Wednesday, October 28, 2009

Ebdula Hesenzade: Hevgirtina Herdû Baskan Dijwar e Mistefa Çartayî

Rûdawnet – Koln: Partiya Demokrat a Kurdistan-Îranê ev dû sal e parçe bûye, lê Ebdula Hesenzade dibêje: "Rewşa niha ya Partiya Demokrat ji berê baştir e, ji ber em herdû alî ji berê çalaktir in." Lê di heman demê de îtiraf bi tiştekî dike û didomîne: "Ez venaşêrim, ger em bi wî qasê ku niha hene û dû qat jî zêdetir bin, li ber çavê xelkê û partiyên Kurdistanê û dinyaya derve em ne bi qasî wê wextê dibin ku bi hev re bûn."

Hevgirtin dijwar e

Kevne Serkreterê PDKÎ Ebdula Hesenzade, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, eşkere dike ku ew parçebûna niha ya Partiya Demokratê ew li ber çavê xelkê biçûk kirine, lê bo yekgirtina herdû baskan jî dibê: "Mixabin ez tu geşbîniyekê nabînim ji bo di pêşerojeke nêzîk de, tiştek bi navê yekgirtina wan herdû hizban bê rojevê." Herwiha ew çareseriya ew lê difikire û qebul dike, ligel çareseriya ku piraniya xelkên din lê difikirin, cuda ye: "Ez wê yekê wek çareserî nabînim ku pirpartîtî nîşana pêşketina fikrî ye, ew tiştekî ne xerab e, lê ya ku pirsgirêk e û bi rastî wek karesat dihesibînim, ew e biraderên beramberî me ne amade ne, em bi hev re bicivin û ji hev fam bikin û peywendiyeke me ya dostane û normal hebe."

Ebdula Hesenzade ji sala 1996an pê de Sekreterê Giştî yê PDKÎ bû, li gel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – Rêberatiya Şoreşger ku Celîl Gadanî Sekreter bû, lihevhatina yekgirtinê mohr kir ku di sala 1988an de ji PDKÎ veqetiya bûn. Lê vê carê di sala 2006an de, PDKÎ dûbare perçe bû. Ebdula Hesenzade li gel piraniya kesên ku berê di Rêberatiya Şoreşger de bûn, bi navê Partiya Demokrat a Kurdistan ji baskê din ango Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku Mistefa Hicrî Sekreterê wê ye, veqetiya. Herdû bask jî federaliyê dixwazin.

Ger wilo be Kurd hemû xayîn e

Ebdula Hesenzade niha endamê Komîsyona Çavdêriya Peyrewa Navxwe ya Partiya Demokrat a Kurdistan e ku Xalid Ezîzî Sekreterê wê ye. Navbirî diyar dike ku ew xwe wek dijminê baskê din nizanin ku Mistefa Hicrî Sekreterê wê ye. Hesenzade wiha axifî: "Ez xemgîn im wê gotinê dikim, lê dibe pênc sed car min her bixwe silav kiriye, bersiva silava min nehatiye dan, lê ezê dîsa silav bikim, ji ber ez bawer im ew rêyek e ku xelkê Kurdistanê dixwaze. Divê ew yek di navlîstika siyasî ya Kurdistanê de nemîne ku ger yekî nerîn û ramanên cuda hebûn, yê din wî/wê wek xayîn bihesibîne. Ji ber bi wî awayî Kurd hemû xayîn e û tu kes namîne."

Hesenzade wiha bi baş dizane rojekê herdû bask bi amadebûna çend partiyan û xelkên Kurdistanê bi hev re rûnên: "Her kes ji me gotinên xwe bike, em behs bikin xeta û şaşî ya kê bû ku ev partî perçe bû? Mixabin heta niha ew razî nebûne em wî karî bikin, ger na ez dizanim hebûna nerîn û ramanên cuda di nav partiyekê de, partiyê dewlemend dike. Di çarçova civakê de, civakê jî dewlemend dike, ne merc e bîr û nerîna cuda nebe sedema ne perçebûnê."

Wek şahidekî wê rewşê bi baweriya Ebdula Hesenzade; Partiyên Kurdistanê berê ji ber bi hevre neguncana hilgirên nerîn û baweriyên Marksîstî û Musilmanbûn an bi sedema nerîn û ramanên netewî û azadîxwazane ji hev perçe dibûn, lê niha sedem hatine guhertin. Di kongreya 13an de cudahiya wan a fikrî nebû. Cudahiya me ya fikrî nebû, nakokî zêde li ser metoda kar û tehemulkirina hevdû bû." Lê dibêje di belgenameyên kongreya 14an de ku her aliyekê bi cuda kongra xwe rêve bir, cudahiya fikrî tê dîtin: "Ger kesek belgenameyên herdû aliyan bixwîne, dê fam bike ku di warê fikrî de jî cudahiyên me pir in."

Komeleya Vejiyana Kurd (J–K) ku di sala 1942an de pêk hat, wek rêxistineke siyasî ya Kurdistanî baweriya wê bi serxwebûna Kurdistanê hebû, hemû cor Îrançîtiyek red dikir, lê dema di sala 1945an de bû Partiya Demokrat a Kurdistan, bi bandora îdeolojiya komunîstî, îdeolojî û armancên wê bo Îrançîtî û daxwaza otonomî hatin guhertin. Ji wê demê pêde serkirdeyên Partiya Demokrat pêbendbûna xwe bi Îrançîtiyê ve dûbare dikin. Gotineke navdar a Dr. Ebdulrehman Qasimlo heye ku Dr. Sadiq Şerefkendî jî dûbare kiriye û dibêjin: "Em ji tu kesî qebul nakin xwe li me Îranîtir bizanibe." Ebdula Hesenzade dide xwiyakirin ku rakirina paşgira 'Îran' ji nav partiya wan ku piştî perçebûnê kirine 'Partiya Demokrat a Kurdistan' peywendî bi wê yekê ve tune xwe wek Îranî nizanin û herwiha ne yek ji sedemên nakokiyên wan bûye. Belku dibêje ji ber sê sedema ew kar kirine; ji bo ku dû partî bi yek navî nebin, lewra ji dema damezrandinê ve heta niha, 35 salan partî bi wî navî bûye û herwiha di rewşa niha de jî xelk zêde raman û ramanên netewî û welatparêzî dixwaze, zeqkirina Kurdistanê bo xelkê û me jî xoştir bû.

