Tuesday, October 27, 2009

Dewleta Tirk naxwaze Kurd serbilind bin

Supporters gather to celebrate the arrival of Kurdish rebels, ...

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî hatina komên aştiyê rojeva dewleta Tirk serûbin bû bû. Di rojên dawî di serî de MHP û CHP û hemû dijminên Kurdan hemberî pêşwazî kirina koman ji aliyê gelê Kurd ve nerazîbûn, bê tehemmulî û eciza ya xwe bi zimaneke tund eşkere kirin. AKP jî tevlî kerwana êrîş kirina Kurdan bû. Hevserokên Giştî yên DTP’ê Ahmet Turk û Emîne Ayna li Navenda Giştî ya DTP’ê têkildarî rewşa dawî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlementer û rêveberên DTP’ê jî tev li civîna çapemeniyê bûn. Turk bi bîr xist ku li ser bangawaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Komên Aştiyê hatine Tirkiyeyê û wiha axivî: “Kom ji bo vekirina pêşiya pêvajoya aştiyê hatine. Gava hatiye avêtin dîrokî ye. Em wekî DTP’ê vê gavê girîng dibînin. Ev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane serdemek nû ye. Ji ber vê yekê Komên Aştiyê bi coşek mezin hatine pêşwazîkirin. Ev hêz û coşa gelê me cardin berpirsyariya me aniye bîra me. Hêviyên aştî û demokrasiyê zêde kirine. Em vê
gavê ji bo vekirina pêşiya aştiyê gelek di cih de dibînin. Ji Silopiyê heta Amedê û li gelek bajarên din xwepêşandanên aştî û biratiyê pêk hatine. Ev hêvî û daxwaza gelê ma ya ji bo aştiyê ye.”

‘Siyasetmedarên bêberpirsiyar hene’

Turk da zanîn ku coşa hatiye nîşan dan a aştiyê ye û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê cîhanê bi baldarî li vê tabloyê temaşe kiriye. Hewildanên dixwazin vê tabloyê berovajî bikin, bêtalîhiyek mezin e. Ev rewşek gelek xetere ye. Gavek erênî ya aştiyê jî wekî ‘lehengî-teslîmbûn, teslîm girtin-têkbirin û têkçûnê’ tê nirxandin. Ev karê siyasetmedarên li hemberî pirsgirêkên civakê tu berpirsyariyê hîs nakin e. Ev gotin karê rayedar û siyasetmedarên li hemberî daxwazên civakê yên aştî û biratiyê berpirsyariyê hîs nakin e. Mixabin derdorên xwe ji gel bilindtir dibînin her tim dixwazin civakê bikin du beş û li ser vê yekê îktîdara xwe bimeşînin. Lazim e ev helwesta gelê kurd a aştiyane di serî de ji hêla hikûmet û hemû derdoran ve bê famkirin. Tişta ji vê pêvajoyê bê famkirin ew e ku hersek wêrek û samîmî be. Ku ev wêrektî bê nîşan dayî bi milyonan gelê me dê vê pêvajoyê hembêz bike. Ji nîşandana coş û şahiyê baştir çi heye?”

‘Dixwazin pêvajoyê sabote bikin’

Li ser mijarê Turk daxuyaniyên hikûmet û muhalefetê wekî, “sorkirin û provekirina pêvajoyê” nirxand û wiha pêde çû: “Derdorên nêrîna wan teng hatina koman heta kincên Komên Aştiyê li xwe kirîn û pêlavên di piyên wan de biçûk nirxandin. Dixwazin bi van gotinan rastiyan ji gelê kurd veşêrin. Hind derdorên ji aştiyê ditirsin û jiyana xwe li ser rantxewriya şer didomînin ên wekî MHP û CHP’ê ji bo hewayê erênî yê bi hatina Komên Aştiyê çê bûye belav bikin ketine nav hewildana sorkirina gel û provokasyonê. Baykal ku behsa biratî, aştî û yekîtiyê dike hiqûq etil kiriye. Baykal bi daxuyaniyên xwe nîşan daye ku nealîgirê aştiyê alîgirê şer e. Nîşan daye ku li ser kuştin, xwîn û rondikên çavan debara xwe dike. Lazim e gelê me û rayagiştî vê tifaqa MHP û CHP’ê ya şer baş bizanibe.”

