Friday, October 9, 2009

Terora dewleta Tirk a ser DTP zêde dibe


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Dewleta Tirk rojên dawî di her qadê de êrîşên xwe yên ser Kurdan zêde dike.

Piştî maskeya "çareseriyê" ya dewleta tirk ket zextên ser Kurdan jî ber bi zêde bûnê diçe.

Polîsan di ser gelek malên endamên DTP'ê yên li Amed, Wan, Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê de girt. Di encama serdagirtinan de şaredarên DTP'yî yên berê û xebatkarên şaredariyan jî di di nav de 35 kes hatin binçavkirin.

Polîsan li Amed, Wan, Mêrdîn û navçeyên wê di ser malên gelek endamên DTP'ê ku şaredarê berê jî di nav de girtin.

Di serdagirtinên li Wanê yên şevên din pêk hatîn de Şêwirmend Şaredarê Wanê Saît Kantarcioglu, Midurê Karên Paqijiyê Îrfan Kaval, Serokê Komîsyona Îhaleyan ya Şaredariya Wanê Bûnyamîn Kayacan û welatiyê bi navê Hacî Şîmşek ji di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê di ser malên xebatkarên Diyar A.Ş'yê de girtin


Polîsên Şaxa Malî ya Miduriyeta Polîsan a Amedê, serê sibê di ser bûroya Diyar A.Ş. ya berê girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û di 2008'an de hatiye firotin ya li Diyar Galerîayê de girtin. Hate îdîakirin ku serdagirtin di çarçoveya lêpirsîna di 2008'an de bi hinceta, "Rêvberên şirketê wezîfeya xwe xirab bikar anîn" hatiye vekirin de pêk hatiye. Hêj li buroyê lêgerîn didome û polîsan gelek hard diskên qompîtoran û lênûskên malî destser kirine. Parêzerên Şîrketê, diyar kirin ku ji bo rêveberên şîrketê û xebatkarên şîrketê biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 9 xebatkarên şîrketê yên li bûroyê hatine binçavkirin.

Polîsan, li aliyê din jî avêtin ser mala Şaredarê Navçeya Karazê Amedê yê berê Mehmet Kaya. Polîsên ku hatin ŞaredarKaya ji mala wî bibin, piştî lêgerîna li malê ji malê derketin. Di heman saetê de rêveberê Diyar A.Ş'ê Cîhan Yildiz jî, di encama serdagirtan mala wî de hate binçavkirin.

Li Mêrdînê 5 kes hatin binçavkirin


Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ên Qoserê, bi ser Şaredariya Qoserê de girt. Di serdagirtinê de evraqên aîdî şaredariyê hatin vekolîn kirin. Piştî serdagirtinê Midûrê Karê Kanalizasyonê yê Şaredariyê Midûrê Muhasebeyê Refîk Akay û xebatkarê teknîkê Mahmut ku paşnavê wî nehate hînbûn û Cîgirê Şaredar ê berê Omer Dermîrtaş hatin binçavkirin.

Dîsa Şaredariya Şemrexê ya berê Nuran Atli jî, dema serdagirtina mala wê ya li Şemrexê de hate binçavkirin. Hate ragihandin ku hijmara binçavkirinan dê hîn zêdetir bibe û kesên hatin binçavkirin dê wan bînin Amedê.

Polîsan di ser Şaredariya Qoserê de girt


Polîsên di ser Şaredariya Qoserê ya DTP'yî de girtin 3 xebatkarên şaredariyê û hemwelatiyek hildan binçavkirin.


Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Qoserê di ser Şaredariya Qoserê ya DTP'yî de girtin. Di serdagirtinê de ewraqên şaredariyê hatine lêkolînkirin. Di serdagirtinê de Midûrê Daîreya Kanalîzasyonê Tahîr Kurtuluş, Midûrê Muhasebeyê Refîk Akay û xebatkarek bi navê Mahmut ku paşnavê wî nehat zanîn û Cîgirê Şaredarê Qoserê yê berê Omer Demîrtaş hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina kesên birîn Midûriyeta Polîsan nehat zanîn.

Li Wanê di encama serdagirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin


Li Wanê, di encama serdagirtinên malan de, Şêwirmendê Şaredarê Wanê Saît Kantarcioglu, Midûrê Karên Paqijiyê yê Şaredariyê Îrfan Kaval, Serokê Komîsyona Îhaleya Şaredariyê Bunyamîn Kayacan jî di nav de zêdetirî 20 kesî hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Wanê, şevê din bi awayekî hevdem, li taxên Yunîplîk, Hacîbekîrê û Bajaroka Bostanîçiyê û gelek taxên din bi ser malan de girtin. Di serdagirtina ku mal hatin belavkirin û lêgerîn hatin kirin de Şêwirmendê Şaredarê Wanê Saît Kantarcioglu, Midûrê Karê Paqijiyê yê Şaredariyê Îrfan Kaval, Serokê Komîsyona Îhaleyan a Şaredariyê Bunyamîn Kayacan jî di nav de zêdetirî 20 kes hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirina 20 kesî ku nayê nazîn û li bajar ku binçavkirin dom dikin. Polîsan li gelekî cihan noqteyên lêgerînê danîn.
(Dîha / HAWAR NET.com / Ajansan)

çavkani: HAWAR NET

No comments:

Post a Comment