirîn ku ji 34 kesan jinekê jiyana xwe ji dest da.

Nexweşiya şewba berazan ji ber tedbîr negirtina dewletê li Amedê canek din hilda. Li Amedê ji 34 kesên bi şewba berazan ketine jinekê jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku jinekê jiyana xwe ji dest daye. Demek berî niha li Enqereyê jî kesekê jiyana xwe ji dest dabû. Hejmara kesên ji ber şewba berazan li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane derket du kesan.

Jina bi şêwba berazê mirî hate definkirin

Beşîre Bozkurt 17 roj berê rakiribûne Nexweşxaneya Welidînê ya Amedê lê ji ber li nexweşxaneyê kuvez tunebû sewqî Nexwexaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Firatê kiribûn. Bozkurt piştî welidînê ji ber ku şewba beraz girtiye duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bozkurt bi ambalajekî taybet birin Navçeya Dewletê ya Navçeya Gêlê (Egîl) ya Amedê û li vi defin kirin. Hevserê Beşîre Bozkurt, Salîh Bozkurt diyar kir ku rayedarên nexweşxaneyê berpirsiyarê mirina hevsera wî ne û dê di derheqê van de giliyê bike. Midurê Tendûristiyê yê Bajar Dr. Namik Kemal Kubat jî diyar kir ku kesên destê xwe li cenazeyê Bozkurt dayîn lazim e di demekî kin de serî li saziyên tendûristiyê bidin.

Tedbîr têne girtin

Şaredariya mezin ya Amedê bajêr ji serî heta binî dezenfekte dike. Li gora agahiyên midûrê daîreya tenduristiyê Nedîm Yaşlî ev hefteyek e bi dehan tîm, xwendegeh, malzarok, mexaze, sînema, garajên otobus û minîbusan, tuvaletên umûmî, mizgeft, dêr, wargehên xwendekaran, mazata heywanan û hemû cîh û deverên xelk lê dicive, dezenefekte dikin.

Cîhan ji ber şewba berazan bêzar e


Buhayê şewba berazan ê peran ji fikara şewba berazan kêmtir nîn e. Li gor texmînan bi kêmanî lêçûna şewbê 4.4 trilyon dolar e.


Li ser mijarê saziyên bîr û boçûn û Bankaya Cîhanê li ser mijarê rapor amade kir. Di raporê de tê gotin ku bi kêmanî 4,4 trilyon dolar li şewbê diçe.


Saziya bîr-boçûna xweser ya Awustralyayê ku bi navê ''Lowy Institute for International Policy'' tê nasîn dide zanîn ku ji ber vê nexweşiyê di sala 2006’an de hilberîn ji sedî yek kêm bûye. Ango maliyeta wê ya ji bo cîhanê 330 milyar dolar bûye. Li gorî vê texmînê bi pêşketina şewbê dê ji sedî 12,6 hilberîn kêm bibe ku berdêla vê ya bi peran dike 4.4 trîlyon dolar. Bankaya Cîhanê jî par li gorî senaryaya herî xirab nexweşiyeke şewba berazan maliyeta wê ya ji bo cîhanê 3 trîlyon dolar e. Di senaryayê de tê diyarkirin ku bi kêmanî dê 70 milyon kes bimirin.
Her wiha şîrketa sigortayê ya Allîanz û RWI’yê bi lêkolînan derxist holê ku maliyeta şewba berazan ya li Almanyayê 40 milyar ewro ye. Nexweşiya SARS a di sala 2003’yan de li Çînê derket û li 25 welatan belav bû ji ber wê 775 kes mirin û bandor li 8 hezar kesî kir, li herêma Asya-Pasîfîkê 40 milyar dolar bû.

Şewba Berazan

Şewba berzan dişibe wek nezeleyeke normal. Dest şûştin, maske bi karanîn xetera belav bûnê kêm dike. Niha derziyek heye. Ji şewba çûkan xetertir e. Piştî şewba çûkan û sars cîhan niha din tehdîta vîrûseke nû de ye. Pisporan diyar dikin ku vîrûsa han ji vîrûsa şewba çûkan xetertir e. Ji ber ku ev vîrûs dikare ji mirovan derbasû mirovan be û dikare xwe pir zû veguherîne.

Zêdetir bi koxîn, verişîn û agira bilind xwe nîşan dide.

Ji bo parastinê

- Zêde neçin nav qelebelixan.

- Hûn dikarin maskeyê bikarbînin.

- Ger delfeta we hebe derzî bibin.

- Zêdetir meywe biixwin û zêdetir tiştên bi av vexwin.

- Di her delfetê de destên xwe bişon an jî desmalên bi alkol-kolonya paqij bikin.

Şewba Çûkan

Wek tê zanîn di sala 2006'an de şewba çûkan ku pêşî li welatên asyayê de derketibû holê û bi lez belavbûna vîrusa şewba çûka li seranserê Ewrûpayê bû bû sebebê tirseka mezin.YEyê ji Tirkîyeyê kirîna goşt rawestandi bû Li tirkîye rayedaren fermî daxûyanîya "xetera şewba çûkan nemaye" dikirin ku li bajarê Kurdistana Bakûr Agirî-Bazîdê ji malbatekê 3 xwişk û bira ji Vîrusa şewba çûkan (H5N1) mirin. (Hawarnet.com)

Nexşeya belav bûna şewba berzan


© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment