Thursday, October 8, 2009

Serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Tofîq: Biryara bêçalaktiya KCK'ê girîng

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 06. Cotmeh 2009
löjl
güncel DIHA 06.10.2009-Serokê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Heme Elî Tofîq pirsgirêka kurd li Tirkiye, Suriye û Îranê pirsgirêka herî girîng e û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê hewildanên çareseriyê girîng in. Di vî warî de biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê jî derfetek girîng dide çareseriyê."
Serokê Yekitiya Parlementerên Kurdistan Heme Elî Tofîq têkildarî hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê nêrîne xwe ji DÎHA'yê re anî ziman. Tofîq diyar kir ku pirsgirêka kurd ne tenê li Tirkiye, li Îran, Suriye û Îraqê jî pirsgirêka sereke ye. Tofîq bal kisand ser biryara bêçalakiyê ya KCK'ê ev demek dirêje îlan kiriye û wiha axivî: "Li Bakurê Kurdistanê biryara bêçalaktiyê ya soresgerên kurd ji bo çareseriyê pêngavekî pir girîng e û divê Tirkiye vê yekê binirxîne. Divê berî her tistî Makezgona Tirkiyeyê were guhertin û di Makezagonê de hebûna kurdan bê pejirandin û ya herî girîng jî divê soresgerên kurd razî bike û ew mûxatab bigire."

'Karesata pirsgirêka kurd bi rûxandina Osmaniyan re dest pê kir'

Rewsebîrê Kurd Mumtaz Heyderî jî têkildarî mijara çareseriya pirsgirêka kurd nêrînên xwe ragihandin û diyar kir ku karesata li hemberî pirsgirêka kurd bi rûxandina Osmaniyan re destpêkiriye. Heyderî diyar kir ku bi avabûna Komara Tiriyeyê hebûna kurdan bi temamî li Tirkiyeyê hatiye înkarkirin. Heyderî balkisand ser polîtîkayên asîmîlasyona zimanê kurdî û daxuyand ku ev karesata herî mezin a li hemberî kurdan e. Herderî diyar kir ku kurdan gelek hewldanên ji bo standina mafên xwe bi riyên aramî kirine lê hewldanên wan bêbersiv mane.

'Divê Tirkiye têgeha Tirkiye-Kurdistan bipejirîne'

Rewsembîr Heyderî bal kisand ser dîroka Tirkiyeyê û diyar kir ku Osmaniyan jî navê Kurdistanê pejirand bû û divê Tirkiye jî vê yekê bi dilxwesî bipejîrîne. Heyderî derbirî ku ger vê yekê nepejirîne wê demê dê kes ji hewldanên Hikumeta AKP�ê bawer neke. Têkildarî hewldanên AKP�ê jî Heyderî gumanên xwe anî ziman û wiha got: "Di roja me ya îro de Tirkiye dinêre ku cîhan hatiye guhertin û Tirkiye jî ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve diçe. Ji bo vê yekê hinek tistan li ser ziman dibêje, lê pêk naîne. Ji bo çareseriyê divê Tirkiye xaka Kurdistanê bipejirîne."

'Ziman giyanê neteweyî ye'

Heyderî bal kisand li ser girîngiya ziman ji bo neteweyekê û diyar kir ku ziman giyanê neteweyan e. Heyderî destnîsan kir ku ji bo vê yekê ger mirov bixwaze netewek tune bike, ev yek bi tûnekirina zimanên wê neteweyê gengaz e. Her wiha Heyderî derbirî ku ger Tirkiye ji dil dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê berî her tistî zimanê kurd bi awayekî fermî û bêsert û merc bipejirîne. Heyderî da zanin ku li her welatekî hemû guhertin bi riya destûran pêkanîn, ji bo vê yekê jî divê Tirkiye destûran biguhere. Heyderî bi bîr xist ku Makezagon neyê guhertin kes ji hewildanan bawer nake."

(Wêne: Serbaz SIYAMED)

No comments:

Post a Comment