Tuesday, October 20, 2009

VOA: Mûharrem Erbay derbarê çûna ‘Nunerên Aştiyê’ bo Tirkîyê dipeyive





19/10/2009

Di hepeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkî de, Mûharrem Erbay, serokê Komela Mafê Mirovan

Mûharrem Erbay
Mûharrem Erbay
ya Rexistina Dîyarbekirê, derheqa hatina komên aşitî û çareserîya demokratîk bo Tirkîye diaxife. Birêz Erbay, yek ji wan 45 awûqatan e ku, jibo berevanîya şandeyên aşitîyê li derîya Xabûr amadê ne.

Erbay dibêje, gelek sîyasetvan, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên sazîyên sîvîl tevda hatine Sîlopîyê, jibo armanca aşitîyê. Her wiha bi hezaran kes: zarok, qîz û law, jin û mêr, kal û pîr bi kincên xwe yên netewî hatine Xabûre da ku piştgirîya wê pengavê bikin. Hêvîya wan kesên amade bûyî ev e ku, pirsa kurdî ya dûr û dirêj bi rêkên aştîyane were çareser kirin û endamên her du komên geheştine Tirkîye, piştî lêpirsînê werine serbest kirin.

Guhdarên delal, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilik bikin.

Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment