Thursday, October 22, 2009

Roj TV: Turk bersiva Erdogan da: Hewctiya me bi şovê tune ye ev coşa aşitiyê ye

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, bertek nişanî gotinên hikumet û Serokwerîz Recep Tayyîp Erdogan yên wekî "Şovê dikin" da û wiha got: "Em wekî DTP'ê hewcedarî şovê nînin. Ev coşa aştiyê ye."

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Amedê daxuyaniyekî kin da çapemeniyê. Turk, bertek nişanî gotinên rayedarên hikumetê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan yên wekî "Şovê dikin" da. Turk wiha got: "Ev yek ne şov e coşa gel e. Bila hemû kes vê coşê baş binirxîne û tevlî vê coşê bibe. Yên hatîn ji bo pêvajoya aştiyê hatine. Divê tevahiya Tirkiyeyê tevlî vê coşê bibe. Ev coşe ya me hemûyane. Ji bo aştiyê û Tirkiyeyê ye. Wekî DTP'ê hewceyiya me bi şovê tune ye. Coşa tê jiyîn coşa aştiyê ye. Em dê niha şûn de bi gelê Tirkiyeyê re û partiyên siyasî re ji bo pêvajo pêşve biçe xebatê bikin. Tenê daxwaza me aştiye. Em dê hemû tevkariya xwe bi vî şeklî bikin." Turk, destnişan kir ku endamên komên aştiyê êdî dê di nava Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê de bixebitin.

No comments:

Post a Comment