Sunday, October 4, 2009

NY: "Divê Kerkûk Jî Beşdarî Hilbijartinan Bibe"

Kerkûk - Şanda Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê amadeyiya xwe pêşan da bo serxistina proseya hilbijartinan hevkariya Iraqê bike û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî ragehand, li ser pesendkirina yasaya hilbijartinan ji aliyê parlamen ve heta 15 vê mehê, pêdagir e.

Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Ad Melkert li gel Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Ferec Heyderî, tekez kir ku Iraqê hemû tedbîrên pêwîst bo birêveçûna hilbijartinan wergirtine û di heman demê de jî NY amade ye hevkariya Iraqê bike bo pêkanmîna hilbijartinan.

Melkert wiha axifî: "Wek hemû parêzgehên Iraqê yên din divê hilbijartin li Kerkûkê jî birêve herin."

Ferec Heyderî jî balkişand ser girîngiya pejirandina yasaya hilbijartinan di dema destnîşankirî de wate heta 15.10.2009an û got: "Me qonaxa tomarkirina navên pêkhateyên siyasî û nûkirina tomara navên dengderan xilas kiriye û ji niha ve pêwîstiya Komîsyonê bo rêvebirina hilbijartinan bi yasayekê heye, ji ber bê yasayeke wiha em nikarin navên berendaman pesend bikin yan kertên dengdanê jî tomar bikin, ger na emê neçar bimînin li gor yasa kevin kar bikin."


çavkani: Rudaw


No comments:

Post a Comment