Saturday, October 3, 2009

Koardînasyona Dest Nede Îradeya Min Piştgiriyê Dide DTPê



Stenbol - Koordînasyona Dest Nede Îradeya Min, derbarê biryara bi zorê birina îfadê ya parlementerên DTPê de nerazîbûn pêşan da û diyar kir ku piştgiriyê didin DTPê. Koardînasyonê biryar da tevî yekemîn civîna Koma DTPê ya sala zagonsaziyê ya nû, bibin.

Beşdarên Koardînasyona Dest Nede Îradeya Min, derhe biryara "Bi zorê birina parlementerên DTPê ya dadgehê' ku ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hatibû dan, li Odeya Endezyarên Makînê ya Stenbolê civîneke çapameniyê lidarxistin.

Di daxwiyaniyê de, panqarta, "Dest nede îradeya min, dest nede biryatiya gelan, ji nijadperstiyê û neteweperestiyê re bêje bes!" hat vekirin. Hunermend Yasemîn Goksu, Parêzvana Mafên Mirovan Av. Eren Keskîn, Serokê Rêxistina DTPê ya Stenbolê Mustafa Avci û Parêzvanê Mafên Mirovan Veysî Atalay, beşdarî civîna çapameniyê bûn.

Koardînasyonê, derbarê biryara bi zorê wergirtina îfadaya parlementerên DTPê de nerazîbûna xwe nîşan da û biryar da tevî civîna partiya navbirî bibe. Koardînasyon wê beşdarî cîvîna Koma DTPê ya roja şemiyê ya sala zagonsaziyê bibe. Li ser navê komê Reqase Zeynep Tanbay, daxwiyanî da.

Tanbay daxwiyand ku ji ber vê biryarê pir bi hêrsin û domand: "Hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd ku navê wê kirine pêvajoya aştiyê, ji bilî sorkirina şer bi kêrî tu tiştî nayê. Rayedarên ev biryar wergirtine ma hun kîne? Parlementerên me li Meclîsê ne, dest nedin parlementerên me."

Taybay, got dest bidin ên dijiminahiya demokrasiyê dikin, daxwiyaniyên dijadperestî didin, ên parêzeriya Ergenekonê dikin û dijûna qirkirinê dikin û xwe parlementer dihesibînin: "Parlementerên gelê Kurd ên ku tenê ramanên xwe vegotine û aştiyê dixwazin, parlementerên me jî ne, dest nedin wan. Divê guhertin û vegurtinên zagonî û makeqanûnî bi lêz bînin rojevê û tezkereya dersînor ku ketiye rojevê jî bi lez ji rojevê derxînin. Emê wek piştgirî tevî civîna Koma DTPê bibin.''

Deraberê bûyera Mezra Dolekê ya Gundê Şenlîkê ya Navçeya Lîceyê ya Amedê ku zaroka bi navê Ceylan Onkol (13) di encama guleya hewanê ya ji Tabura Tapantepê hat avêtin jiyana xwe ji dest dabû de jî wiha axifî: ''Bûyer wijdanan birîndar dike û nayê vegotin. Ma ev e hewldana we ya çareserî û pêvajoya aştiyê ye? Ma hunê bi guleyên hawanê yên ku laşên zarokan perçe perçe dike, aştiyê çêkin?."


çavkani: Rudaw


No comments:

Post a Comment