Tuesday, October 20, 2009

Komên Aştiyê hatin; Zaxo, Şirnex, Amed, Kurdistan ser pîyaye

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- 29 Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aşityê ji Qendîl û Mexmurê hatin li Derê Sînor yê Haburê piştî îfade dayînê serbest hatin berdan. 5 kes jî bi sedema, "Endamtiya rêxistin" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Endamên komê yên serbest hatîn berdan diyarkirin ku heta hevalên wan neyên berdan dê ji derî veneqetin.


5 endamên Komên Aştiyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin


34 endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê 5 kes bi boneya, "Endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Li ser biryarê bi hezaran kesên li benda koman li ser riya diçe Kurdistana Federal dest bi çalakiyê kir.

Endamên Komên Çareseriya Demokratîk ji Qendîl û Maxmûrê hatin Tirkiyeyê, li Sînorê Xabûrê yê Sîlopî ji aliyê Dozgerên Komarê yên taybet ve îfadeya wan tê stendin.


'Keca min ne ji bo teslîmiyetê, ji bo aşitiyê hat'


Bavê Endama Koma Çareseriya Demokratîk Îskan Yakut Husnu Yakut, nûçeyên çapemeniyê yên wekî "teslîm bûn" bi avayekî tund şermezar kir û diyar kir ku ew ne ji bo teslîm bibin, ji bo aşitiyê hatin û wiha got: "Dewlet dibêje 'PKK ne samîmî ye', Hatina wan samîmîyeta PKK'ê ye."


Komên aşitiyê ku bi Wekîlê Waliyê Şirnexê re hevdîtin çêkirin: Em wekî qasidê aşitiyê hatine


Komên Çareseriya Demokratîk hatin Tirkiyeyê bi Wekîlê Waliyê Şirnexê Abdullah Akdaş re hevdîtin çêkirin. Berdevkê komê Şerîf Gençdag, di hevdîtinê de wiha got: "Em li ser banga rêberê xwe hatin. Ji bo em piştgiriyê bidin pêvajoya aşitiye em li virin. Ew xalên ku em qebûl nakin, em tu carî naxwazin ku ji wan sûd bigrin. Em wekî qasidê aşitiyê li vir in."


Komên Aştiyê daxwazên xwe aşkera kirin

Endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê li Zaxoyê bi daxuyaniyekê daxwaz û hêviyên xwe bi daxuyaniyekê anîn ziman. Di daxuyaniyê de komê daxwazên xwe bi 9 xalan anîn ziman û xwest ku pêşiya aştiyê bê vekirin.

A Kurdish woman flashes a victory sign as she prepares to leave ...

Ji bo piştgiriya Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên li ser bangewaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê li Amed Dêrsim, Stenbol, Mêrdîn, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha, Êlih, Wan, Colemêrg, Bidlîs, Agirî, Qers, Îdir, Mûş, Erdexan û navçeyên van bajaran bi deh hezaran kes daketin qadan û piştgirî dan.

STENBOL: Bi hezaran kes bi armanca piştgiriya Komên Aştiyê li Rawestgeha Taksîmê hatin cem hev. Girseya heta Qada Galatasarayê meşiya, bi daxuyanî, slogan û pankartan piştgirî da komên aştiyê. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dewlet vê gavê baş binirxîne û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî muxatab qebûl bike.

AMED: Li Amedê ji bo pêşwazîkirina Komên Aştiyê li Batikentê bi beşdariya bi hezaran kesan mîtîng hate lidarxistin. Mîtînga hate lidarxistin heta derengiya şevê dest pê kir.

DÊRSIM: DTP'a Dêrsimê daxuyaniyek da çapemeniyê. EMEP, SES, ESP, Egîtîm Sen û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniya li Kuçeya Hunerê bûn. Li ser navê komê Rêvebera DTP'ê ya Dêrsimê Amber Bakiray daxuyanî xwend. Bakiray diyar kir ku kurd wekî duh îro jî aştiyê dixwazin û komên şandî jî daxwaza gelê kurd a aştiyê tîne ziman.

NISÊBÎN-QOSER: Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê jî bi sedan kes bi armanca pêşwazîkirina komên aştiyê ku dê di van navçeyan re derbas bibin, hatin cem hev. Koman bi slogan, tîlîlî û çepikan piştgiriya xwe ya ji bo koman anîn ziman. Li Şemrex, Dêrik, Kerboran, Midyad û gundên derdorê jî bi sedan kes ji bo pêşwazîkirina koman amade ne.

