Monday, October 19, 2009

Grubên Aştiyê: Em Bo Çareseriya Pirsa Kurd û Aştiyê Diçin Tirkiyê


Rûdawnet – Zaxo: Endamên Gruba Aştiyê li Zaxoyê daxwiyaniyek dan çapemeniyê û daxwaz û hêviyên xwe bi 9 xalan rêz kirin. Gruban daxwaz kir ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û pêşiya aştiyê jî bê vekirin. Grubên Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê hatîn Zaxoyê û daxwiyaniyek dan çapemeniyê. Berdevkê Gruba Aştiyê ya Qendîlê Şerîf Gençdag ragehand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke bi rûmet diçin Tirkiyê û got: ''Ji bo pêşiya çareseriyê bê vekirin em li ser bangewaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçin Tirkiyê. Em wek Gruba Aştiyê bi armanca vekirina pêşiya aştiyê diçin Tirkiyê. Em dixwazin xwestekên me di pratîkê de bên bicîhanîn. Em ne bi armanca ku ji xala 221'an sûd wergirin tên Tirkiyê. Em ji bo êdî xwin nerije, dayik negrîn û rê li pêşiya aştî û demokrasiyê vekin tên Tirkiyê. Em bi xwesteka xwe ya azad bo xizmeta aştiyê tên Tirkiyê. Em ne beşek ji pirsgirêkê, di heman demê de em aliyê çareseriyê ne. Tirkiye di pêvajoyeke metirsîdar re derbas dibe.'' Şerîf Gençdag wiha axifî: ''Bi hilbijartina herêmi ya 29ê Adarê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Herçiqas nexşerêya Abdullah Ocalan nehat dan lê dîsan li Tirkiyê niqaşeke berfireh û bandoreke mezin çêkir. Bi nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevî û baweriya aştî û demokrasiyê xurttir bû. Her çiqas tevlîbûna niqaşan a derdorên cuda bi sînor bin jî dewlet û civakê pêdiviya xwe ya lihevhatin û demokrasiyê diyar kiriye. Tevgêra Azadiya Kurd bi fedekariyeke mezin û biryareke xurt pêvajoya bêçalaktiyê berdewam kir. Bi vêna civaka Tirk neçar bû rastiya Kurdan qebûl bike û rûbirûyê vê rastiyê bibe. Van pêşketinan rê li pêşiya niqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û hewildanên demokratîk vekir.'' Berdevkê Grubê Gençdag, da zanîn ku wek Grubên Aştiyê ji bo aşitiyê ketine rê û domand: ''Di pêvajoyeke wiha girîng de, em bawer in çareserî wê bi rêbazên demokratîk were dîtin. Pêşketinên li Tirkiyê rê li pêşiya çareseriyê vekirine. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di heman demê de çareseriya demokrasiya herêmê ye jî. Ji bo vê yekê jî berpirsiyarî dikeve ser milê hemû kesên aştîxwaz. Bêguman em zanin çiqas şert û merc libar jî bin aştî û demokrasî ji xwe re pêş nakeve. Bi taybetî li Tirkiyê. Em dizanin di nav kesên şoven, nîjadperest û berjewendîxwaz de tekoşîna aştiyê zehmet e. Em dizanin hinek kes dixwazin astengan bêxin pêşiya demokrasî û aştiyê. Daxwazên Grubê wiha hatine rêzkirin: ''1- Divê nexşe-rêya Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kiriye bidin muxataban û ji raya giştî re bê eşkere kirin. 2- Divê operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin û pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî û demokratîk bê vekirin. Ji bo pirsgirêk çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe pêwist e îradeya gelê Kurd bê naskirin, pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê bê çareser kirin. 3- Wek beşekî neteweya demokratîk a Tirkiyê, nasnameya gelê Kurd bê naskirin û di destûrê de bê parastin û cîh bigre. 4- Pêwist e pêşiya nasname, çand û perwerdeya Kurdî bê vekirin û Kurd bikaribin van biparêzin, pêşve bibin û li ser cografya xwe bi nirxên xwe bijîn. 5- Divê Kurd bikaribin navên Kurdî li zarokên xwe bikin, perwerde bikin û nirxên xwe pêşve bibin. 6- Divê gelê Kurd bikaribe çand, huner, wêje û dîroka xwe bi azadî bijî, pêşve bibe û biparêze. 7- Pêwist e bikaribe rêxistina xwe ya civakî ava bike, bi awayekî demokratîk siyasetê bike û bi azadî xwe bîne ziman. 8- Divê gelê Kurd bikaribe ji zordariya tîmên taybet, cerdevan, polîs û zordariyên din ên li gund, bajar, bajarok û cografya Kurdistanê rizgar bibe û bi azadî bikaribe jiyaneke bi rûmet bijî. 9- Ji bo demakrotîkbûna Tirkiyê divê Destûra Bingehîn bi awayekî demokratîk û sivîl bê amade kirin. Di bingehê van daxwazên me de demokratîkbûna Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêka Kurd, azadî, wekhevî, aramiya civakê û jiyaneke wekhevî û teba heye. Em hêvîdar in ev pêngava me ya bo aştiyê wê biserkeve."

çavkani: Rudaw

No comments:

Post a Comment