Wednesday, October 28, 2009

Roj TV: LI SÊRTÊ DI ENCAMA SERDEGIRTINA DTP, STAY-DER Û SÎDER'Ê DE 30 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Sêrt û navçeya wê Berwarî doh danê sibê bi serdegirtinan dest bi rojê kir.

Di serdegirtinên malan ên li Berwariyê de serokê rêxistina DTPa navçê Tamer Ozer, serokê rêxistina BDPa navçê û endamê DTPê Şakir Orada hatin binçavkirin.

Li navenda Sêrtê jî avahiyên komeleya piştgiriya bi malbatên girtiyan re STAY-DERê û komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê ya Sêrtê SÎDERê rastî serdegirtina polêsan hat.

Serokê STAY-DERê Arafat Aksu û rêveberê komeleyê Ahmet Aydin jî di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên bi dest ketine, heta niha 30 kes hatine binçavkirin û bahaneya binçavkirin û serdegirtinan nehat zanîn.

No comments:

Post a Comment