Saturday, October 31, 2009

Barzanî: Em Naxwazin Êdî Xwîna Gencên Kurd û Tirk Birije

30-10-2009

Rûdawnet – Hewlêr: Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di kongreyeke hevbeş a çapemeniyê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ragehand ku piştîvaniya siyaseta 'Vebûna Kurd' a Hikûmeta Tirkiyê dikin û domand: ''Em naxwazin êdî xwîna hîç gencekî Kurd û Tirk birije.''

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ligel şanda pêre îro ber êvarkî gihiştin Hewlêrê. Davutoglu, piştî bêhnvedaneke kurt ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî civiya. Di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, Serokê Parlamenê Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî, Nêçîrvan Barzanî û jimareyeke din a rayedarên hikûmî jî amade bûn.

Piştî civînê di kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş de Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî destpêkê bixêrhatina şanda mêvan kir û got: ''Ez bixêrhatina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Prof. Ahmet Davutoglu dikim, ev serdan pir girîng e û dibe hevkar bo pêşketina peywendiyan ligel Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.''

Barzanî, di pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rola Davutoglu bilind nirxand û wiha axifî: ''Herêma Kurdistanê dikare bo Tirkiyê bibe pirek da ber bi Iraqê here, ji ber di meselên ewlekariyê de tu pirsgirêkên wê nînin û herêm aram e. Herwiha ji bo pêşxistina peywendiyên me vekirina Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê pir girîng e. Îro navçe di qonaxeke hestyar re derbas dibe û rolê Tirkiyê pir girîng e ku peywendiyên me yên pêre bi pêşkevin.''

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî amaje bi siyaseta niha ya Tirkiyê derbarê pirsgirêka Kurd de jî da û pêde çû: ''Ez dixwazim di vir de behsa siyaseta Hikûmeta Tirkiyê jî bikim, bi baweriya min ev siyaseteke rastteqîne ye bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê. Bi hemû awayekî em piştîvaniya vê siyasetê dikin û em amade ne hemû alîkariyekê jî bikin. Êdî em naxwazin xwîna hîç gencekî Kurd û Tirk birije.''

Di kongreya çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî wiha peyivî: ''Pir kêfxweşim ku îro serdana Herêma Kurdistanê dikim û vêderê wek mala xwe dibînim. Herwiha bo wê pêşwaziya germ jî pir xweşhalim û sipasiya Serok Barzanî dikim.''

Davutoglu wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ''Vîzyoneke me ya hevbeş heye û bo me û Rojhilata Navîn jî girîng e. Tirkiye dixwaze Rojhilateke Navîn a nû dirust bike ligel Tirk, Ereb, Kurd, Fars, Şî'e û Sunne. Jiber wêya çar pêkhate li Iraqê hene bo me pir girîng e. Em tehdîdeke ewlekarî ya ser İraqê wek tehdîda ser xwe dizanin. Li gor wê rastiya li Rojhilata Navîn heye pêwistiya me bi piştîvaniya Kurd heye. Herwiha ev serdaneke dîrokî ye û niha wextê wê hatiye em pêngavên pêwist bavêjin. Peyama me bo hemû biraderên Kurd, Ereb û Turkmenên li Iraqê ew e careke din navçeyê bi hev re avadan bikin.''

Li ser pirsekê derbarê peywendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de jî Barzanî wiha bersiv da: ''Ez hebûna pirsgirêkan di peywendiyên me de xwezayî nabînim. Rewşa niha ya peywendiyan xwezayî ye. Ez vêna jî wek pêngaveke girîng dibînim û bawerim wê ber bi pêştir herin. Bi vê serdanê wê peywendî hê baştir bibin. Siyaseta Tirkiyê ya ku di vê dema dawî de dimeşîne rast e û em piştgiriya wê dikin. Hevdîtinên me jî di keşûhewayeke birayetî de derbas bûn.''

Derbarê pirsa tundûtûjiyê de jî Barzanî axaftina xwe wiha qedand: ''Em bi hîç awayekî tundûtûjiyê pesend nakin. Riştina xwîna gencên Tirk û Kurd me diêşîne. Armanca siyaseta Erdogan çareserkirina sedeman e. Em piştgiriya vê pêngava jîrane ya Tirkiyê dikin.''

Biryar e ji bo vekirina Konsolxaneya Tirkiyê li Musilê sibe Ahmet Davutoglu serdana bajer bike û li wir jî hinek hevdîtinan pêk bîne.


No comments:

Post a Comment