Friday, October 9, 2009

Alîyên siyasîyên Kurdistanê yek helwest nînin li ser şêwaz û sistemê hilbijartina parlamanê Iraqê






ئاڵای لیستی گۆڕان و کوردسـتانیAlîyên siyasîyên Kurdistanê yek helwest nînin li ser şêwaz û sistemê hilbijartina parlamanê Iraqê û hindek layan dixwazin bi sîstemê lîsta dayêxistî hilbijartin bête kirin û hindek layan jî dixwazin bi lîsta vekirî bît.



Li ser vê rewşê lîsta Goran û lîsta Yekgirtû Îslamî ya Kurdistanê belav kirin ku ew dixwazin hilbijartin bi lîsta vekirî bêt kirin.



Li ser astê Iraqî jî piranîya Şî'a mezheb piştevanîya lîsta vekirî dikin, lê hindek layanên Kurdistanê di wê bawerê de ne ku bi lîsta dayêxistî û bi şêweyek yekbazinî hilbijartin bête kirin, dengê hevwelatîyan nayêne hunda kirin bi taybetî dengên Kurdan ku li çendîn parezgehên naverast û başûrê Iraqê dengderên Kurd bi şêweyek firehbazî nikarin serkeftinê bidest xwo ve bînin û eger bi sîstemê yekbazinî hilbijartin bête kirin ew deng jinav naçin bi taybetî eve boçûna Partî Demokrata Kurdistanê û Yekîtî Niştimana Kurdistanê ye.



Di bersiva pirsyarekê da aya Yekîtî û Partî rijdin li ser vî helwestî, Dr. Azad Bamarnî endamê parlamana Iraqî ser bi lîsta Hevpeymana Kurdistanê di peywendîyeke telefonê de bo Dengê Amerîka got, Partî û Yekîtî dixwazin hilbijartin bi şêweyek yekbazinî li Iraqê bêt kirin.



Derbarê lîsta vekirî jî got em dixwazin bi sîstemê dayêxistî bît lê eger xelkê Iraqê û xelkê Kurdistanê bi giştî bixwazin hilbijartin bi şêweya lista vekirî bît eve em jî dê bi lîsta vekirî beşdarîyê bikêyn.



Cihê gotinê ye heta niha parlamanê Iraqê ne şiyaye qanuneka nû ya hilbijartinan li Iraqê pesend biket û her layaneke Iraqî jî li gor berjewendîya xwo daxwaza şêweya hilbijartinê diket û hinde jêder dibêjin eger parlamanê Iraqê çi qanûn pesend nekirin eve dê kar bi qanuna 2005ê êt kirin lê niha kêşe û girift li ser zêdebûna rêja dengderan jî heye bi taybetî li parêzgehên Musil û Tîkrît û Basra û mesela dabeş kirina kursîyên zêde jî nehatîye yêklayîkirin.

çavkani: VOA

No comments:

Post a Comment