Tuesday, October 27, 2009

‘Şertên vegerê tuneye’

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aşitiyê Bulent Aka û Zehra Tunç derbarê armanca vegera xwe de diyar kirin ku ew li ser navê gelê Maxmûrê wekî qasidên aşitiyê hatine ku daxwaz û heviyên xwe ji Enqereyê re ragihînin. Aka û Tunç dan zanîn ku ne mimkun e gelê mexmûrê di nav van şert û mercan de vegerin.




Endamê Koma Çareresiya Demokratîk û Aşitiyê ya bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Maxmûrê vegeriyan Bulent Aka, diyar kir ku hemû hemû kes bû şahidê hatin qasidên aşitiyê. Aka, daxuyand ku di dema hatinê de çawa gel xwest xwe bigîne wan, ew jî di hatina Tirkiyeyê de dixwazin xwe bigînin heviyên gel û ji bo heviyên gel têbikoşin. Aka, destnîşan kir ku li ser banga Rêberê PKK’ê ji bo xwe bigînin aşitiyek mayinde û demokrasiyê beşdarî meşa aştiyê bûne. Aka, anî ziman ku bi daxwaza bibin bersîva banga Rêberê PKK’ê û heviyên gelê kurd ketine vê riyê. Aka, bal kişand ser şerê 30 salî û wiha got: “Li herêmê bi salane şerek tê meşandin, gund vala bûn bi hezaran mirov hatin kuştin, gelek qetilkirinên kujer nediyar pêk hatin. Gelek operasyon pêk hatin û gelê kurd û tirk li hev hate sorkirin. Em dixwazin balê bikşînin ser rastiya ku li herêmê hatiye jiyîn û bala cîhanê bikşînin ser rastiya xwe. Em dixwazin aşitî û dostaniya di navbare gelê kurd û tirk de ava bikin. Em dixwazin nirxên heyî xurt bikin û bi hevre pêşde bibin. Pêşerojek geş û xweş ava bikin.”

‘Gel mizginiya aştiyê da me’

Aka, bal kişand ser coş û heyecana rêwîtiya komê û destnîşan kir ku coş û serhildana gel wekî roja mahşerê bû. Aka, da zanîn ku ji bo Deriyê Xabûrê wan berê amadekariyên xwe kiribûn û di sînor de zêde pirsgirêk nejiyane. Aka, anî ziman ku dihat gotin dê di 4 saetan de ji sînor derbas bibin, lê piştî ji deriyê sînor derbas bûn nêzî 20 saetan li sînor hatin rawestandin. Aka, pêşwazîkirina kurdan a li Deriyê Xabûrê yê Sîlopî jî wekî serhildanek xwezayî nirxand û wiha axivî: “Bi deh hezaran kurd ji bo pêşwazîkirina me ji xwe berê hatin li Deriyê Xabûrê kom bûn. Bi hestê xwe yên dilsoz û aşitiyane bi sedan kîlometre katin rê û hatin em bi dilekî pir germ pêşwazîkirin. Piştî deriyê xabûrê li şûna em mizgîniya aşitiyê bidin wan, dijberî vê yekê wan mizgîniya aşitiyê da me. Rojek ji cejnê wêdetir bû. Mirov li hemberî vê dîmena pêşwazîkirinê digot ev gel hêjayî azadî û aşitiyê ye, hêjayî nirxên herî pîroz e. Mirov nikare van dîmenan di xewna xwe de jî bibîne.”

‘Şert û merc çêbin dê vegerin’

