Saturday, October 3, 2009

KONGREYA AWARTE YA DTP'Ê

DTP'e sibe 3. Kongreya xwe ya awarte li dar dixe...

DTP'e sibe 3. Kongreya xwe ya awarte li dar dixe...

Tevî zext û girtina endamên wê jî, di warê siyasetê de xwedî îdîayeke mezin e...

DTP'a ku wê di rêveberiya wê de kesên nû cihê xwe bigrin, ji bo amadekariyên dawî di ber çavan re derbas bike, îro 700 delegeyên kongrê kom bûn...

Di civînê de, Hevserokê DTPê Ahmet Türk axaftinek kir û bal kişand ser terora dadgeriyê ya li dijî wan tê kirin...

Turk diyar kir ku ew ê ji bo îrade û paşeroja gelê Kurd, demokrasiyê esas bigrin...

Ji bo kongreya sibe wê li Salona Sporê ya Selîm Sirri Tarcan were lidarxistin, delege îro kom bûn...

Axaftina civînê ya destpêkê, ji aliyê Hevserok Ahmet Turk ve hat kirin..

Turk diyar kir ku ji ber zextên li dijî rêveberiya wan yên 14'ê Nîsanê destpêkirin, ew ê kongreya xwe ya awarte lidar bixin....

Û got, ev biryar, di encama civînên 7 herêman de, derket holê...

Ahmet Turk anî ziman ku di nava partiya wan de têgihiştineke mezin çêbûye û bang li her kesî kir da ku li wezîfeyên xwe xwedî derkevin û weha got:

'Ya girîng ne ewe ku mirov di nava Meclîsa Partiyê de cih bigrin yan na, ya girîng xebata ji bo paşeroja gelê me ye'...

Di vê navberê de, lîsteya DTP'ê amade kiriye, wê ji aliyê delegeyan ve were misogerkirin û biryar were dayîn ka hilbijartin wê bi yek lîsteyê yan bi awayekî din pêk were...

Li aliyê din, kesên alîgirî hewldana çareserkirina pirsigrêka Kurd jî, wê di rêveberiya nû de cihê xwe bigrin...

Parlamenterê berê yê CHP'ê Esat Canan, Adnan Ekmen, nivîskar Yeşîm
Dormen, Faîk Bulut, Serokê berê yê DEHAP'ê Tuncer Bakırhan, Seroka berê ya SDP'ê Fîlîz Koçalî û Prof. Dr. Büşra Ersanli jî tê gotin wê di rêveberiya nû de cih bigirin.

çavkani: Roj TV

No comments:

Post a Comment