Sunday, October 4, 2009

‘’Ji Bo Çareseriyê Divê Pêngavên Cihê Baweriyê Bên Avêtin’’


Enqere - Hevserokê DTPê Ahmet Turk di kongreya partiya xwe de derbarê pêvajoyê de nerînên xwe anîn ziman û hişyarî da hikûmetê. Turk balikşand dûbendiya nav hikûmetê û got: "Ger hûn me piştgweh bixin, pirsgirêkê taloq bikin, an helwdana tasfiyekirinê bidin emê bi gel re li berxwe bidin." Turk ragehand ku wek DTP ji bo çareseriyê ji hemû tiştekî re amede ne û xwest di vê pajoyê de bi Ocalan û PKKê re jî danûstandin bên kirin û ji rewşenbir û demokratin jî daxwaz kir rola xwe bilîzin.

3'mîn Kongreya DTPê îro li Enqerê hat lidarxistin. Hevserokê DTPê Ahmet Turk di kongreyê de pêşketinên siyasî nirxandin. Turk daxwiyand ku kongre civînên xwe nûkirin û biryardanê ne. Ahmet Turk da zanîn ku Kurdan bi tekoşîna xwe ya demokrasiyê ya bê hempa Tirkiye anîne konaxeke nû û dixwazin pirsgirêkên hemû beşên civakê çareser bikin: ‘’Ji bo çareseriyê pêwist e pêngavên cihê baweriyê bên avêtin.’’

Turk diyar kir ku DTP ji roja hatiye demezirandin bi şev roj ji bo aştî, dadperwerî û azadiyê xebatê dike û di encamp de jî berdêlên ku 90 sale li Tirkiyê nehatine dayîn dane: ‘’Ji bo DTP bê çewsandin rastî serdegirtin, pêkutî, êriş, linçkirin, girtin û binçavkirina hatiye. Gelo li ku dera cîhanê partiyek hewqasî rastî pêkutiyan hatiye? Minakeke din ya wekî wê heye? Ji hikûmetê bigre heta dewletê hemû kes bal dikşîne ser girîngiya DTPê ya di siyasetê de. Lê li aliyê din tê xwestin DTP di bin pêkutiyê de bê gitin girtin û tê xwestin ku bê marjînalkirin. Navê DTPê wê bê qebûlkirin lê li aliyê din kadroyên wê, reveberên wê û heta şarederên wê jî dê bin girtin. Ev yek tu car ji aliyê gelê me û ji aliyê me ve jî nayê qebûlkirin"

'Ji bo hûn DTPê bi qedînin divê pêşî gel biqedînin'

Turk destnîşankir ku DTP dixwaze pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin bi demokratîkbûnê bê çareserkirin û ji bo vê yekê jî balkişand ser serkeftina DTPê ya 29ê Adarê: ‘’Li hemberê vêna di 14ê avrêlê de bi operasyoneke mezin bi ser DTPê de girtin û 54 rêveberên me hatine girtin. Girtin û operasyonên ku heta niha tên kirin siyasî ye. Ez ji hemû hevalên me yê girtî re bi coşa vê kongreyê slavan dişînim. Dixwazin bi van helwdanan DTPê bê deng bikin. Kesên ji bo van operasyonan pê li bişkokê kirin dibêjin qey dema kadroyên DTPê bên girtin wê siyaseta demokratîk bê qutkirin û sekinandin. Lê xwe dixapînin. Baş nizanin ka gelê Kurd ji kevneşopiya tekoşîneke çawa tê. Yên kevneşopiya me dizanin, înad û israra me ya aştî û demokrasiyê jî dizanin. Hun me bavêjin zindanan jî, di işkenceyan re jî derbas bikin dê ev tekoşîn bidome. Ji ber ev têkoşîna gelekî ya demokrasî û azadiyê ye. Xwediyê vê tekoşînê gel e. Yê ku DTP damezirandiye û dide jiyandin jî gel e. Ji bo ku hun DTPê bi qedînin divê pêşî gel bi qedînin."

'Gelê Kurd rûmeta xwe ji jiyana xwe girîngtir dibîne'

Di berdawamîya axaftina xwe de Turk li ser pêkutiyên ku heta niha li ser Kurdan hatine kirin, şewitandina 40 hezar gund, 17 hezar kuştinên kiryarê wan nediyar, işkenceyan jî axifî û got: "Gelo ev gel ji doza xwe vegeriya? Bostekê paşve gav avêt? Na. Ji ber ku ev gel rumeta xwe ji jiyana xwe girîngtir dibîne. Ji bo rumeta xwe tekoşîn dike û ji bo vê yekê berdêl jî dane."

Turk destnîşan kir ku DTP ji kevneşopiya HEP-DEP, ÖZDEP, HADEP û DEHAP'ê tê û wê tekoşîna wan mezintir bike û pêde çû: " DTP bi rûmet Ala tekoşîna Vedat Aydin, Mehmet Sîncar, Musa Anter, Orhan Doganan bi bilind dike û dimeşîne."

'Daxwazên Kurdan ne cudaxwazê ne'

Derbarê daxwazên Kurdan de jî Turk da zanîn ku Kurd hêz û dînamîka herî girîng ya demokratîkbûna Tirkiyê ne û dirêjî bi axaftina xwe da; "Divê ev yek baş bê dîtin ku muxalefeta Kurdan ya civakî, welatê me aniye qelaxê guherîn û veguherînê. Ger pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, dê ev yek pirsgirêkên Tirkiyê yên demokratîkbûn, dad-wekhevî, firehiya civakî, pêşketinê jî çareser bike. Lewma dînamîka demokrasiya Kurd ne cudaxwaz e; di warê aştî, demokrasî, azadî û biratiyê de xwediyê stratejiya wekheviya bi hêz e. Divê ev rastî baş bê tespîtkirin û xwendin."

Turk derbarê çareseriyê de jî nêrînên xwe anîn ziman û got pêşketin çaseriyê dixwazin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê çareserî acîl e: "Ger îro çeteyan Tirkiyê êsîr girtibe, Ergenokoncî gihabin hêzekê ku dixwazin dewletê bixin destê xwe, di bin vê yekê de jî neçareseriya pirsgêrikê Kurd heye."

Tirkiye di yekrengiyê de israr bike dê xwe ji cîhana hemdem îzole bike

Herwiha Turk ragehand ku li gel hemû polîtikiyan asîmilasyon û înkarê rastiya pirsgirêka Kurd ji holê ranebûye û pede çû: "Daxwazên Kurdan liber çavan nehatine girtin. Pirsgirêk mezintir bûye. Di encama 30 salên bi pêvçûn de êdî Tirkiye neçare rûbirûyê pirsgirêka Kurd bibe. Di roja îro de êdî qîmeta yek rengî û polîtikayên asimilasyonê nemaye lewma êdî Tirkiyeyî zêde nikare van polîtikayan bimeşîne. Di vêna de israr bike dê xwe ji cîhana hemdem îzole bike"


çavkani:Rudaw

No comments:

Post a Comment