Thursday, October 22, 2009

Roj TV: 3. KOMA AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK STENBOL XWE JI HEVDÎTINA MEZIN RE AMADE DIKE

3. KOMA AŞTÎ Û ÇARESERIYA DEMOKRATÎK STENBOL XWE JI HEVDÎTINA MEZIN RE AMADE DIKE
Qasidên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê hatin Tirkiyê, li gelek deveran bi coş tên pêşwazîkirin... Niha jî, awirên her kesî zîvirîn ser 3. Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ya Ewrûpayê.... Aştîxwazên li Stenbolê, ji bo pêşwazîkirina qasidên aştiyê, bê navber amadekariyan dikin... Tê payîn ku 3. koma aştiyê bi merasîmeke mezin were pêşwazîkirin..

MENGÎ: DIVÊ DEWLET BERSIVÊ BIDE VÊ GAVÊ Li aliyekî, pêşwazîkirina komên aştiyê li Kurdistanê dewam dike, li aliyê din jî, amadekariyên koma aştiyê ya wê ji Ewrûpayê biçe Tirkiyê jî, didomin.... Bi vê armancê, Paltforma Çareseriya Aştiyane û Demokratîk ya nûnerên 33 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sendîqa û rêxistinên pîşesaziyê pêk tê, li Odeya Muhendisên Makîneyê civîneke çapemeniyê li dar xist... Di civînê de nûnera ESPê Havaaîl Mengî diyar kir ku gelê Kurd bi şandina komên aştiyê semîmiyeta xwe ya ji bo çareseriyê derxist holê û got, divê dewlet jî, bersivê bide vê gavê...

AVCI: PÊŞWAZÎKIRINA KOMÊM AŞTIYÊ NE ŞOW E
LÊ BELÊ HESRETA JI BO AŞTIYÊ YE
Hevserokê DTP'a Stenbolê Mustafa Avci jî, ji ber ku çapemeniya Tirk pêşwazîkirina komên aştiyê weke 'DTP'ê şow dike' binav kirin, nerazîbûn nîşan da.. Avci diyar kir, ku pêşwazîkirina bi heybet tê maneya hesreta ji bo aştiyê û got, em ê vê hesretê bi tevahiya Tirkiyê re parve bikin..

STENBOL XWE JI BO HEVDÎTINA MEZIN
AMADE DIKE
Di merasîma pêşwazîkirinê ya li Stenbolê, Hewldana Hunerê ya ji bo Aştiyê û Kurdên ji Bursa, Kocealî, Edîrne, Tekîrdağ û Kirklareliyê tevlî bibin...

Alîkarê serokê DTP'a Kocealî Nîhat Geyik diyar kir ku wan xebateke mezin daye destpêkirin û got, ew ê bi awayekî bi heybet koma aştiyê pêşwazî bikin...

No comments:

Post a Comment