Friday, October 30, 2009

Weşana Azadiya Welat dîsa ji bo mehekê hate rawestandin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 30. Cotmeh 2009
löjl
güncel AW 30.10.2009- Rojnameya kurdî ya rojane Azadiya Welat bi hinceta "Propagandaya Rêxstinê kiriye" mehekê hate girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê di weşana kurdî de herî emir direje, piştî 15'ê tebaxa 2006'an dest bi weşana rojane kir. Piştî rojname bû rojane heta niha 5 caran hate girtin.
Li Tirkiyeyê bi kurdî tenê Rojnameya Azadiya Welat weşanê dike. Azadiya Welat ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi hinceta "Propagandeya Rêxistinê kiriye" mehekê rastî cezayê girtinê hat. Dadgehê, ji ber nûceyên di hejamer duh (29 cotmeh) de di rupela yekemîn de "Navên şehîdan aşkera bûn", rupela 5'emîn de "Ocalan kurd ji mirinê hişyar kirin", rupela 7'emîn de "Berîtan li Akademiya Jinan hate bibîranîn" û rupela 8'emîn de jî "Şerê Şeran" sedem nîşan da.

Heta niha 120 rojan hate girtin, 30 rojên din dîsa cezaye girtinê girt

Rojnameya Azadiya welat di 15'ê Tîrmha 2006'an dest bi weşana rojane kir. Di nav 3 salan de 5 caran cezayê girtinê lê hate birîn. Rojnameyê ji destpêka weşana rojane heta niha 120 rojan rastî cezayê giritnê hat. Rojnameyê bi vî cezayî dê 30 rojên din jî girtî bimîne.

Di dîroka çapemeniya kurd de rojnameya herî emir dirêj

Rojnameya Azadiya Welat, li Tirkiyeyê di salan 1990'an de li ser mîrasê kevneşopiya çapemeniya kurd dest bi weşanê kir. Li Tirkiyeyê yekem car bi kurdî Rojnameya Welatê bi heftane di 22'ê sibeta 1992'ê dest bi weşanê kir. Rojnameya Welat piştî 115 hejmaran ji ber doz û cezayan hate girtîn. Piştî wê Rojnameya 'Welatê Me' dest bi weşanê kir. Rojnameya Welatê Me heya sala 1996'an 46 hejmar derxistin hate girtîn û piştre jî Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Rojnameya Azadiya Welat di dîroka çapemeniya kurd de ya herî emir dirêj e.

Azadiya Welat di 15'ê tebaxa 2006'an de dest bi weşana xwe ya rojane kir

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de çapemeniya azad dest bi weşanan kir. Gelek rojname û kovar bi mecbûrî li Stenbolê dihatin weşandin. Belavkirina wan rojname û kovaran heya sala 2000'î jî li herêmê qedexe bûn, lê dîsa jî li herêmê dihatin belavkirin. Di şert û mercên gelek zahmet de rojname di gihiştin destê gel û rastî eleqeyekî mezin dihat. Cihê kurdî lê neyê axaftin rojnameya kurdî zêde fêde nade xwedekar û di 2003'an de navenda Azadiya Welat anîn Amedê. Azadiya Welat ji bo pêşvebirina kurdî û zimanekî hevpar rolekî mezin lîst. Bilî Tirkiyeyê kurdê li Suriyeyê, Iraqê û Îranê jî eleqeyekî mezîn nişan didin.

No comments:

Post a Comment