Wednesday, October 21, 2009

DEŞT Û ÇIYA BÛN YEK

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: ÇarŞem, 21. Cotmeh 2009
löjl
güncel Gerîla û gel li Cizîra Botan gihişt hev û bû yek. Hemû endamên komên aştiyê ku ji Qendîl û Mexmûrê hatibûn hatin berdan. Meşa Qasidên Aştiyê ya ber bir Amedê ve didome. Li Cizîr, Nisêbîn, Qoser û Amedê pêşwazîkirinên bi heybet pêk tên...
Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatîn Tirkiyeyê, ji êvarê heta serê sibehê ji ber muameleya wan a fermî û hiqûqî li Deriyê Xabûrê hatin girtin. Di dema hevdîtina endamên komên aştiyê û rayedarên dewletê de bi dehan parêzer jî amade bûn. Bi deh hezaran kesî jî heta serê sibehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
GIRSEYA GEL Û GERÎLA GIHIŞTIN HEV

Piştî prosudura fermî û hiqûqî ya qasidên aştiyê bi dawî bû û ew serbest hatin berdan, kom ber bi Qeraja Tiran a bi dehan hezar kes lê rawdiweste ve bi otobêsa hilbijartinê ya DTP'ê ve derketin rê. Koma bi parlamenterên DTP'yî re gihişt cem girseyê, li ser otobêsê gul avêtin gel. Girseyê jî bi sloganên, "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" PKK'yî pêşwazî kirin..

Dixwazin bi awayekî azad siyasetê bikin

Dema Koma Aştiyê ji Deriyê Xabûrê meşiya û gihişt cem girseya bi deh hezaran, gel bi gulan silav kir. Berdevkê Koma Aştiyê ya Qendîlê M. Şerîf Gençdag li ser navê koman axivî û diyar kir ku ew dê vê meşa xwe ya aştiyê bidomînin û wiha got: Armanca me ew e ku em bikarin bi nasnameya xwe li Tirkiyeyê siyasetê bi awayekî azad bikin û li vî welatî biratî pêk bê.

Heyet dê biçin Enqereyê

Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê piştî serbestberdanê bi girseya DTP'yiyan re ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin. Piştî ku li Amedê hatin pêşwazîkirin, kom dê ji bo peyaman bigihîne rayedarên dewletê derbasî Enqereyê bibe.

No comments:

Post a Comment