ÎZMÎR: DTP, NÇM, YDGM, ESP û Înîsiyatifa Dayikên Aşitiyê bi armanca komên aştiyê pêşwazî bikin, li ber Rêxistina DTP'ê ya Îzmirê bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Cîgirê Seroka DTP'a Îzmîrê Mehmet Hanîfî Eroglan xwest pêşiya qasidên aştiyê bê vekirin.

MÊRSÎN: Li Mêrsînê şahiya bi armanca pêşwazîkirinê hat lidarxistin. Di şahiya ku li ber Rêxistina DTP'ê ya Mêrsînê pêk hat de hunermendên NÇM'ê stran û girseyê govend girt. Serokê DTP'a Akdenîzê Ahmet Bal diyar kir ku gelê kurd her tim aştî xwestine û dê dîsa di aştiyê de israr bikin.

EDENE: Bi hezaran kesên li Qada 5 Ocakê civiyan, bi pankartên "Aşitî; Welatek, Neteweyek û Ceylanek bû" û "Em qasidê aşitiyê û bangawazê aştiyê silav dikin" dest bi meşê kirin. Li ser navê girseyê Serokê DTP'a Edeneyê Osman Dogan diyar kir ku hemû hewildanên wan ji bo pêşxistina aştiyê ye.


Supporters of Kurdistan Workers Party (PKK) hold pictures of ...


ÎDÎR: DTP'a Idirê li ber avahiya xwe daxuyani da çapemeniyê. Li ser navê komê Cigirê Serokê DTP'a Îdirê Huseyîn Adiguzel diyar kir ku gelê kurd helwesta xwe ya aştiyê nîşanî hemû cihanê daye. Adiguzel, bang hikûmetê kir da ku ji bo aştiyê samîmî be.

TETWAN: Li Tetwana Bedlîsê li Qada Fuarê şahiyek li dar xist. Serokê DTP'a Tetwanê Mehmet Can Demîr, Serokê DTP'a Bedlîsê, Parlamenterê DTP'ê yê Bedlîsê Mehmet Nezîr Karabaş, gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

MÛŞ/ GIMGIM: Li navenda Mûş û navçeya Gimgimê li ber avahiyên DTP'ê şahî hatin lidarxistin. Di axaftinan li şahiyê de bal kişandin ser çareseriya pirsgirêka kurd û komên aştiyê.

BAZÎD: Li Bazîda Agiriyê meşek hate lidarxistin. Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û rêveberên DTP'ê jî tevli meşê bûn. Serokê DTP'a Bazîdê Zekî Çamlibel axaftinek kir û diyar kir ku komên aştiyê yên tên Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin e.

GOLAN: Li Golana Ardahanê daxuyaniyek hate dayîn. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn û li ser navê komê Serokê DTP'a Golanê Mehmet Akîf Tekîn, diyar kir ku komên ji bo aştiyê tên ji bo aştiyekî mayînde şansekî mezin e û helwesta hikûmetê dê pêvajoyê diyar bike.

WAN-ERCÎŞ: Di şahiya ku li ber Garaja Şaredariya Wanê hate li dar xistin, bi hezaran kes hatin cem hev. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, şaredarên navçeyan û rêveberên DTP'ê jî di nav bi hezaran kes hatin cem hev. Li navçeya Ercîşê jî gelek kes li ber Kola Dalanê hatin cem hev. Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser, Serokê DTP'a Ercîşê Velî Avci û komek, dosyayek ku daxwazên gel tê de bûn dan Qeymeqamê Ercîşê. Piştre şahî hat lidarxistin.

ŞEMZÎNAN - ÇELÊ- COLEMÊRG: Bi hezaran kesên ku li ser avahiya DTP'a Colemêrgê hatin cem hev, govend girtin. Di şahiya ku 5 hezar kes beşdar bûn de di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya hatina koman û xwestin rayedar ji bo çareseriya pirsgirêkê, komên tên cidî bigire. Li Gundê Gelîşîmê yê herêma Zerza ya Şemzînanê ku 1'emîn Koma Aştiyê hatibû Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin cem hev. Li ber DTP'a Çelê jî bi heman daxwazê bi hezaran kes civiyan.

QERS: Li avahiya DTP'a Qersê têkildarî hatina komên aştiyê civînek çapemeniyê hate lidarxistin. Civîn bi beşdariya Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Qersê Velî Mukyen, endam û rêveberên rêxistina DTP'ê pêk hat. Rêveberê Rêxistina DTP'ê ya Qersê Oktay Mamay, balkişand ku îro ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd, rojek dîrokî ye û da zanîn ku gelê kurd dê Komên Aştiyên bi awayekî gelek baş pêşwazî bikin.