Tenê peywendiya me ligel Bizava Îslamî tune

Ebdula Hesenzade diyar dike ku partiya wan li gor dûrî û nêzîkbûna ji hev ligel partiyên Kurdistanî peywendî girêdane: "Bo mînak, em bi kêmî digel partiyên Bakur an Rojava li hev nêzîk in, li gor partiyên Başûr, peywendiyên me ligel partiyên parçeyên din kêmtir e, bi taybet li gor YNKê û PDKê, bi kêfxweşî tu nexweşiyeke me ligel hêzeke siyasî li hîç beşekî Kurdistanê tune, ji xeynî Bizava Îslamî a Kurdistanê ku di sala 1996an de, bi neheq heft xebatkarên me radestî Îranê kiriye, ji wê demê ve peywendiya me bi wan re tune, lê em dijminatiya wan jî nakin."

Hesenzade nêzîkê mehekê dibe bo serdan hatiye Ewrûpa, di paneleke Rûdawê de li bajarê Koln amade bû, dibêje bo serdana Kurdên li Fransa û biraderên xwe hatiye Ewrûpa.

Fêdeya destpêkirina şer tune

Gelek caran alîgirên baskê din yên yê PDKÎ dibêjin, dema xwe Ebdula Hesenzade lihevhatina ragirtina şerê çekdarî mohr kiriye, lê navbirî bo Rûdawê bi awayekî din diaxife; Ger rewşek derkeve holê û pêwîstî bi xebata çekdarî hebe, ligel ku ne bi dilê me ye jî, lê emê bi qehremantî bikin." Hesenzade balê dikşîne ser wê yekê ku liberçavgirtina rewşa Başûrê Kurdistanê yek ji wan sedeman bûye ku wan şer sekinandiye: "Lê ger em bêjin tenê ji ber wê yekê ye, em neheqiyê dikin, ne wiha ye, ji ber ku rewş û ziruf ne guncaw e, bi baweriya min destpêkirina xebata çekdarî, ne kirdeyî ye û ne di berjewendiya tevgera rizgarîxwaziya Kurd de ye."

Demeke dirêj e Partiyên Rojhilatê Kurdistanê behsa çêkirina eniyekê dikin, lê ji dêlva wê yekê, sal bi sal ji ber perçebûnan partî zêdetir ji hev dûr dikevin. Ebdula Hesenzade nerînên xwe wiha rave dike: "Mixabin enî tune, lê dikarim bêjim rewş ji berê baştir e." Bi baweriya Hesenzade ne merc e ew hevagengiya siyasî a ku di navbera partiyan de çêdibe, bi navê eniya Kurdistanî be û dikare çarçoveyeke tengtir hebe: "Ez bawer im eniya Kurdistanî ne dikare li derveyî welat pêk bê, heta ne di nav serokên partiyan de jî pêk were, divê enî bo nav kûrahiya civakê biqulibe, bila carê em wê hêviyê ji xelkê nestînin, ger em nikarin bi navê enî li hev bikin, bila bi naveke din em hevkariyê bikin, her dema rewşên baştir hatin rojevê, wê demê em dikarin bernameyeke nû jê re deynin û navê wê bikin Eniya Kurdistanî."

Klaşînkofên Îranê ji Etomên wê xerabtir in

Ebdula Hesenzade, derbarê yekgirtina Partiya Demokrat û çêbûna eniya Kurdistanî de reşbîn e, lê bi venasîna naveroka Komara Îslamî ji aliyê civata navdewletî ve geşbîn e û nerînên xwe wiha tîne ziman: "Kêfxweş im bi wêya Komara Îslamî hêdî hêdî wek heye di dinyaya derve de tê astengkirin, di heman demê de em xemgîn in dema civata navdewletî behsa Îranê dike, tenê behsa çekên atomî dike. Di rewşekê de, gelek tiştên wê rejîmê hene ji çekên etomî xirabtir in, xelk ne tenê bi çekên etomî tên kuştin, baş e kuştina xelkê bi keleşînkofê ne guneh e? Dû mehan berî niha di encama hilbijartinan de, xelk bi destê vala ketin ser şeqaman, li gor daneyan, heta niha 73 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin, ez wan corên kuştinê ji çekên etomî xirabtir dibînim. Lê bi baweriya min berxwedana navbera Rojava û Îranê gihaye qonaxeke nû, hevdengiyeke zêdetir di navbera dinyaya derve de peyda bûye, her wextê Ewrûpa û Amerîka li hemberî hev sekinîbin, di berjewendiya Îranê de bûye, lê demeke zêde Çîn û Rûsya li beramberî Rojava piştgiriya Îranê dikirin, niha di van rojên dawî de Çîn û Rûsya jî razî bûne ambargoyên aborî û guşarên zêdetir bixin ser Îranê, dibe tiştên nûtir li pey wê pêvajoyê de hebin."

No comments:

Post a Comment