Li ser mijarê Aka, têkildarî koçberiya xwe ya ji Tirkiyeyê jî destnîşan kir ku ew bi daxwaza xwe û vîna xwe ya azad neçûn Mexmûrê û nebûn penaber. Aka, bi bîr xist ku wê demê operasyon zêde bûne û êrîşên li ser gundan giran bûne û di necama vê zordariya dewletê de neçar man ku warê xwe terk bikin. Aka, ji bo vegera Tirkiyeyê jî da zanîn ku ew li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi vîna xwe ya azad hatine. Aka, daxuyand ku ev 15 salin li Mexmûrê dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min dibistana seretayî li maxmûrê xwend. Niha li Hewlerê Zanîngehê jî bi kurdî dixwînim. Lê belê dema em li Tirkiyeyê dinerin, kurd jî û civakên din jî hene. Lê zimanê fermî tirkî ye. Dewlet bang li kurdên Mexmûrê dike ku werin û dibêjin pêşiya we vekiriye. Ger ku ji bo 13 hezar kurdên Mexmûrê amadekarî kiribe em dibêjin vaye em di destpêkê de 26 kes, hem wekî berdevkê kurdên Maxmûrê û hem jî wekî qasidê aşitiyê hatin. Em dibêjin ka paketa we ya ji bo kurdên Mexmûrê çiye. Çi amadekarî kiriye? Em dixwazin ka dê çi mafên jiyanê bide me bêjin? Niha min li Hewlerê Zanîngeh bi kurdî xilas kiriye. Ev zanîngeh li hemû cîhanê tê nasîn, lê ez di nava şik û gumanan deme dê min qebûl bikin ya na? Ger ku ez welatiyekî Tirkiyeyê bim divê di aliyê zagonî de jî rê li pêşiya min veke.”

Aka, der heqê amadekariyê kurdên Mexmûrê de jî destnîşan kir ku di nava van şert û mercan de kurdên Maxmurê ne amadene û divê berî her tiştî bingeha vegerê bê avakirin. Aka, da zanîn ku dema şert û merc bêne avakirin kurdên Maxmûrê dixwazin li axa xwe û welatê xwe vegerin, lê divê berî her tiştî şert û merc bêne amadekirin û daxwazên kurdên Mexmûr pêk werin. Aka wiha pêde çû: “Kurdên Maxmûrê dixwazin di nava aşitiyê û mafên demokratîk de li welatê xwe vegerin. Mafê wan ji aliyê zagonan ve bê naskirin û azadiya wan bê dayîn. Em ne ji bo li malên xwe vegerin, her wiha ji bo biçin Enqereyê daxwazên gelê Maxmûrê ji rayedarên dewletê re ragihînin hatine. Em dê biçin Enqereyê û daxwazên zarokên Mexmûrê, daxwazên kurdên Mexmûrê li ser masê niqaş bikin. Em dê hevî û bendewariyên xwe ji rayedaran re bêjin. Hêvî û bendewariyên me ji dewletê hene.”

‘Divê ciwan bi zanistî tevbigerin’

Aka, bi taybetî bang li ciwanên kurd û tirk jî kir û xwest li hemberî geşedanên heyî bi xwînsarî û histiyarî tev bigerin û neyên sorkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ên herî zede karibin piştgiriyê bidin pêvajoya aşitiyê ciwanên kurd û tirk in. Divê bi zanistî tevbigerin û rê li pêşiya kuştin, şer û operasyonan bigrin. Divê hemû ciwan ji bo aşitiyek mayinde û parastina mafên demokratîk û mirovane têbikoşin. Em bang gelê tirk jî dikin û dibêjin em ji bo aşitî û demokrasiyek mayinde hatine û em dibêjin êdî serdema şer bi dawî bûye û divê em bi hevre li ser vê axê azad û di nava aşitiyekê de bijîn.”

‘Em ji bo aşityekî bi rumet li virin’

