Tuesday, October 6, 2009

CEJNA LALEŞÊ

Pîrozbahiyên cejna Laleşê, îro dest pê kir.

Pîrozbahiyên cejna Laleşê, îro dest pê kir.

Bi rashatina vê cejnê, namzetên hecitiyê yên Êzîdî, ji welatên Ewropa, Rusya û rojavayê Kurdistanê ber bi Laleşê ve diherikin.

Yekitiya Êzidiyên Kurdistanê jî, der barê cejnê de peyamek pîrozbahiyê weşand.

Cejna girîng a kurdên Êzîdî, cejna Laleşê ku di navbera 6 û 13'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, îro dest pê kir.

Di vê cejnê de, ji çar aliyên Kurdistanê xelkê Êzîdî Laleşa pîroz zîyaret dikin û dibin hecî.

Zarokên xwe jî di ava Kaniya Sipî de dişon û 2 rojan rojiyê digirin.

Êzîdî, li Başûrê Kurdistanê piştî herêma Şengalê, herî zêde li herêma Laleşê dijîn.

Lê belê Laleş ne tenê ji bo êzîdiyên li Başûrê Kurdistanê, ji bo hemû êzîdiyên cîhanê xwedî wateyeke taybet e.

Ji her deverên cîhanê êzîdî diçin serdana Laleşê û li vê derê ji lîderên xwe yên manewî re xizmetê dikin.

Bi rashatina vê cejnê, Kurdên Êzîdî yên li Elmanyayê dijîn jî ber Laleşê ve bi rê ketin.

Federasyonê herwiha peyamek pîrozbahiyê jî weşand.

Serokê Federasyonê Cercur Cemil xwest, ku hemû Êzîdî li baweriya xwe xwedî derkevin û ji bo aştiyê xebatê bimeşînin.

çavkani:Roj TV

No comments:

Post a Comment