Wednesday, October 7, 2009

Dewleta Tirk him kuşt him jî pirsî; "Ceylan bi kîjan çekê hatiye kuştin?"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Dozgeriya Komarê ya Lîcêyê 2'yemîn car îfadeya malbata Ceylan Onkol a 12 salî ku di encama êrîşa hawanê ya Tabûra Tapantepe de hatibû qetilkirin, girt. Dozgerî, li şûna derbarê pêkanîna bûyerê de pirsan ji malbatê bike, ji malbata Onkol pirsên "Hûn dizanin ku zinanin guleyê roket, hawan û çekên din çawa nin? We tu carî guleyên wan dîtine? pirsîn. Dozgeriyê birayê Ceylan Onkol Rifat Onkol jî bi gotina "Tu pir şrove dike" hişyar kir û xismtiya Endama HPG'ê Azîze Onkol pirsî.

Li Mezraya Dolekê ya Navçeya Lîcêyê di 28'ê îlonê de Ceylan Onkola 12 salî ji aliyê êrîşa hawanê ya Tabûra Tapantepeve hate qetil kirin. Piştî 3 rojan Dozgreriya Komarê ya Lîcêyê, ligel peyvirdarê paqijiyê yê Nexweşxaneya Dewletê li Baxçeyê Qereqola Abali dest bi lêkolînê kir. Dozgerê Komarê yê Lîcêyê Mustafa Kamîl Çolak 2'emîn car îfadeya malbata Onkol girt.

Ji malbata Onkol bavê Ceylan Raîf Onkol, diya Ceylan Salîha Onkol, birayê Ceylan Rifat Onkol û Keyayê Gund Abdulsamet Gencîoglu çûn dozgeriyê îfade dan. Ji ber ku dayika Ceylan Salîha Onkol bi tirkî nizanîbû, bi alîkariya tercûmanê bi zazakî, kurmancî îfade da. Dozger Mustafa Kamîl Çolak, li şûna pirsên têkildarî bûyerê bike, pirsên sosret pirsîn. Dozger, ji malbatê pirsên: "Hûn çekên roket, hawan û teqemeniyên din nas dikin ya na? We tu carî ev çek dîtine?" pirsîn. Rifat Onkol bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku li şûna dozger faîlê bûyerê bibîne pirsên derveyî mijarê dipirse. Rifat Onkol bal kişand ser pirsên dozger û wiha axivî: "Dozger pirsên balkêş ên wekî 'Ceylan bi kîjan çekê hatiye kuştin? Ev çekek çawa ye? Te leşkerî kiriye? We teqemenî dîtiye? We tu carî ev çek dîtine?' ji me pirsîn. Dîsa bikaranîn van çekan ji me pirsî. Lê her kes jî zane dema teqemenî di teqe şûna xwe kort dike û şopê li pê xwe dihêle. Ji ber vê yekê ez baş zanim ku xuşka min bi teqemeniyê nehatiye kuştin."

'Gundê me her tim bi termalê tê şopandin'


Oknol, anî ziman ku Dozker Çolak çûn û hatina leşker a herêmê ji wan pirsiye û wiha dom kir: "Cihê ku em lê dimînin 3-4 qereqolên leşkeriyê hene. Di navbera Tabûra Tapantepe, Qereqolên Abalî, Yayla û Dîreklî de dimîne. Leşker her tim me bi termalê dişopînin. Min ji dozger re got raste rast xuşka min kirine hedef. Min rewş ji dozger re vegot. Lê dozger ez bi gotina 'Tu zêde şiroveyê dike' ez hişyar kirim."

'Ji dayika Onkol jî pirsa çekan pirsî'


Dozgeriyê îfadeya Dayika Ceylan Onkol Salîha Onkol bi riya tercûman girt. Onkol jî destnîşan kir ku dozger heman pirs ji wê pirsîne. Rifat Onkol bertek nîşanî vê yekê jî da û wiha dom kir: "Rebena diya min dê çawa van çekan nas bike. Dozger ji diya min re got "Kê ji tere got îfadeya xwe wiha bide? Dozger xwest ku kesekî din suçdar bibîne."

Ji bav Onkol jî pirsên sosret hatin pirsîn


Bavê Onkol Raîf Onkol jî di îfadeya xwe de diyar kir ku roja bûyerê li mezrayek din bû û piştî bûyer bihîst hate cihê bûyerê. Raîf Onkol, diyar kir ku dozger pirsên mijarê eleqeder nake ji wî pirsîne û wiha axivî: "Dozger li şûna pirsên bûyerê zelal bike bipirse, pirsên "Tu mervantî û xizmantiya we bi malbata Endama HPG'ê Azîze Onkol re heye? pirsîn."
(Dîha)

çavkani: HAWAR NET

No comments:

Post a Comment