Thursday, October 8, 2009

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 06. Cotmeh 2009

Sozdar Avesta: �Di her warî de jina kurd pêseng e�

löjl
güncel Endama Konseya Rêveber a KCK�ê Sozdar Avesta der barê nexserêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li ser pêsketinên siyasî û helwest û sekna jinan nêrînên xwe anîn ziman. Sozdar Avesta, diyar kir ku wekî Têkosîna Azadiya Gelê Kurd, em di pêvajoyeke gelekî bi xeterdar û nazik re derbas dibin. Her wiha Avesta, bal kisand helwesta jinan û got ku wekî Tevgera Jinan vê pêvajoyê hem ji aliyekî de ji bo hebûn û tunebûna gelê kurd, qetilkirin û tunekirina jinê girîng dibînin û dê bi sêwazeke demokratîk hewldanên xwe bi pês bixin.

Avesta di gotina xwe de bal kisand ser du xalên pêvajoyê û wiha gotina xwe dom kir: �Konjektor, pêsketinên cîhanê û yên herêmî hinek tist dane guherandin. Tistên pîroz, nirxên mirovahiyê û zimanê dayikê nikare bê qedexekirin. Derketinek bi vî rengî ne exlaqî ye. Kes nikare êdî netewekê bi timî ji holê rake. Zindiyên ku li ser rûyê cîhanê dijî, mafê xwe yê bi fikreke azad û bi fikrê mirovahiyê bijîn heye. Ji bo ku pêkanîneke bi vî rengî derbikeve holê, têkosînên cûr be cûr tên dayîn. Gelê kurd gelekî ku di nava Rojhilata Navîn de, ji nava dilê dîroka mirovahiyê derketiye. Pir caran konseptên înkarkirinê yên ji aliyên dewletên serdest de li ser vî gelî hatine mesandin nikarîn encamê bigirin. Ji bo wê jî ev 36 sal in bi awayekî bênavber têkosîna azadiya gelê kurd tê mesandin. Lê belê di salên dawiyê de, hîn bêhtir bi awayekî xurtir tê mesandin.�


NÎSANEYA ÎNKARKIRINÊ
Avesta, da zanîn ku pêngava 1�ê Hezîranê jî avakirina civaka kurd e, bi vê pêngava ku hatî pêsxistin feraseta înkar û tunekirinê bêencam hist. Avest, got ku biryara 1�ê Hezîranê ku li hemberî îxanetê, tasfiyekirinê û li hemberî hemû êrîsên ji derve û di hundir de hate dayîn û wiha axaftina xwe dirêj kir: �Yan wê jiyaneke azad, astiyeke bi rûmet hebe, yan jî wê berxwedaneke bi wate hebe. Li Îmraliyê tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gefan zêdetir kirin, operasyonên herî mezin di van salên dawiyê de li ser gerîla dan destpêkirin û êrîsên li ser gel ji mezinan heya biçûkan zêde kirin. Li ber kamerayê destê zarokekî biçûk sikandin, bi qûndara tifingê xwestin mejiyê zarokî belav bikin û mamosteya biçûk Medya jî nîsaneya înkarkirinê bû.�

�AMADEKARIYÊN ME HENE�
Avesta bal kisand ser berxwedana gelê kurd û destnîsan kir ku kiryarên ku tên kirin, ne afrîneriyeke demê ye. Sozdar Avesta, diyar kir ku kurd li hemberî van kiryaran bi têkosîn û berxwedana xwe rê li ber vana girtiye û wiha got: �Ger em vê pêvajoyê ji bo xwe bas binirxînin, bas xwe bi rêxistin bikin, xwe amade bikin, hemû hêlan tehlîl bikin û li gorî vê tedbîran bigirin, em ê wê demê bikaribin vegerînin aliyê xwe. Her wiha di vê pêvajoyê de jî em di nava amadekariyeke mezin de ne. Hem ji hêla tevger, rêxistinî, bîrdozî, leskerî û hem jî ji hêla aboriyê ve amadekariyên me hene.�

PISTÎ NEXSERÊ GUHERÎN
Sozdar Avesta, di axaftina xwe de bal kisand ser nexserêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyand ku dema ku ev nexserê gihiste destê rayedaran, di nêzîkatî, gotin û helwestên dewletê de hiskbûnek pêk hat. Avesta, got ku bi guherandina helwestên dewletê re balkêsbûnek derket holê û wiha axivî: �Dewletê xwest ku di navbera serokatî, gel û rêxistina me de nakokiyan derxîne holê. Di sala 2007�an de hewldana jehrdayînê, di sala 2008�an de porjêkirin û îskenceya fîzîkî pêk hat. Her wiha rayedarên tirk bi helwesteke nû derketin û bi navê çareseriya demokratîk gav avêtin. Gotin ku pirsgirêka kurd pirsgirêka tirkan e, em dixwazin çareser bikin, derketin pês û nêzîkatiyên balkês bûn. Li ser van xebatan jî Rêbertiya me nexseya rê amade kir. Tistên ku dixwestin fam bikin ew bi xwe bibînin nedîtin, hêvî dikirin ku wê Rêbertiya me bi fermanekê têkosîna me ya azadiyê rawestîne. Pistî ku nexseya rê kete destê wana zimanê wan guherî. Di encama axaftinên wan de valahiya ku di naveroka çareseriya wana de hemû jî derketin holê.�

