Tuesday, October 27, 2009

Rudaw Net: Bo Parlamentera DTPê Aysel Tugluk Cezayê Girtîgehê Hat Birîn

Rûdawnet – Diyarbekir: Bi sedema "Propaganda rêxistinî " 4'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê salek û 6 meh cezayê girtîgehê ji Parlamentera DTPê ya Diyarbekirê Aysel Tugluk re, birrî. Rûniştina doza Parlamentera DTPê Aysel Tugluk ku bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" vebibû li 4'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê hat dîtin. Di rûniştinê de Tugluk amade nebû lê parêzerê Tugluk, Fethî Gumuş beşdar bû. Di rûniştinê de dozger îdîaya berê dûbare kir û bi tawanê "propaganda rêxistinê kiriye" heta 5 salan cezayê girtîgehê ji Tugluk re xwest. Parêzerê Tugluk jî diyar kir ku dema hemû axaftina wê li ber çav tê girtin tu propaganda tê de tune û îdîa red kir. Heyeta Dadgehê piştî navberê li gor Zagona TMK ya xala 7/2an salek û 6 meh cezayê zındanê birî.

No comments:

Post a Comment