Zehra Tunç jî destnîşan kir ku ew bi vîna xwe ya azad bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca hêvî û daxwazên gelê Mexmurê ji rayedarên Tirkiyeyê re ragihînin û rê li pêşiya siyasetek demokratîk vekin hatine Tirkiyeyê. Tunç ve tişt gotin: “Ji bo aşitiyek rûmet li vî welatî rû bide, ji bo li vî welatî aşitiyek peş bikeve û şer bi dawî bibe em hatin Tirkiyeyê. Roja em ji Mexmûrê derketin gelê Maxmûrê bi coşek û heviyên pir mezin em bi rêkirin. Heta Deriyê Xabûrê bi me re hatin û em rêwîkirin. Bi al û govend bi keyfek gelek mezin em bi rêkirin. Dema em gihiştin Deriyê Xabûrê dengê kurdên li pişt sînorê Deriyê Xabûrê pir ji dûr ve dihat. Coş û heşecana wan ji dûr ve xuya dibû. Vê qêrîn û coşa gel heyecana me jî zêde dikir. Dema em ji Deriyê Xaburê derbas bûn û em ketin nava gel, gel rê nedida me ku em bimeşin. Daxwaza gel a xwe bigîne me û xwesteka qasitê aşitiyê bibîne pir pir zêde bû. Ji bo xwe bigînin me êrîşî ser otobusê dikir. Li Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Çinar û Amed bi 100 hezaran mirov bê rawestan û westan li ser linga bû. Li hêviya me bûn ku me bibînin û xwe bigînin me. Vê yekê hest û heyecana me jî pir zêde dikir. Xuya bû ku gel çiqas beriya aşitiyê û azadiyê kiriye. Xuya bû ku gel çiqas tî û birçiyê aşitî û azadiyêye.”

‘Divê dibistanên kurdî bên avakirin’

Tunç, li ser cudatiya berê û niha jî şirove kir û anî ziman ku dema warê xwe terk kirin pêvajoya şer bû û şert û mecr pir dijwar bûn. Tunç, anî ziman ku niha gelek tiştên mezin pêk hatine û veguherînên gelek mezin pêşketine. Tunç, cûdatiyên berê û niha wiha anî ziman: “Berê em di nava rewşa awarte de dijiyan. Di vegerê de me bi rengê kesk, sor û zer hatin pêşazî kirin. Em bi serhildanek pir mezin hatin pêşwazîkirin. Wê demê demê dema şer bû. Niha dema aşitiyê hatiye û divê me bi hevre li ser masê rûnên û pirsgirêkên xwe di nava aşitiyê de çareser bikin. Tunç, derbarê xebat û pergala jiyana Maxmûrê de jî destnîşan kir ku hemû saziyên sivîl û civakî hene û wekî dewletek biçûk di nava aheng û tifaqekê de dijîn û wiha dom got: “Li Maxmûrê dibistan bi kurdî ye, lîse bi kurdî ye. Zanîngeh jî bi kurdî dixwînin. Dema xwendekarên Maxmûrê bêne Tirkiyeyê bingeh û şertê wan nehatiye avakirin. Ji ber ku dibistana bi kurdî li vir tune. Kurdên ji Mexmûrê bên Tirkiyeyê tirkî nizanin. Ji bo ku Tirkî nizanin jî tercûman lazime, lê tercûman jî ne çareserî ye. Dê zahmetiyek pir mezin bijîn. Divê berî her tiştî şert û mercên pêşxistina kurdî bê avakirin û dibistanên kurdî vebin. Weki koma aşitiyê, em dê têkoşîna aşitiyê bimeşînin. Heta niha me bersîv negirtiye. Em wekî kes nehatine, em li ser navê gelê Mexmûrê hatine. Dê pêvajo û şert û merc dîyar bikin dê çawa bibe. Banga me, aşitî ye. Di xwezeya xwe de jin di dîrokê de her tim aşitî parastiye. Ji bo kurd û tirk bi hevre bijîn divê pirsgirên xwe bi hevre çareser bikin û dawî li vî şerî bînin. Di nava van şert û mercan de gelê Mexmûrê ne amadeye ku were Tirkiyeyê. Ji bo karibe werin divê şert û merc bêne amadekerin. Divê makezagon bê guhertin, opeasyon bi dawî bibe. Neşxerê bê diyar kirin. Kurdî wekî fermî bê qebûl kirin. Kurd karibin zimanê xwe çanda xwe azad bijîn. Lê di vî halî de kurd ne amade ne ku vegerin.” Dilsoziya başûr...

