Thursday, October 22, 2009

Rudaw Net: Fîrmayeke Tirk Bi 178 Milyon Dolar Rêya Korê-Qendîk Çêdike

Rûdawnet – Hewlêr: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed ragehand ku ev projeya han wek projeya stratejiya hikûmeta herêmê û wezareta avadankirinê tê danîn. Fîrma Yuksel a Tirkî li gor girêbestekê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeya çêkirina rêya serekî ji Korê bo Qendîk di hundirê 30 mehan de cîbicîh dike. Di kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş de Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed û Nûnerê Hekarî û Serokê Dostayetiya Parlamenê Tirkiye-Iraq Parlamenter Abdulmutalip Ozik hurdekariyên çêkirina rê vegotin. Cîgirê Serokê Parlamenê Kurdistanê Îmad Ehmed daxwiyand: ‘’Evna projeyeke stratejîk a hikûmeta herêmê û wezareta avadankirinê ye. Ev projeya han bi awayê tender ji vê fîrmayê re derketiye. Ew jî çêkirina rêya stratejîk a Kore-Şeqlawa-Qendîk e ku 51 km û 178 milyon dolarê Amerîkî jê re hatiye veqetandin.’’ Îmad Ehmed wiha axifî: ‘’Zêdeyî 500 şirketên Tirkî di warên cuda cuda de li Herêma Kurdistanê kar dikin. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya van pêngavan dikin. Ev pêngavên wiha peywendiyên siyasî jî bihêztir dikin. Em hêvîdar in peywendiyên navbera me û Tirkiyê ber bi pêş de herin.’’ Di kongreya çapemeniyê de Nûnerê Hekarî Parlamenter Abdulmutalip Ozik jî got: ‘’Kêfxweş im bi wêya îro li vêderê vê girêbestê îmze dikim. Ev proje projeyeke girîng e ku di hundirê 30 mehan de karê wê diqedê. Dirêjiya wê 51 km, 1500 tunêl e ku li çend navçeyên cuda ên rê çêdibin. Hêvîdar im ev projeya han xizmetek be bo navçeya we.’’ Ozîk axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hêvîdar im ev bibe pêngavek bo encamdana projeyên girîngtir û zêdetir. Em herdem ji bo pêşketinê hevkariya Iraqê dikin, hêviya me Iraqa nû Iraqeke demokratîk be bo hemû navçe û Kurdistanê. Em hêvîdarin projeyên zêdetir li herêmê encam bidin.’’

No comments:

Post a Comment