RIHA: Li navçeyên Sêwerek, Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs, Xelfetî, Hîlwan, Bêlacûk û Hewagyên Rihayê bi pêşengiya DTP'ê ji bo pêşwazîkirina Komên Aştiyê şahî hatin lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî van bernameyan bûn.

ÊLIH: Bi hezaran kesên li ber Şaredariya Êlihê kom bûne li hember dahol û zirneyê govend girtin. Girseya li vir hatiye cem hev bênavber sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Şahî bi beşdariya Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Serokê DTP'a Êlihê Ahmet Sormaz û rexistinên civakî yên sivîl, pêk hat.
Bi armanca pêşwazîkirina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê tên zêdetirî sed hezar kes li Xabûrê civiyan.


Ji serê sibehê ve ji 7 salî bigire heta 70 salî zêdetirî sed hezar kesî bi coşeke mezin bi armanca pêşwazîkirina Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve herikîn. Ji Şirnex û navçeyên wê zêdeyî deh hezar kesî meşiyan qada li rex Garaja Tiran. Welatiyan kincên neteweyî li xwe kirin, bi kesk, sor û zer qada pêşwazîkirinê xemilandin. Girseyê li ber stranên şoreşgerî yên kurdî govend girtin, bênavber sloganên, "Bijî Serok Apo", "Em ji Cudî û Gebarê qehremanên destan nivîsandîn silav dikin", "Rêwiyên aştiyê hûn bi xêr hatin" û "PKK gel e gel li vir e" avêtin. Li qadê alên PKK'ê û posterên mezin ên Ocalan hatin vekirin.
Li konên li qadê hatin vekirin, xwarin hatin dayîn. Ambulansên aîdî şaredariya DTP'î jî li qadê amade bûn.


Komên Aştiyê û Çareseriya Demokratîk ku dê di Deriyê Sînor ê Xaburê de derbas bibe, avahiya îdarî ku dê dozger li vir lêpirsînê bikin, amadekirî bi dawî bûn. Ji bo girtina îfadeyan 5 dozgerên rayedarên taybet û dadgerek li Xabûrê bûn. Ji Şirnexê, Wan û Amedê serokên baroyan hatin Silopiyê û ji bo dema girtina îfadeyan jî zêdetirî 40 parêzer amade ne. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê parêzer Muhsîn Bîlal û Sarokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey dema lêpirsînê dê li wir amade be. Naveroka nameyên koman ji bo rayedarên têkildar anîne ku tê meraqkirin, hate zanîn ku dê nameyên wekî parastinê bidin.
Hiquqnas jî bi hewlesteke xurt li hemberî Xala 221'an derketin komên tên nûnerên çareseriyê ne û wiha gotin: "Parastina me li gorî madeya 221'ê ya di TCK'ê dan ya 'Zagona poşmaniyê' nabe. Ji ber poşman bûne nayên."


Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna, Parlamenter û şaredariyên DTP'î, Parlementerê serbixwe Ufuk Uras, endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, endamên komên aştiyê yên 1999'an hatine Tirkiyeyê û gelek nivîskar û rojnameger amade bûn. Dema rojnameya me çû çapê hêj Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatibûn derbasî Tirkiyeyê nebûbûn.

Felekedîn Kakeyî pêşwazî li çûyîna Grubên Aştiyê kir

Wezîrê kulture yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî pêşwazî li çûyîna Grubên Aştiyê bo Tirkiyeyê kir.

Di daxuyaniyekê de wezîr Felekedîn Kakeyî diyar kir, ew pêşwazî li wê gava grubên ku ji çiyayê Qendîlê û kempa penaberan a Mexmûrê vedigerin Tirkiyeyê dike.
Kakeyî got: “Ez bi navê xwe, hunermend, rewşenbîr û nivîskarên başûrê Kurdistanê pêşwazî li wê destpêşxeriya kurdên bakur ya ji bo aştiyê dikim. Hêvîdar im hikûmeta birêz Recep Tayyîp Erdogan bi şêweyekî birayane û aştiyane pêşwaziya wan gruban bike. Em ji başûr ve hertim hevderd û hevdil in digel prosesa aştixwezên Tirkiyeyê. Careke din spas û rêzê xwe ji birêz serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Partiya AK dikim ku vebûnê bi rûyê kurd de dest pê kirin. Em dilniyane ku ew destpêşxeriya aştiyane ya kurdan hemû aliyan bibe cihê bicihanîna prosesa aştî û azadiyê bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê.

Herweha ez silav û rêzê xwe ji wan herdu grubên aştîxwez, serkirdeyatiya DTP’ê û hemû aştixwezên kurd û tirk re dişînîm.”.

haber baslik

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment