Thursday, October 22, 2009

Ahmet Turk: Ocalan gavên dîrokî davêje


Nivîskar Tsiatsan Dîrok: PêncŞem, 22. Cotmeh 2009
löjl
güncel DIHA 21.10.2009- Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, di mîtînga Amedê ya pêşwazîkirina Koma Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê ya bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê hate lidarxistin de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gavên dîrokî davêje û xwest hemû kes van gavan baş binirxîne.
Rêxistina DTP'ê ya Amedê, bi boneya pêşwazîkirina Koma Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê li Qada Batikent a Amedê mîtîngek pêk anî. Di mîtînga ku bi 100 hezaran kes beşdar bûn de 34 endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, Parlementerên DTP, Şaredarên DTP'ê, Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementerên DEP'ê yê berê Tatip Dîcle û Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana jî amade bûn. Di mîtîngê de piştî berdevkên komên aşitiyê yên Qandîl û Maxmûrê Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emîne Ayna jî axaftin kirin.

'Kurd her tim aşitiyê dixwazin'

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, diyar kir ku gelê kurd her tim aşitiyê dixwaze û wiha got: "Gelê kurd ji bo têkoşîna azadî, aşitî û demokrasiyê heta îro diberxwe dide." Turk anî ziman ku coş û heyecana wî gelek e û heviyên wî yên aşitiyê ji berê hîn zêdetirin. Turk, anî ziman ku ew bi boneya aşitiyek mayinde têdikoşin û wiha got: "Ji roja têkoşînê heta îro her tim me ji bo aşitî û biratiyê têkoşin meşandiye. Em ne ji bo qehremeniyê ji bo aşitiyek mayinde tê dikoşin. Em her tim ji bo li hemû deverên Tirkiyeyê aşitiyek mayinde ava bikin têdikoşin. Kesên xwe bi şer xwedî dikin, ji aşitiyê aciz dibin. Lê ev kesên şerxwaz dê di demek nêzîk de di nava rûpelên dîrokê de winda bibin."

'Ocalan gavek dîrokî avêt'

Turk, destnîşan kir ku kesên ji aşitiyê fam nakin û qîmetê aşitiyê nizanin her tim riya aşitiyê xetimandine û wiha dom kir: "Brêz Ocalan ji bo rê li pêşiya siyasetê veke, siyasetek demokratîk dest pê bike gavek dîrokî avêt. Ji bo me ev gav gelek girîng in. Têkoşîna me têkoşîna aşitî û azadiyê ye. Heta gelê kurd azad nebe gelê tirk jî azad nabe."

'Em aliyê pirsgirêkê ne, le ne pirsgirêk in'

Turk, xwest ku kesên rê li pêşiya aşitiyê digrin ji aşitiyê netirsin û anî ziman ku kurd ji bo Tirkiyeyek demokratîk û azad tê dikoşe. Turk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê rojek were kurd û tirk hevbû bi hezkirinek mezin hembêz bikin. Hezar salin em bi hevre dijîn. Em diwazin azad di nava aşitiyê de bijîn. Ger ku Turkiye bi gelê kurd re li hev bê, dê riya demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn tevî vebe. Ji Maxmûr heta Dihokê, ji Zahoyê heta Sîlopî, ji Nisêbîn, Cizîr û Qoserê Heta Amedê gel li ser linga ye. Em dibêjin werin daxwazên vî gelî bibînin û guh bidin daxwazên vî gelî. Zimanê me zimanê aşitiyê ye. Em aliyê pirsgirêkê ne, lê me ne pirsgirêk in. Divê nasnameya me neyê înkar kirin. Kurd wenda bikin dê Tirkiye jî winda bike."Turk xwest hemû alîgirên aşitiyê piştgiriyê bidin wan û vê firseta dîrokî ku bi dest xistine ji dest bernedin.

Ayna: Serbestberdana komên aşitiyê hêviyê me yên aşitiyê zêdetir kirin

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna jî spasiya xwe ji hemû kesên ku ji Sînorê Xabure heta niha bi bi wan re rêwîtî kiriye kir û anî ziman ku hemû kesên di vê riyê dene aşitiyê dixwazin. Ayna wiha axivî: "Kesên bi komên aşitiyê yên Qandîl û Maxmurê hatin heta Amedê aşitiyê dixwazin. Lê roja komên aşitiyê hatin operasyon hebûn. Di wê demê de teskere hate erêkirin. Li gel vê yekê li ser daxwaza Brêz Ocalan bi armanca rê li pêvajoya xitimiye vebe komên aşitiyê hatin Tirkiyeyê. Bi serbestberdana van komên aşitiyê heviyên me yên aşitiyê zêdetir bûn." Ayna xwes her kes li komê aşitiyê xwedî derkeve û piştgiryê bide hewildanên wan.

No comments:

Post a Comment