Wednesday, October 7, 2009

MUZAFFER AYATA SIYASETMEDARÊ KURD HAT BERDAN

MUZAFFER AYATA SIYASETMEDARÊ KURD HAT BERDAN

Siyasetmedarê Kurd Muzaffer Ayata yê ji 2006'an ve li Almanyayê, di girtîgehê de bû, hate berdan.

Rêveberên YEK-KOM'ê jî di nav de, girseyeke qelebelix li ber girtîgeha Darmşatdê Ayata pêşwazî kir.

Siyasetmedarê Kurd Muzaffer Ayata, sala 2006'an bi îdîaya ku xebatên PKK'ê birêve dibe hatibû girtin...

Ayata 3 salin girtî bû û îro hate berdan.

Rêveberên Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê YEK-KOM'ê jî, tevî girseyeke qelebelix, li ber girtîgeha Darmşatdê Ayata pêşwazî kir.

Ayata tevî girseya qelebelix çû Mala Kurd a Franfurtê û li wir wê ji bo wî xwarinek were dayin.

Siyasetmedarê kurd Mûzaffer Ayata li Tirkiyeyê jî bi sedema damezreneriya PKK'ê, nêzî 21 salan di Girtîgehê de mabû.

çavkani:Roj TV

No comments:

Post a Comment