Gençdal, bal kişand rêwitiya komê û destnîşan kir ku Kurdistana Federal di çalakiya pêşwazîkirina komên aşitiyê de yekem car serhildanek bi vî rengî pêk aniye û vê yekê dilsoziya wan a li hemberî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan daye nîşan. Gençdal xwest ku her kes paş peyama pêşwazîkirina gel bibîne û wiha got: “Her kesî bi heviya ku kom bibe wesîleya aştî û azadiyê em pêşwazî kirin. Coş û heyecanek pir mezin hebû. Girseyê heta sînorê Xabûrê bi coşek mezin em bi rê kirin. Ev pir bi watebû. Divê peyama pêşwazîkininê û lêxwedîderketina gel baş bê xwendin û watekirin.” Mehmet Şerîf Gençdal, li ser nêzîkatiya rayedarên tirk jî rawestiya û wiha dom kir: “Helwesta redarên tirk erênî bû pirsgirêk dernexistin. Beriya ku em derkevin pêşberî dozgeran 4 nameyên ku me ligel xwe anîbûn me teslîmî rayedarên dewletê kirin. Piştî em derketin pêşberî dozgeran, dozgeran agahiyên nasnameyên me girtin û li ser armanca hatina me çend pirs ji me kirin. Di îfadegirtinê de bi avayekî veşartî xwest em ji xala 221’an sûd bigrin. Lê em tev bi avayekî teqez li dijî vê yekê derketin û em diyar kir ku ne ji bo poşmaniyê û teslîmiyetê, her wiha ji bo em xizmeta aşitiyê bimeşînin û beşdarî siyaseta demokratik bibin hatine Tirkiyeyê. Me got tu armanca me ku em biçin li malê rûnên tune. Me got em dixwazin bi avayekî çalak beşdarî siyaseta demokratîk bibin û xizmeta aştiyek bi rûmet bikin.”

Gençdal, têkildarî hestên pêşwazîkirina ji Sîlopî heta Amedê jî vegot û diyar kir ku ew dimenê wan ditin di dîrokê de mînaka wê nehatiye jiyandin. Gençdal, bal kişand ser coş, heyecan û daxwazên girseyê û wiha dom kir: “Di çav û rûyê mirovan de hesret, evîn û hezkirna aştî û azadiyê hebû. Hesir û ken tev li hev dibûn. Gel, bi salane bi evîna û hesreta gihandina aştî, azadî û jiyanek serfiraz dijî. Bi salan e êşên mezin kişad, neheqiyên pir gran dît. Ji ber vê yekê bi hesreta aşitiyek mayinde hatin em bi dilekî germ û coşek bêhempa em pêşwazikirin. Li hemberî vê yekê mirov nikare bêje ev şov e. Divê peyama gel û daxwazên gel baş bêne famkirin û xwendin. Em jî ji bo bibin bersîva daxwaza gelê xwe em dê têbikoşin. Em ketin Silopî coş û heyecan cûda bû. Ji Sîlopî heta Cîzîr, ji Cizîr heta Nisêbîn, Qoser Çinar û Amedê her dîmen û coş ji hev cûdatir bûn. Her heyecan ji devera din cûdatir bû.”

Peyam li Amedê da

Gençdal, têkildarî lixwekirina cilên sivîl a li Amedê jî axivî û anî ziman ku ew bi armanca tev li siyaseta demokratik bibin û rê li pêşiya aştî û siyaseta demokratîk vekin hatine Tirkiyeyê. Gençdal bal kişand ser peyama cilên sivîl û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev meşek e. Heta Amedê em hatin. Ev meş didome. Piştî Amedê me xwest ku em bêjin em êdî dixazin beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Em xwest em bêjin em dixwazin rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Ev yek jî bi agirbesta du ali. Bi diyaloga demokatîk û bi aşitiya mayinde pêkan e. Me xwest em vê peyamê bidin. Ji niha û şûnde dê meşa me û têkoşîna me bi cilên sivîl dê dom bike.” Gençdal, bal kişand ser pêşerojê jî û anî ziman ku dê ji niha û şunde di nava xebatên meclîsa aşitiyê de cih bigrin. Gençdal, bilêv kir ku ew dê ji niha û şûnde ji bo aştî li Tirkiyeyê pêş bikeve xebatan bikin û bi boneya rê li pêşiya diyaloga demokratîk vebe têbikoşin. . (Dîha / HAWAR NET)

© HAWAR NET 2009


No comments:

Post a Comment