ROL Û MÎSYON JINÊ
Sozdar Avesta, daxuyand ku dem û pêvajoya ku em dijîn, mîsyon, rola tevgera jin çi bû, bêguman em vê pêvajoyê wekî rêxistinên din nebêjin disopînin û nabêjin bisopînin jî, ji ber ku em wekî tevger pêsengên pêvajoyê ne. Avesta, diyar kir ku ji bo wê jî wekî hinek hêzên din, wekî partiyeke ramyarî, weqf, rêxistin ev e jî pêvajoyê disopînin û li gorî wê ramyariyê dikin. Avesta, da zanîn ku amadekariyên ku ji bo pêvajoyê tên kirin, vîna jinê, nêrandinên jinê û têkosîna azadiya jinê li pês çavan negirin, nikare serkeftinekê bi dest bixin.

DÊ CIVATÊ BIGUHERÎNIN
Avesta, got ku bi taybetî jî ji bo ku pêvajo bi pês bikeve, roleke pêsengiyê ya rist (ciddi) li ser milê jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: �Ji bo ku pêvajo ji aliyê astiyê ve bi pês bikeve, pêwîst e bingeheke wê ya bi hêz were çêkirin. Bêguman di hemû aliyan de xwe jê re amade kirin, bi ruxmê hemû hewldanên me ger pêvajo bikeve wareke din, di vê pêvajoyê de jî wekî Tevgera Jinan em zelal in. Em pêvajoyê bi vî rengî digirin dest. Muxatabê pêvajoyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye. Bêyî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hemû hewldanên ku bên kirin jî pûç û bê encam in. Wekî Tevgera Azadiya Jinan, ji bo Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bê esas girtin, di hemû cûreyên têkosîna me de em yek in ku hîn bêhtir em têkosîna xwe bilind bikin. Em rêxistina xwe bi pês bixin. Em civakê bi tevger bikin. Guhertin û veguhertina civakê roleke li ser milê me jinan e. Çiqasî em bikaribin civakê bi tevger û bi rêxistin bikin, bi vîn bikin ewqas jî dê demokrasî pês bikeve. Em xwe berpirsyar dibînin ku em vê demê hîn bêhtir ji bo avakirina civakê û guhertina civakê hewldanên mezin nîsan bidin.�

VÎNA JINÊ PÊS BIXIN
Avesta, got ku zordariyên ku li ser civak û jinê tên mesandin bi ruxmê ku evqasî nîqasên ramyarî jî hene, di aliyê din de jî komkujiya li ser jinê pês dikeve. Avesta, da zanîn ku hem li girtîgehan, civakê û hem jî di hemû aliyan de vîna jinê dixwaze bê sikandin. Avesta, destnîsan kir ku hemû nêzîkatî jî ji aliyê kesên ku girêdayî dewletê ne tên kirin, ev jî bandoreke xwe ya pir mezin li ser civakê dide çêkirin û wiha axaftina xwe domand: �Em wekî Tevgera Jinan dê pêvajoyê hem ji aliyekê de ji bo hebûn û tunebûna gelê kurd, qetilkirin û tunekirinê hewldanên mezin bidin. Bi sêwazeke demokratîk em ê hewldanên xwe bi pês bixin. Wekî rêbertiyekî azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk hewldanên me pêk tên. Li ser vê bingehê jî têkosîna azadiyê bilind bikin. Divê di her warî de em hemû pergala jinê bi pês bixin. Hem xebatên bîrdozî, rêxistinî, kadroyî guhertin û veguhertina civakê û hem jî ji aliyê din de ev xebata pêsengiyê ji hemû aliyan ve pêwîst e em bikaribin bi pês bixin.�ANF

�Jiyanê bi destê jinê ava bikin�
Endama Konseya Rêveber a KCK�ê Sozdar Avesta, da zanîn ku di vê esasê de jî bingeha demokrasiyê wê bi destê jinê be, çiqasî azadkirina jinê ewqasî demokrasî. Çiqasî civakek azad be wê ewqas jî jinên azad derbikevin holê. Sozdar Avesta got ku tunekirin û perçiqadina jinê, perçiqandin û tunekirina civakê ye.

Avesta, daxuyand ku jin pêwîst e ku xwe ji bandora desthilatdariyê derbixe û wiha gotina xwe dom kir: �Ji bo jinekê namûs, ji bo jinekê heysiyet wekî her tistên din jî azadiya wê û vîna wê di destê wê de ye. Ji bo pêvajoyê jî em çalakbûna xwe, tevgerbûna xwe ya bi demê re jî amedekariyê dikin, li ser vê bingehê jî em bawer in ku em ê bikaribin pêsketinên nû jî çêbikin. Di dîroka gistî ya jinê de zanabûnek jê re pêwîst e. Berî her tistî jî pêwîst e dîroka artêsan jin bas nas bikin.
Di bingeha artêsbûna jinê de sahadetên di destpêkê de yên weke Besê Anûs, Hanim Yaverkaya, Selcan, Sultan Toros û heya fermandara artêsê hevala Bêrîtan, (Gulnaz Karatas) hemû hevalên jin yên ku di vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane. Barê giran bêhtir dikeve ser milê jinê, em ê hîn bêhtir bikaribin jiyana jinê bi destê jinê ava bikin.

çavkani: Kurdish Info

No comments:

Post a Comment