‘Hewildanên lîncê destpêka pêvajoyek bi talûke ye’

Di berdewama axaftina xwe de Turk nerazîbûn nîşanî hewildanên lîncê jî da û wiha got: “Hind derdorên derxistina kuçe û kolanan tên sorkirin û pêşiya şerê kolanan tê vekirin. Ev rewşek bi tehlîke ye. Bi dayîkên gaziyan û kesên jiyana xwe ji dest dane, dixwazin hestên mirovan bikar bînin û bi vî awayî gengaşiyê derdixin. Ev hewildanek bi plan û organîzeyî ye.” Turk gotina Bahçelî ya wekî, “Stenbol Xabûr nîne” jî bi bîr xist û wiha domand: “Bi vê peyamê dixwaze ji kî re çi bê gotin? Dixwazin kurdan bidin lînckirin? Dixwazin kurdan qetil bikin? Dixwazin civakê pev bibin. Li Ederîne, Enqere, Konya û Elezîzê li hemberî kurdan hewildanên lîncê hatine organîzekirin. Ev pêkanîn zirarê didin pêvajoya aştiyê.”

‘Baykal li êrîşan xwedî derketibû’

Turk bi birxisti ku Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Baykal, êrîş wekî “Berteka kuçeyan” nîşan dabû û wiha got: “Tişta ku Baykal, jê re dibêje berteka kuçen hewldanên lînçkirina kurdan bûn. Bi vê yê derket holê ku Baykal û ekîbên wî, bi awayekî vekirî piştgirî dane êrîşan. Tiştên nebaş ku bên jiyandin dê vebala dê aîdî herdû partiyan be.”

‘Serî ne tewînin’

Turk, nêzîkatiya hikumetê jî rexne kir û destnîşan kir ku hikumet li hemberî aloziyên ku CHP’ê û MHP’ê avakirine paş de gav avêtiye û DTP’ê sûcdar kiriye. Turk, anî ziman ku Serokwezîr hedefa xwe şaş kiriye û DTP wekî hedef nîşan da ye. Turk, gotina Serokwezîr a Erdoga ya “Em dê pêvajoyê bibin serî” wekî bibiryar tevnegerîna hikumetê ve girêda û da zanîn ku taloqkiriina hatin koman Ewrupayê jî bi vê pêşketinê ve di nirxîne. Turk, xwest hikumet samîmiyeta xwe destnîşan bike û li hemberî
gefan serî netewîne û wiha axivî: “Dev ji zimanê sûcdar kirina kurdan berdin. Em dibîjin ev ziman xizmetî aşîtiyê nake. Hewaya ku bi hatina koman ve pêşkitiye vegerînin pêşketinên demokratîk û bi wêrêkî tevbigerin.” Turk, bang li hikumetê kir û wiha dom kir: “Ger hun dixwazin diyalogê û mekanizmeya wê pêşnexin û pêvajoyê li nîvê bi hêlin, hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabotê bikin yanî hişmendiya Ergenekonê dê bi bandortir bibe. Ev yek jî dê bi welatê me nede qezençkirin, dijberî wê dê mezin bide
windakirin.”

‘DTP dê sekna xwe bi dome’

Turk, diyar kir ku dê DTP sekana xwe ya demokratîk û rola xwe bi domîne û bang li hemû kesî kir ku ji bo êrşên nijraperst bi hestiyar bin. Turk, bal kişande li ser pirozbahiyên Cejna Komarê û xwest ku ev yek bibe wesileya jiyanekî bi yekîtî. Turk herî dawî bang li gelê kurd kir ku neyên provoksayonan û ji bo vê yekê bila bihistiyar bin. Turk, derbarê koma aştiyê ya ji Ewropayê tê jî wiha got: “Koma Aştiyê ya ji Ewropayê tê divê em hemû bi awayekî hesas pêşwazî bikin” Turk, bertek nişanî daxuyaniyên Serokê MHP’ê Bahçelî dan û ew alîgirên aştiyêne. Turk, têkîdarî daxuyaniya Esat Canan da jî got, “Daxuyaniyên bêyî agahiya partiyê tên kirin em rast nabînin”. Ji coşa gel jî tirsiyan Hikûmeta AKP’ê bi nevîzekirina belgeyên endamên koma aştiyê pêvajoyê xitimand. Koma dê ji Ewropayê çûbûya ji ber astengiyên dewleta tirk çûna xwe taloq kir.
Coşa gelê kurd nîşanî komên ji Qendîl û Mexmûrê hatin dewlet tirsand. Hatina 3’yemîn Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya dê di 28’e cotmehê de ji Ewropayê bihata, taloq bû. Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ji bo şandina komê hemû amadekariyên xwe kirine bes Tirkiyeyê deriyê xwe ji aştiyê re girtiye. Aydar anî ziman ku şandina komê taloq kirine. Aydar diyar kir ku biryara şandina komê li ser bangewaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê wan ve hatiye dayîn û Tirkiye nikare çûyîna wan taloq bike.

