Sunday, October 18, 2009

Koma Aşitiyê ya Maxmûrê: Em ne ji bo poşmaniyê, ji bo aşitiyê diçin

Koma Aşitiyê ya Maxmûrê: Em ne ji bo poşmaniyê, ji bo aşitiyê diçin
Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê berî hatina xwe bi civînekê berdevkên xwe bijartin. Endamê 1'emîn Koma Aştiyê ya di sala 1999'an de hatîn Seydî Firat jî ji bo beşdarî komê bibe hate Mexmûrê.

Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Mexmûrê û Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê bi armanca plansaziya komê civînek pêk anî. Di civînê de berdevkên komê jî hatin hilbijartin. Nuredîn Turgut, Zehra Tunç û Bulend Aka wekî berdevkên komê hatin hilbijartin. Di bernameya komê hate diyarkirin ku koma heta Meclisa Tirkiyeyê biçe û bi partiyên siyasî û saziyên civakî re hevdîtinan bike. Endamê 1'emîn Koma Aştiyê ya di sala 1999'an de hatîn Seydî Firat jî hate Wargeha Mexmûrê. Firat jî dê bi komê re vegere Tirkiyeyê.

'Em ji bo aştiyê diçin ne poşmanin'

Ji Berdevkên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Nurettin Turgut diyar kir ku li ser bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Meclîsa Gel a Mexmûrê ve hatiye wezîfedarkirin. Turgut wiha got: "Ez wekî endamekî Koma Aştiyê ya Mexmûrê ya ji 26 kesan pêk tê. Di çûyîna Tirkiyê de armancên me hene. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û biratî were çareserkirin em dixwazin bibin hêz û wesîleyek. Em ji bo teslîmbûnê naçin, em wekî qasidên aştiyê diçin û dixwazin Serokomar, Serokwezîr, Meclîsa Tirkiyeyê, partiyên siyasî û sazî dezgêhên mafên mirovan re hevdîtinan bikin. Piştî 18 salan ez diçim welatê me. Heyecanek mezin ez dijîm. Em ji welatê xwe jî hez dikin lê em dixwazin bi serbilindî, bi rûmet û şerefa xwe bi şêweyek azad li welatê xwe bijîn."

çavkani: Roj TV

No comments:

Post a Comment