Friday, October 9, 2009

Edîb Polat Derheqa Biryara Dadgehê Diaxife





Edîb Polat

Edîb Polat

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê Kurd Edîb Polat, derbarê biryara dadgeha Tirkîye ya vê dawîyê diaxife. Dadgeha Tawanên Giran ya Dîyarbekirê cezayê salek zindan kirinê dabû Polat, Eren Keskîn û Mûrat Batgî.
Birêz Polat dibêje, jibo bikar anîna peyva Kurdistanê li axaftina mina sala 2006’an ez hatime ceza kirin. Hîngê ez serokê Komela Nivîskarên Kurd li Dîyarbekirê bûm û me xelat dabû bizavkara mafê mirovan, parêzer Eren Keskîn bo xebatên wê yên ser pirsa Kurdî. Ev ceza kirina me nêîşan dide ku, li alîyekî qala çareserîya pirsa Kurdî tê kirin lê, li alîyê din jî em bo peyva Kurdistanê, bi tawana cûdaxwazîyê têne ceza kirin.

hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

çavkani: VOA

No comments:

Post a Comment