Aydar gotinên Erdogan ên wekî, “Qeyrana baweriyê heye” bi bîr xistin û wiha got: “Wan bi xwe xwestin ku kom biçin. Me jî xwest ku bingeha vê yekê amade bikin. Lê wan dixwest teslîmiyet pêk bê. Dixwestin bi vê yekê fayde bi dest bixin. Bes li hemberî xwedîlêderketina gelê kurd hesabên wan xirab bûn. Li ser vê yekê vîze nedane hevalên me yên biçin Tirkiyeyê. Ji be vê yekê jî kes bi zorê naçe wir. Hevalên me yên çûyîn jî bi zelalî aşkera kirin ku ji bo teslîmiyetê naçin.”

‘Deriyê aştiyê girt’

Aydar anî ziman ku ji bo bangawaziya Ocalan bi sedan kesî serlêdan kirine û wiha domand: “Ji nav van 15 kes hatin hilbijartin. Amadekarî hatin temam kirin. Bes Tirkiyeyê niha deriyê xwe girtiye. Me dê hevalên xwe piştî daxuyaniyekê di 28’ê cotmehê bişanda. Bes hewceyiya hevalên me bi vîzeyê heye. Ji ber ku miltecîne di paseporta wan de ji bilî Tirkiyeyê dikarin biçin her derê. Lê konsolosiya Tirkiyeyê daxuyand ku vîze nadin. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiyeyê deriyên xwe ji aştiyê re girtine. Kes bi riyên qaçax naçe wir.”

‘Mecbûriyeteke me nîn e’

Aydar derbirî ku lazim Tirkiye deriyên xwe vekin û wiha domand: “Em jî neçar û mecbûr nînin kesî bişînin. Kes naçe bi zorê li deriyê wan naxe û nabêje min hildin. Me dixwest em bişînin lê wan deriyên xwe li aştiyê girtin. Me ji ber vê yekê çûyîna komê taloq kir. Lazim e hevalên me yên biçin neyên girtin. Divê rewşek bikaribin xizmeta aştiyê bikin bê afirandin. Em di rewşek wiha de komê naşînin.” Aydar diyar kir ku dê daxuyaniya ji bo çûyîna komê bidana jî betal nekin. Aydar diyar kir ku helwesta hikûmetê pêvajo asteng kiriye.

Belgeyên wan vîze nekirin

Komîteya Amaderiya Koma Aştiyê ya Ewropayê der barê taloqkirina şandina koma aştiyê de agahî dan û da zanîn ku Hikûmeta AKP’ê pêvajo xitimandiye. Heke seferatên Tirkiyeyê destûra ji bo hatinê dabûya Koma Aştiyê ya Ewropayê dê di 28’ê cotmehê de hatibûya Tirkiyeyê. Komîteya Amaderiya Koma Aştiyê ya Ewropayê bi bîr xist ku li ser bangewaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 3 komên aştiyê ji bo ku bêne Tirkiyeyê amadekariyên xwe kirine, piştî hatina 2 komên ji Qendîl û Mexmûrê dewleta tirk bi destûrnedayîna ji bo koma dê ji Ewropayê çûbûya pêvajo xitimandiye.

Komîteyê anî ziman ku komên hatîn ji aliyê gel ve bi dilxweşî hatine pêşwazîkirin, nabe ku kêfxweşiya gel wekî şov bê navkirin. Kêfxweşiya gel divê wekî dildariya ji bo çareseriyê bê dîtin. Komîteya Amadekar wiha got: “Bi dehan salan e gelê me li pey şehîdên xwe rondik barîn û em gihiştin îro. Serhildanên mezin pêk hatin. Bedelên mezin hatin dayîn. Îro jî coş û peroşa çareseriyê tê jiyîn. Bi tune hesibandina vê yekê, AKP’ê nîşan da ku çiqas dilxwaza çareseriyê ye. Bi erênekirina belgeyên çûnê yên koma aştiyê ku ji 15 kesan pêk dihat ev pêvajo hate xitimandin.” Komîteyê da zanîn ku ji ber astengiyên dewleta tirk qalmecal bûne ku çûna koma aştiyê taloq bikin.

Endamên koma aştiyê ya Ewropayê dê di 27’ê cotmehê de li Brûkselê civîneke ji bo çapemeniyê li dar bixe û armanca çûna xwe ya ji bo Tirkiyeyê bi raya giştî re parve bike. (Dîha / HAWAR NET)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment