Wednesday, October 21, 2009

Rudaw Net: Parlamenê Kurdistanê Razî Nabe Kerkûk Ji Parêzgehên Din Bê Cudakirin

Rûdawnet – Hewlêr: Parlamenê Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina mesela hilbijartinên Iraqê civiya. Di civînê de Serokê Parlamen Kemal Kerkûkî ragehand ku Kurd razî nabin hilbijartin bên paşxistin û Kerkûk ji parêzgehên din ên Iraqê bê cudakirin. Îro Parlamenê Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina pirsa hilbijartinên dahatû yên Iraqê, pêşketinên siyasî yên derbarê pesendkirina yasaya nû ya hilbijartinan û helwesta Parlamenê Kurdistanê de civiya. Di destpêka civînê de Serokê Parlamen Kemal Kerkûkî ragehand ku hinek alî li Iraqê dixwazin Kerkûkê bikin hincetek bo xitimandina proseya siyasî û çandina tovên dûbendî û nakokiyan di nav pêkhateyên iraqê de, herwiha dixwazin careke din dîktatoriyetê vegerînin. Kemal Kerkûkî wiha axifî: "Hinek kes li Iraqa nû û Parlamenê Iraqê hene bi heman helwest û siyasetên Sedam Husên tevdigerin. Sedam bidawî hat û hat darvekirin lê ew kes heman polîtîka Be'siyan dimeşînin." Kerkûkî bi rêya ekranên nav parlamen, çend nexşeyek ku dibin dukoment liser polîtîkayên rêjîma Be's a hilweşiyayî beramaber Kerkûkê, pêşkêş kirin. Di dema şîrovekirina nexşeyan de, navbirî behsa siyasetên rêjîmê bo kêmkirin û veqetandina bajarokên Kurdî yên ser bi Kerkûkê kir ku di çarçoveya siyaseta Erebkirinê de bajarokên Çemçemal, Kefrî û Kelar di warê îdarî de hatin veguhestin bo ser Parêzgeha Silêmaniyê û di heman demê de hinek navçeyên Erebnişîn bi Kerkûkê ve hatin girêdan. Derbarê meseleya hilbijartinên dahatû yên Iraqê de jî Serokê Parlamen daxwiyand ku Kurd piştîvaniya birêveçûna proseya hilbijartinên Iraqê di dema diyarkirî de dikin. Derheqê pirsgirêka taybetîkirina rewşa bajarê Kerkûkê li gor awayê ku hinek hêzên Erebî û Turkmen dixwazin, Kerkûkî got: "Bi tu awayî Kurd razî nabin Kerkûk ji bajarên din ên Iraqê bê cudakirin û rewşeke taybet bo wê bê danîn. Divê li hemû parêzgehên Iraqê bi yek awayî hilbijartin birêve biçin." Nûnerên Kurd li Bexda di van herdû rojên borî de pêdagiriyê liser cuda nekirina Kerkûkê ji parêzgehên din ên Iraqê dikin. Civîn û helwesta îro ya Parlamenê Kurdistanê piştîvaniyeke tund e bo helwest û biryarên Lîsta Hevpeymanî ya Kurdistanî li Bexda. Biryar e di 16.10.2010an de proseya hilbijartinên giştî li Iraqê birêve here bo hilbijartina parlamen.

No comments:

Post a Comment