Sunday, October 18, 2009

Li Xabûrê tên pêşwazîkirin

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: YekŞem, 18. Cotmeh 2009
löjl
güncel AW 18.10.2009- Hevserokê DTP�ê Ahmet Turk diyar kir heke bêîradetiya 99�ê bê dubarekirin dê windayiya Tirkiyeyê mezin be û wiha got: �Helwesta dê nîşanê komên aştiyê bê dayîn dê pêşerojê destnîşan bike.� Turk ji bo ajansa nûçeyan DÎHA�yê axivî bangî gel kir ku di 19�ê cotmehê de bi awayekî girseyî komên aştiyê pêşwazî bike. Hevserokê DTP�ê Ahmet Turk, piştî hate destnîşankirin ku komên aştiyê dê ji Qendîl, Mexmûr û Ewropayê bêne Tirkiyeyê daxuyand ku ew ê komên ku dê bên bi awayekî girseyî pêşwazî bikin. Turk anî ziman ku vê hewldanê hêviyên ji bo çareseriyê zêde kirine û got; �em helwesta ku dewlet dê nîşan bide, meraq dikin.�
HÊZDARIYA PKK�Ê...
Turk nêzîkbûna dewletê ya li hemberî komên aştiyê yên ku 99�ê hatibûn Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman ku heke hemen zeîfî bê nîşandan dê Tirkiyeyê winda bike. Turk wiha got: �PKK bi şandina 3 komên aştiyê nîşan dide ku biratiya gelan çiqas dihesibîne. Nabe ku ev fersend nedîtî bê hiştin. Divê ev jî bê dîtin. PKK ji bêhêziya xwe van gavan naavêje. Ji ber samîmiyeta xwe ya li hemberî vê pêvajoyê van gavan diavêje. Divê wisa bê fêmkirin. Heke dewlet bêje, �van îro ev kom şandin, sibê dê belav bibin� dê bikeve xeletiyeke mezin. Bi avêtina vê gavê divê bibînin ku têkoşîna gelê kurd gihîştiye û pêvajoyê baş dinirxîne.�

�TESLÎMBÛN NÎN E�
Hevserokê DTP�ê Turk anî ziman ku hatina van 3 koman wekî rardestîbûnê neyê fikirîn û ji çapemeniyê xwest ku nirxandineke bi vî rengî neyê kirin. Turk wiha got: �Rastî ew e ku heke îro hin kom bên, li gorî agahiyên ku min bihîstîne; ji herêmê bi sedan kes jî ji bo ku tevli vê têkoşînê bibin amadekariyên xwe dikin. Ji ber hindê divê her kes xwe ji hişmendiya radestîgirtina kurdan dûr bêxe. Divê her kes baş bizanibe ku ev doza maf û azadiyan a gelekî ye.�

�BILA VÊ CARÊ SAMÎMÎ BE�
Turk di dewama gotinên xwe de derbirî ku tu kes ji bo daxwaza efûyê derneketiye çiyayan û got divê, Qanûna Poşmaniyê neyê rojevê. Qet nebe bila hikûmet li hemberî van koman samîmiyeta xwe nîşan bide. Em ji destpêkê hate niha dibêjin bila diyalog hebe. Hêviya me ji hikûmetê hê jî zêdetir diyalog e. Heke çareserî tê xwestin, divê aliyên di şer de wekî alî dixuyin li ber çavan bên girtin.�

�EM Ê LI SILOPIYÊ BIN�
Hevserokê DTP�ê Turk derbirî ku ew ê komên dê bên bi awayekî girseyî pêşwazî bikin û wiha got: �Li gorî agahiyên me bi dest xistin di 19�ê mehê de ji Qendîl û Mexmûrê 2 kom tên. Ne bi tenê em DTP, tevî hemû derdorên aştîxwaz em ê van koman pêşwazî bikin. Em ê li wir bin. Çûna me ya Silopiyê piştgiriya me ya ji bo çareseriyeke aştiyane ye. Ji bo ku gelê kurd çiqas girîngiyê dide hewldanên aştiyê ev yek pir girîng e. Bawerim, ne bi tenê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û aştîxwaz, hemû gelê me dê li wir be.�
Turk bang li gel kir û wiha got: �Divê em li aştiyê xwedî derbikevin. Bi sed hezaran ji bo ku dengê xwe derînin bila Silopiyê bin.� ENQERE

----------------------------------

Kurdistan qasidên aştiyê pêşwazî dike
Çav li rê ye ku sibê saet di 10�an de 2 komên aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê tên li Deriyê Xabûrê derbasî bakurê Kurdistanê bibin. DTP�ê destnîşan kir ku ew ê li Tilqebînê bi awayekî girsê koman pêşwazî bike. Qonaxa duyemîn Amed e

Bernameya pêşwazîkirina komên aştiyê yên ji Mexmûr, Qendîl û Ewropayê tên aşkera bû. Komên ku ji Mexmûr û Qendîlê tên dê li Deriyê Xabûrê yê Silopiyê bi girseyî bên pêşwazîkirin. Koma ji Ewropayê jî tê li Stenbolê bi girseyeke qelebalix tê pêşwazîkirin.

Ocalan di hevdîtina xwe ya ku di 9�ê cotmehê de bi parêzerên xwe re pêk anî de bang li KCK�ê kiribû ku ji bo vekirina riya çareserî û aştiyê çend koman bişînin Tirkiyeyê. Desteya Rêveber a KCK�ê jî demildest dest bi amadekariyên şandina 3 komên aştiyê kir. Piştî ku Koma Civakên Kurdistanê li ser banga Rêberê KCK�ê Abdullah Ocalan aşkera kir ku ew dê sê koman ji pêşîvekirina li nîqaşên çareseriyê bişînin Tirkiyeyê, DTP�ê jî biryar wergirt ku kom bi girseyî bên pêşwazîkirin.

LI SILOPÎ TÊN PÊŞWAZÎKIRIN
Li Şirnex, Amed û Stenbolê jî DTP�ê û saziyên demokratîk jî dest bi amadekariyên ji bo pêşwazîkirina komên aştiyê kir. Li gorî amadekariyan dê koma ku di 19�ê cotmehê de jî Mexmûrê bê û di deriyê sînor ê Xabûrê de bikeve nav sînorên Tirkiyeyê dê li ber deriyê sînor û li navenda Silopiyê bi girseyî bên pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên ku komîteya pêşwazîkirinê dan, armanc ew e ku koma ewil tê ji aliyê sed hezaran ve bê pêşwazîkirin.

LI AMEDÊ JÎ AMAREKARÎ
Hate diyarkirin ku li Amedê li Meydana Batikentê jî ji bo pêşwazîkirina koma ku dê ji deriyê sînor ê Xabûrê bikeve hundir amadekariyên çalakiyeke mezin a girseyî tên kirin. Armanca saziyên amedê û DTP�ê ew e ku komê li Batikentê pêşwazî bikin. Lê heke derfet ji komê re neyê dayîn jî tê xwestin ku bi çalakiyeke girseyî piştgirî ji hatina komê re bê dayîn. Hate diyarkirin ku dem û saetên çalakiyan li gorî hatina komê dê bên diyarkirin.

çavkani: Kurdish Info

No comments:

Post a Comment